Wîkîpediya:Dîwan (tevlîhev)/Arşîv 4

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Arşîv 1 Arşîv 2 Arşîv 3 Arşîv 4 Arşîv 5

2020

Silav ji we re hevalno sersala we ya nû pîroz be.Mehk63 Peyam 23:03, 25 kanûna pêşîn 2019 (UTC)

Ya te jî pîroz be, bimîne di xweşiyê de. --MikaelF (gotûbêj) 08:27, 26 kanûna pêşîn 2019 (UTC)
sala 2020 an li me hemuyan pîroz be, lê ev sal bi gelekî eş û mirin berdewam dike Rasti 28 Adar 2020

Gotarên dirêj

@Gomada û Ghybu: Silav hevalên hêja, gelo mîna û , em dikarin çawa lîsteya gotarên kurdî ên dirêj ên rêzkirî bi dest bixin? --Jiju (gotûbêj) 16:51, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)

@Jiju: erê BişirînTaybet:Rûpelên dirêj. Herwiha binêre Taybet:SpecialPages...--Ghybu (gotûbêj) 17:12, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)
@Ghybu: Spas dikim lê xwezî min nepirsiya :/ sihetxweş.--Jiju (gotûbêj) 17:23, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)
@Jiju: çima? bi gelemberî bikarhênerên nû (yên din jî Pêkenok) "Rûpelên taybet" nas nakin. Pirsgirêk nîne... Bişirîn--Ghybu (gotûbêj) 17:34, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)
@Ghybu: ehuehu :) divê bîr hatima lê qasta min ne ev bû, hevalê hêja. ji aliyê naverokê ve ew lîste xapandineke erzan e :( --Jiju (gotûbêj) 18:24, 19 kanûna paşîn 2020 (UTC)
Mixabin, gotarên me yên xwediyê naverokeke biserûber û dirêj pir kêm in. Bimînin di xweşiyê de!—Gomadapeyam 16:12, 20 kanûna paşîn 2020 (UTC)

Additional interface for edit conflicts on talk pages

Sorry, for writing this text in English. If you could help to translate it, it would be appreciated.

You might know the new interface for edit conflicts (currently a beta feature). Now, Wikimedia Germany is designing an additional interface to solve edit conflicts on talk pages. This interface is shown to you when you write on a discussion page and another person writes a discussion post in the same line and saves it before you do. With this additional editing conflict interface you can adjust the order of the comments and edit your comment. We are inviting everyone to have a look at the planned feature. Let us know what you think on our central feedback page! -- For the Technical Wishes Team: Max Klemm (WMDE) 14:15, 26 sibat 2020 (UTC)

Please help

Hello! c:Commons:Categories for discussion/2018/11/Category:Yezidis it is unclear which spelling, Yazidis or Yezidis, is preferred. Could you please share your thoughts on that page? I am sorry to write in English. Thank you very much!--Roy17 (gotûbêj) 13:39, 9 adar 2020 (UTC)

Çalakî

@Ezdînşêr Bêkendî: Pismam ku bixwazî xizmetê "knowledge" zanîn / zanyariyê bikî kerem bike were Wîkîpediyaya kurdî û li vir him xizmetê knowledge-yê him jî xizmetê ziman û miletê xwe bike. Em jî ji ber van sedeman li vir in. Fêdeyek gotar û nivîsarên di wîkîpediyaya tirkî de nîn e ji bo zimanê kurdî. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:23, 15 adar 2020 (UTC)
@Bikarhêner: silav û rêz êdî ez ê, di nav Wîkîpediya yê Kurdî de beşdarî peyda bikim.Lê belê zehf kemasî yê Wîkîpediya yê Kurdî heye. Kî guncav e ku em hevre projekî ava bikin û em wê pirsgirêkî çareser bikin. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 16:18, 17 adar 2020 (UTC)
@Ezdînşêr Bêkendî: Kerem bike, projeya xwe bêje, ku baş / bifêde be dibe ku çend kesên din jî beşdar bin.
RAGIHANDIN: @Avestaboy, Balyozxane, û Bazibda: @Bedelboseli, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Dilbirîn H.K: @Eniboyy, Ezdînşêr Bêkendî, Feqîyê Teyrann, û Ghybu: @Gomada, Gulsumake, Heval xera, û KurdoChali: @MikaelF, Men2050, û Mehdî Silêvanî: -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:08, 17 adar 2020 (UTC)
@Bikarhêner û Ezdînşêr Bêkendî: Ez li ser gotara kurd dixebitim. heke projeyekê amade bikin, ez jî beşdarî bibim. --Balyozxane (gotûbêj) 17:22, 17 adar 2020 (UTC)
*@Bikarhêner: wîkîpediya Kurdî ne wekê Tirkî ye, mîsal hûn çawa beşdari peyde dikin ?
@Ezdînşêr Bêkendî: Belê peydakirin an jî tevlîkirina beşdarên nû piçekî zehmet e. Tu bêje em çawa peyda bikin? -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:25, 17 adar 2020 (UTC)
@Bikarhêner: @Balyozxane: Ji bo rûpelên di nav Wîkîpediya Kurdî em geş bikin gerek em hevre xebat bikin û ji bo wî em hewcê proje kî ne. Binêrîn: WikiProject 1, Vikiproje, WikiProject. Bi saya wan proje, em dikarîn wîkîpediya Kurdî pêşbixin.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 17:34, 17 adar 2020 (UTC)
@Ezdînşêr Bêkendî: Tu dixwazî wîkîprojekê bidî destpêkirin ji bo Wîkîpediya kurdî. Baş e. Lê wisa dixuye ku divê yên amadekar kedeke mezin bidin bo dandestpêkirin û hazirkirinê. Bi rastî wextê ku ez karibin bo vê terxan bikim min ne zêde zêde ye, lê dîsa jî çi ji dest min were ez ê jî bikim. Mijareke jî divê bê bijartin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 17:47, 17 adar 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Em jî dikarîn çêkin. Wê hefte ez ê serde bişuxlîm --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 18:27, 17 adar 2020 (UTC)
Silav Ezdînşêr Bêkendî, tu bi xêr hatî Bişirîn Hejmara bikarhênerên çalak li ser ku.wikipedia pirr kêm e (tenê sê û çar bikarhêner çalak in; tr.wikipedia: 3.281 bikarhêner; en.wikipedia: 138.711!). Hêz û demên xwe di tiştin witira de wenda mekin. Ji bo pirs û pêşniyazan WP:DTH û gotûbêja Portal heye.--Ghybu (gotûbêj) 22:34, 17 adar 2020 (UTC)
Dîsa jî en:Wikipedia:Be bold :)--Ghybu (gotûbêj) 22:50, 17 adar 2020 (UTC)

Şablonê Xebat

@Ghybu: silav û rêz jî were. Ez şablonekî wusa çêkirim lê belê "revisiontimestamp" çêne bû jî kerema xwe hûn dikarîn binêrin.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 07:18, 18 adar 2020 (UTC)

Silav Ezdînşêr Bêkendî! ✓ Çêbû--Ghybu (gotûbêj) 10:03, 18 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Gelek spas :) --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 10:21, 18 adar 2020 (UTC)

Wîkîçavkanî

Min duh serrûpela wîkîçavkanî çêkir lê belê guherandina min qebûl nekir çîma ? Ez li ser coding dişuxlîm em bihevre dikarîn projeyên wîkîmedîa hemû çêkîn. Jî min re regedarî bidin ku em rûpela peyde bikin hûn zehf ne çalakin zana min de.--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 09:05, 20 adar 2020 (UTC)

@Ezdînşêr Bêkendî: Girêdan (lînk)?--Ghybu (gotûbêj) 10:47, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Wîkîçavkanî ez ser de dişuxlîm. Ji kerema xwe binêre çawa çê bû ?--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 10:49, 20 adar 2020 (UTC)
Rind e... guhertoya pêşî vitira bû: [1]--Ghybu (gotûbêj) 11:01, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu:Gerek em di nav malbata wîkîmedîa hemû kurdî bikin em gelek paş mane :/--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 11:55, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Em çawa biguherînîn ? --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 12:01, 20 adar 2020 (UTC)
@Ezdînşêr Bêkendî: Projeya Wîkîçavkanî bi kurdî nehatiye vekirin. Malpera Wîkîçavkanî (Destpêk bi kurdî) ji bo hemû zimanên ku Wîkîçavkanî ne hatiye vekirin e: hemû ziman tevlî hev in. Projeyen vekirî bi kurdî vana ne: Wîkîferheng, Wîkîgotin û Wîkîpirtûk.--Ghybu (gotûbêj) 12:17, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu:Em vekin, em çîma paş dimênin --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 13:41, 20 adar 2020 (UTC)
@Ezdînşêr Bêkendî: Ji ber ku kesên ku bi kurdî dinivîsin pirr kêm in an jî bi tirkî dinivîsin Bişirîn. Tenê projeyên ku çalak in tên vekirin (du û sê bikarhênerên çalak pêwîst e), ji bo xwastinê bnr.: [2] û meta:Language proposal policy#Requisites for final approval (A project must start on one of these wikis. This will demonstrate that there is sufficient community to build the project.). Herwiha bnr. bersiva min li ser Wîkîzanîngeh... --Ghybu (gotûbêj) 14:05, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Nexwe WîkîmedîaKurdî jî tune ye.Gerek em hêdî hêdî xwe pêşbixin em çiqas kêm bin jî hêvîdarim ku em ê bihevre her tiştî bikar bin bikin. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 17:05, 20 adar 2020 (UTC)
@Ezdînşêr Bêkendî: Heye, bnr.: meta:Destpêk / meta:Template:Main Page/ku--Ghybu (gotûbêj) 17:53, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu:Xwezî em jî biketana orgaîzasyonê de. Niha em çend bikarhênerin ? Em nav xwe de kom bibin û ser medyaya sosyal de ragihandina hev bikin. Çê nabe ?Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 18:53, 20 adar 2020 (UTC)
Hejmara bikarhênerên çalak: 0-5 li gorî avûhewayê Bişirîn. Min va jî ji bîr kiriye: meta:Requests for new languages/Wikisource Kurdish. Ser Twitterê: Wîkîferheng û Wîkîpediay.Mixabin bi min kurmancî li Bakurê zimanekî mirî ye ji ber ku niha di nav kurdan de zimankî ne hewce ye; jixwe siyasetmedarên kurd jî nizanin, deng nakin û nanivîsin... Binêre, li Îraqê dîtinên Wîkîpediyaya soranî: 457K !!/ li Tirkiyeyê dîtinên Wîkîpediyaya kurmancî: 44 K / dimilkî: 8K...--Ghybu (gotûbêj) 19:38, 20 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Min rûpelêk Twitterê vekîr li ser wê ez reklamên xwe bikim.Tenê ne Tirkîya de Iraqê de Kurd hene. Kurdên diaspora jî bîr nekin..Ezê berandama rêvebertîye bikim ji bo ku wîkîpediya din re jî ez çalak bim û dixwazîm ku bi hevre komekî wîkîmedia em ava bikin.Ezê her roj destpêk ê serast bikim û ez hêvîdarim ew hewl me hemûya re bibe mînak.Lewma alîkarîya we jî gelek girîng e ji bo min. Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 10:52, 21 adar 2020 (UTC)

Li ser tevgêrên "Beralîkirin"an (an jî Melayê Ço!)

@Balyozxane, Ghybu, MikaelF, Mohajeer, û Gomada:, @Pispor, Bikarhêner, Bargiranewe, û Xwedêda: Hevalên hêja, Newroza we ya hemûyan pîroz be û Xwedê bike ku hûn bi neviyên xwe tev de gelek Newrozan bibînin.

Ka naveroka Ço û Melayê Cizirî (pirtûk) yek e? Ev gemarkirina Wîkiyê ye!

Di vê gotûbejê de tiştekî ecêb der hatiye û hevalin bala we kişandiye lê ji ber ku ditirsim kirinên navborî mîna vîrûsa coronayê berfireh bibe, min xwest wê gotûbêjê bînim vir û bala we hamûyan bikişînim ser wê.

Piştî xwendina hemû nêrînên wîkîvanên delal, min got qey mesela li wir "Notability (Kayda degerlik)" a gotarekî ye û ev prensîb divê her tim bê sepandin. Lê piştre min dît ku mesele qet ne ev e, binpêkirina taybetmendiya beralîkirinê ye, bi min rasterast gemarkirina Wîkîpediyayê ye!

Hevalê @Xwedêda: rabûye gotara "Melayê Cizirî (pirtûk)" ber bi gotara "Ço"yê ve alî kiriye bi navê Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane! Ev ne gemarîkirin be, tu tiştên din nakeve naveroka gemarîkirinê! Em ji bo avakirina gotarên rast û pêbawer dixebitin, heta çi ji destên me hat! Lê bi kirinên navborî him rastiyê û him jî pêbaweriyê bin pê kiriye! Çi pêwendî di nav wê pirtûkê û wê Ço-yê heye? Yekî ket Wîkîpediyayê û xwest "Melayê Cizirî (pirtûk)"ê bixwîne lê tew lê dinêre, malper wê dibe ser gotara Çoyê! Ka rastî li ku, pêbawerî li ku? Ya ew paqijî û gemarî li ku?

Heke gotarek derensîklopedîk hebe, prosedur li ortê ye: ya tu yê hişyariyê bo vî tiştî dînî ser rûpelê, ya tu yê gotûbêjek biafirîne û sebebên xwe îzah bike û serî li nêrînên wîkîvanên din bidî yan jî heke bi rastî jî gotareke nebaş be, tu yê rabî jê bibî lê dîsa bi sebebek esnîklopedîk! Li vir, divê em ji bîr nekin ku em her tim û yekser bi prensîbên Wîkîpediyayê tev bidin, ne bi yên xwe!

Niha bikarhêner Xwedêda çima beralîkirinek wiha derensîklopedîk kiriye? Sebaba herî mezin a beralîkirinê ev e: Du sernav lê yek naverok hebe! Wekî Dîyarbekir û Amed. Ka naveroka Ço û Melayê Cizirî (pirtûk) yek e? Heke bi navê Melayê Ço tiştek heye û nizanibim, li qisûra min mêze nekin!

Ji kerema xwe Wîkîpediya Kurdî nekin gemarxane! Heke pir lazim be, rûpelên bikarhêneran ji bo vê heye, herin têra xwe henekên xwe bikin lê gotar ne cihê wê ye. Hevalên xwedî heq jî divê yekser vê xeletiyê bidin rawestandin da ku nebe mînak!--Jiju (gotûbêj) 20:02, 21 adar 2020 (UTC)

Silav Jijucan, Newroz li te pîroz be! --MikaelF (gotûbêj) 23:19, 21 adar 2020 (UTC)

Tablo çêkirin

Silav hevalên hêja; @Ghybu û MikaelF: Gelo hûn dikarin wek vê tabloyê [3] ji bo wîk3ipedyaya me tabloyekê çêbikin ? Mohajeer (gotûbêj) 21:12, 23 adar 2020 (UTC)

Silav Mohajeer tu bixwazî em bi hev re serê bişuxlin kekê ? Bişirîn --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:17, 23 adar 2020 (UTC)
Dibe hevalê hêja :) Jixwe em dişixulin :) Mohajeer (gotûbêj) 21:18, 23 adar 2020 (UTC)
Ez li benda te me @Ezdînşêr Bêkendî: Mohajeer (gotûbêj) 21:29, 23 adar 2020 (UTC)
@Mohajeer:Min çêkir heval belgekirina vê amede dikim. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:52, 23 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Heval tu çima jêbirî --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:55, 23 adar 2020 (UTC)
@Ezdînşêr Bêkendî: Min jênebir, kodek kevn bû Bişirîn. Min bi modulan çêkir...--Ghybu (gotûbêj) 21:57, 23 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: modul çava çê dibin heval û tu vê şablonê min jî tere şandî çi kir. Evqas ez serê de şixulîm çêne bû Bişirîn--Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 22:00, 23 adar 2020 (UTC)
Min li gorî en.wikipedia çêkir, mînak Gotûbêja şablonê:Şecere--Ghybu (gotûbêj) 22:04, 23 adar 2020 (UTC)
@Ghybu: Min dît kekê destê te saxbî, li ser mijarê wîkîproje yê çi dibêjî 5 bikarhênerên çalak hebe em heta 2021 ên dikarîn 80.000 gotar ava bikin armancê min ew e --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 22:07, 23 adar 2020 (UTC)

Gotarên ku bi Google Translate-ê têne çêkirin

@Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Feqîyê Teyrann, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, Balyozxane, û Ahmed KANÎ: @Ararat2020: @Penaber49: Merheba hevalino. Van rojan dibînim ku hin kes gotarên xwe bi Google Translate-ê çêdikin. Ev bû du kes ku bala min dikişinin.

Hevalino, wekî ku tê zanîn Google Translate bi zimanê kurdî hêj pir pêşketî nîn e. Lewra tê de gelek çewtî derdikevin. Herwiha ji ber problema nestandardiya di zimanê kurdî de di mijara têgihên zanistî gelek zêtir çewtî derdikevin, herwiha ji ber Google Translate bi zimanê me pêşketî nîn e, Google Translate nikare hevokên dirêj û kompleks rast wergerîne. Lewra ez wergerandina bi Translate-ê şaş dibînim. Herwiha di gotaran de gelek çewtî hene û sererastkirinên wan jî pir zehmet e. Lewra ji wan hevalan rica dikim ku gotaran an bi wasiteya Google Translate-ê çênekin, an ger çêbikin jî bila piştî ku çêkirin sererast bikin. Bi awayê din dibe problem. Spas ji bo beşdariyên we. -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:14, 30 adar 2020 (UTC)

Silav û rêz. Min fêm nekir. Anko tu dixwazî bibêjî ez bi Googlê wergerrê dikim?? KurdoChali (gotûbêj) 09:53, 2 gulan 2020 (UTC)

Spas Bikarhêner. Tu dikarî şablonên {{ne rind kurdî}} an {{jêbirin}} tevlî di nav wan gotaran bikî. An jî şablonek ji bo gotarên ku bi Google translatê hatine wergerandin çêkinê ({{google translate}})?--Ghybu (gotûbêj) 01:29, 30 adar 2020 (UTC)

Erê hevalê hêja Tu pir rast dibêjî. Gerek were dîqet kirin. Di wergera Google de şaşiyê mezin çêdibin. Xwedêda (gotûbêj) 07:12, 30 adar 2020 (UTC)

@Ghybu:,@Bikarhêner: silav jî were bikarhênerên hêja, ez jî car carinan li ser translate ê dixebitim, lê belê mirovekî ser hişê xwe zane ku kêmasîya translate ê heye. Bikarhêner dikarin li ser translate bixebitin lê belê dema ku li ser vî em bixebitin divê em jî ber xwe ji biguherînekî din ji bikin. Translate dema wusa pêk bê ji bo pirsgîrêk nîne. --Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 08:28, 30 adar 2020 (UTC)
Roja we bi xêr. Min gelek caran bi riya beşa Wergerê, Google Translate bi kar anî wekî di Harry Potter, Ludwik Lejzer Zamenhof, Beirut (kom) û Şehriyar Cemşîdî de tê dîtin. Beşa Werger a Wîkîpediyayê derfetek mezin dide heke bikarhêneran bi xweşî bala xwe bidê û hevok hevok rastbûna wergerê qontrol bike û heke şaşî tê de hebe serast bike. Kesek nikare ber xeletiyên biçûk bigire, ew bi hevkariyê ji holê radibin. Ya na, rabe dest bi encama wergerandina Translateê nede û bêyî qontrolê li vir biweşîne, ev xeletiyek mezin e û her wiha tembelî û xwenedîtî ye. Di ya tirkî de gelek gotarên bi vî rengî hatine afirandin, hene û hişyariyê datînin ser rûpelê wekî "Ziman û şêweya vê rûpelê xeletiyan dihewîne". Em jî gikarin tiştek wiha bikin. --Jiju (gotûbêj) 10:23, 30 adar 2020 (UTC)
Silav Jiju ez ji li ser fîkrê te me. Ezdînşêr Bêkendî (gotûbêj) 21:14, 30 adar 2020 (UTC)

Kurterêbera rastnivîsînê ya Wîkîpediya Kurdî li ser YouTube

Ev dema û hemû demên we bi xêr bin, kurterêbera rastnivîsinê ya Wîkîpediya Kurdî li ser YouTube heye (Kurterêbera rastnivîsinê ya Wîkîpediya Kurdî li ser Youtubê (08.04.2020)). Birêz mamosta Amed Çeko Jiyan, tu her hebî! --MikaelF (gotûbêj) 13:38, 8 nîsan 2020 (UTC)

Penaber49

Hi! I'm not sure if this is the right place to post this, but I am a Wikidata administrator investigating cross-wiki issues, and I would like to recommend that someone reviews Taybet:Contributions/Penaber49. I am not an expert in the subject area, but they appear to have specific opinions about whether certain places are in Turkey. Cheers, Bovlb (gotûbêj) 17:52, 9 hezîran 2020 (UTC)

Hello Bovlb. The Infobox is incomplete, the "State" (Dûgel) parameter is not specified. Just the area... I guess it will be given later. @Penaber49:. Spas--Ghybu (gotûbêj) 18:35, 9 hezîran 2020 (UTC)
Herwiha gund peyveke nêr e (gund), gundekî--Ghybu (gotûbêj) 19:05, 9 hezîran 2020 (UTC)

Hello Mr.Bovlb ! thank you for your sensitivity. I wrote all the settlements in all the existing names in the Kurdistan region of Turkey. These articles are all in draft form. I will struggle to complete. Thanks.. Penaber49

Unfortunately, I think this post is also a sign that pressure from the Turkish government on Wikipedia has worked somewhat (we are becoming more vigilant about this state). I notice this more and more even here. The users are scared...--Ghybu (gotûbêj) 21:10, 9 hezîran 2020 (UTC)
It's strange someone tried to force my password Bişirîn it had never happened to me before...--Ghybu (gotûbêj) 00:27, 10 hezîran 2020 (UTC)

Wêne jêbirin

Merheba @Ghybu û Gomada: hûn dikarin vî wêneyî jê bibin, xwediyê wêne dixwaze jê bibe lê nikare @MelaMihyedin: [4] Mohajeer (gotûbêj) 19:47, 20 nîsan 2020 (UTC)

Şablona Bajar û gundan

@Ghybu, Mohajeer, û MikaelF: Ez li ser nifûsa gundên Sirûcê dixebitim niha. Daneya xwe ji Tûikê min wergirt. Piştî 2012an bajarok bi çend taxên din re bûne tax û Dewleta tirk dev ji bajarokan berda. Gund jî wisa ne. Gundên biçûk hatine girêdan gundên mezin û gundên mezin bûne tax. Ez dibêm ez li şûna bajarokên sirûcê navên taxan binivîsim û li şûna gundan jî gundên biçûk ku girêdayî gundên mezin binivîsim. Çitto dibe? Erê an na? --Balyozxane (gotûbêj) 14:56, 2 hezîran 2020 (UTC)

Wek tu dibêjî bi dehan bajarên mezin yên kurdan hene li Tirkiyeyê, eger tu şablona Rihayê biguherînî divê tu yên din jî biguherînî. Lê eger tu bibêjî ez nikarim, wê demê jî divê tu bi usilê berê çêbikî. Fikra min ev e. Silav û rêz. Mohajeer (gotûbêj) 19:42, 2 hezîran 2020 (UTC)

@Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Pispor, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, û Ahmed KANÎ: @Ararat2020: @Penaber49:

Hûn li ser vê mijarê çi difikirin? Bi ya min divê wîkîpediya me nûjen be. Ez bixwe nikarim hemû biguherînim lê divê em yekî nû standard bikin û ji bo yên ku nû tê çêkirin vê şablonê em bi kar bînin. Yên din jî hêdî hêdî werin nûjenkirin.--Balyozxane (gotûbêj) 22:35, 2 hezîran 2020 (UTC)
@Balyozxane:Rast dibêjî kekê, divê wîkîpediya me nûjen be. --Thothr(mesaj) 12:34, 3 hezîran 2020 (UTC)

Şablonên Parêzgehên Îranê

Hevalên delal @Ghybu, MikaelF, Gomada, û Thothr:, ez teqsîmata parêzgehên Îranê çêdikim. Di parêzgehên Îranê de divê şablon hebin. Divê hemû li gor vê formatê werin çêkirin [5]. Hevalê @Penaber49: gelek li ser parêzgehên dewletên din dixebite, divê rêvebirên me alîkarî bikin ji bo hinek kêmasiyan. Hewcehiya me bi aktîfbûna rêvebirên me heye Mohajeer (gotûbêj) 15:44, 24 hezîran 2020 (UTC)

@Mohajeer: Ji kerema xwe ji bîr neke ku em navên gundistan, şaristan (mînak: Seqiz (şaristan) hwd. di destpêka sernavê de nanivîsin. Herwiha li vê gotarê binêre. Qewet be!—Gomadapeyam 18:57, 24 hezîran 2020 (UTC)
Kekê @Gomada:, pirsgirêk li vir sernav nînin, ji bilî te jî kes nabêje min biguherîne. Li ser vê mijarê niqaşek hebe, ji kerema xwe re tu dikarî nîşanî min bidî? Ji bo dabeşkirina parêzgehên Îranê pêşniyazek hebe, ez amade me ku li ser bifikirim. Wek din gelek kêmasî di gotaran de hene, divê tu wek rêvebirekî wîkîpedyayê hinekî aktîf bibî ji bo sererastkirinan. Qewet be ! Mohajeer (gotûbêj) 20:57, 24 hezîran 2020 (UTC)
@Mohajeer: Mixabin li ser Wîkîpediyaya kurdî kes kesî guhdarî nake û pêşta seh nakin çî hatiye çêkirin çî nahtiye çêkirin, kes formata wikiyê hu nake... Piraniya bikarhênerên kurd gotarên rind çênakin tenê hejmara gotaran lê zêde dikin. We hejmara gotan kir 30.000 feqet di nav wan de gotarek baş hat çêkirin? Na! Pêşta min gotar û şablonan sererast dikir niha tiştik nakim. Li ser dabeşkirina Îranê pirr tişt hatine çêkirin feqet kes seh nake: Kategorî:Dabeşkirina Îranê / Ûrmiye# Dabeşkirina bexşê / Ûrmiye (şaristan) / Kategorî:Şablon (Îran) / Kategorî:Gundên Seqizê / {{Bajar û gundên Mehabadê}} (Afan, ...) / Kategorî:Erdnîgariya Rojhilata Kurdistanê. Herwiha kes wîkiya înglîzî jî seh nake wana çito kirine... Mixabin formakta Wîkîpediyaya kurdî kirêt bûye. Binêrin me formata çêkirina gundan guherandin (Boydî) feqet kes wana kopî nake. Bi gotina kurt gotarek rind bi hezar gotaran çêtir e...--Ghybu (gotûbêj) 23:29, 24 hezîran 2020 (UTC)
Brayê @Ghybu: ez di serî de spasiya te dikim ku xebata te ya li vir bêhempa ye. Elbete zengînkirina gotaran tiştek pir giring e, jixwe em tenê gotaran zêde nakin. Gotarên gundan hewcehî bi zanyariyên ewqas akademîk nînin. Jixwe ev bajar û gund li berçav in. Her wisa ez bi şexsê xwe tenê gotara zêde nakim, ema ez dibîniim ku şerme wîkîpediyaya kurdî di rêza 107ê de ye, em tenê gundan jî tomar bikin, em dikarin rêza xwe bllind bikin. Heta gotar neyê afirandin, zengînkirina wê jî çênabe. Ev gotar Dîroka Kurdistanê min neafirandiye, lê ez dikarim bibêjim ku zengînkirina wê hemû min çêkiriye. Tu dikarî gelek zanyariyên akademîk li vir bibînî. Her wisa ev gotar Dîroka Bakurê Kurdistanê min afirandiye û zengînkirin jî min çêkiriye, ez dikarim bibêjim ku mafê vê gotare ew e ku li kovarekê de bê weşandin ku ewqas ez li ser hesas difikirim û çêdikim, her wisa gelek gotarên din jî hene hem min afirandine hem jî zengînkiri ne. Formata ji bo dabeşkirina Îranê di serî ti kesê ji min re tiştek negotibû. Ez jî li gorî fermiyeta dewleta Îranê mecbûrim dabeşkirina îdarî li vir çêbikim. Min jî alîkariya wiha (Boydî) dixwast ku em zengîn bikin. Wîkîpediyaya Kurdî mezin dibe, divê jinûve hindek tişt bên niqaşkirin û li gor fikra hevpar ya bikarhêneran were biryar dan. Ji bo alîkariya we jî rêvebirên nû hewce ne. Ez jî dizanin hûn tenê nikarin ewqas tiştan çêbikin lê hinek heval hene ji teknîkê fêm dikin bila bibin rêveber. Her wisa hevalê Gomada jî bila hinekî aktîf be. Hevalê penaber ewqas gotar çêkirin, hemû jî xwedî zanyariyên kêrhatî ne û elbete ne bes e. Di gotarên zimanên din de jî hinek caran qasî me zanayrî tune ne. Lê çend bikarhêner zêde bibin, zengînkirin jî ewqas zêde dibin. Ji zêdebûna bikarhêneran netirsin. Elbete ji her kesî de dengek derdikeve lê ev de ensîklopediyeke azad e, her kes dikare were vir û li gor rê û rêbazan gotaran çêbikin an jî biguherînin. Wek din berî ku ez li ser dabeşkirina Îranê xebitîm, di derbarê dabeşkirina Îranê de ewqas gotar nehatibûn çêkirin. Yên hatibûn çêkirin jî xelet bûn. Mînak Kûgîluyî wek bajarek hatibû pênasekirin lê devok e. Min ev zanyarî jî sererastkirin, bi sedan gotarên din wiha min sererast kirin. Her wisa ev jî Pehle ma wiha bimîne an ez sererast bikim? Jixwe wek vana min gelek sererast kirin. li ser vê elbete mafê min e, ez jî hinek biryaran bidim. Lê pêşniyazên we ji bo min girîng in, ya xelet hebe hûn dikarin bibêjim ku ez biguherînim. Wek din hevalê Gomada dibêje, me li şûna Gundistanê, Dehistan biryar daye. Eger tiştek wiha hebe, guherandina wê gelek asan e, bi rêya Botekê em dikarin hemûyan biguherînin. Divê li vir em ji bo ziman bixebitin, ne ez ne tu ne jî Gomada li vir pere qezenc nake. Ji ber wê, hevkariya me şert e ,Silav û rêz Mohajeer (gotûbêj) 07:51, 25 hezîran 2020 (UTC)
@Mohajeer:Ez bawer dikim, zimanê ku tu pê daxwazan dikî, xelet e. Kes ne mecbûr e li te guhdar bike dema tu bi vî awayî biaxivî. Di serî de min agahî ji te re nivîsîn ku tu bizanibî di Wîkiya me de gotarên li ser Îranê hene û tu bikaribî xwe li ser konseptê agahdar bikî û kêmasiyên heyî serast bikî. Ti kes nabêje daxwazên xwe parve neke, lê heke tu bixwazî li ser mijarekê gotûbêjê bikî, kerem bike bi zimanekî nerm bike û li benda bersivan be. Bi ya min, divê mirov pêşî fêhm bike û piştre binivîse. Mixabin min di bersivên te de ev nedît.
Ev îthama te —Wek din hevalê Gomada dibêje, me li şûna Gundistanê, Dehistan biryar daye. jî ne di cih de ye. Ji ber ku min tiştekî wisa ne gotiye. Herwiha tu li vê guhertinê binêrî, tu yê bibînî ku min bi xwe dêhistan kiriye gundistan. Ez dîsa dibêjim, ji kerema xwe pêşî fêhm bike û piştre binivîse.
Te dîsa wisa gotiye; — 1. Formata ji bo dabeşkirina Îranê di serî ti kesê ji min re tiştek negotibû.
— 2. Kekê @Gomada:, pirsgirêk li vir sernav nînin, ji bilî te jî kes nabêje min biguherîne.
Tu dibêjî ti kesî ji min re negotiye, lê dema tê gotin jî li xweşiya te naçe. Em çawa bikin? Jixwe Ghybu jî gazin kirine û dibêje —Li ser dabeşkirina Îranê pirr tişt hatine çêkirin feqet kes seh nake. Heqê wî ye, berî ku tu xwe agahdar bikî, tu dibêjî ka bikarhênerino ez aciz im, ez çi bibêjim qebûl bikin. Heke mebesta te xwestina alîkariyê be, kerem bike, lê na tenê nîqaş be, dema kesî ji bo vê nîne.
Herwiha ez ti têkiliya van gotinên te —Her wisa hevalê Gomada jî bila hinekî aktîf be. û —Ji bo alîkariya we jî rêvebirên nû hewce ne. bi gotarên Îranê ve nabînim. Ji bo çêkirina gotareke biserûber, ne hewce ye tu bibî rêveber. Mînak te ev gotar Gundistana Teybî Serhedî Rojava çêkiriye. Gelo ev gotareke biserûber e? Ez bawer dikim ev bersiva te (—ema ez dibîniim ku şerme wîkîpediyaya kurdî di rêza 107ê de ye, em tenê gundan jî tomar bikin, em dikarin rêza xwe bllind bikin.) ne hîncetek e ji bo ku gotar bêserûber bên çêkirin. Weke bikarhênerên wîkîya kurdî me heta niha hewl daye ku divê naverok ji hejmaran girîngtir be. Bila 20.000 gotarên me hebin, lê bila gotarên biserûber bin. Jixwe birêz Ghybu jî di bersiva xwe de ev piştrast kiriye. Em di rêza çendê de bin, şermeke gelê kurd e, ne ya bikarhênerên ku li vir dixebitin e. Jixwe her bikarhêner hewl dide ya ji destên wê/î te bike.
Di dawiyê de ez dikarim bibêjim ku em li vir karekî kolektîf dikin, loma divê em bi hev re biaxivin û alîkariya hev bikin, lê bi zimanekî nerm. Bimînin di xweşiyê de!—Gomadapeyam 14:04, 25 hezîran 2020 (UTC)
Kekê @Gomada: min negotiye ez bibim rêveber, jixwe ez ewqas ji teknîkê fêm nakim. Her wisa eger bixwazim bibim rêveber rê û rêbazên wê hene û evder nîne. Gundistana Teybî Serhedî Rojava ev gotara min tenê di 3-4 zimanan de hatiye çêkirin, dibe ku agahî tê de kêm bin. Tenê tiştek jê kêm e, şablon. Ez jî ji şablonan fêm nakim ku tevlî bikim, jixwe min ji bo vê alîkarî xwest lê tu behsê mijareke din dikî. Wek din ez te şermezar dikim ku tu dibêjî gotarên te bêserûber in. Tu dizanî çend keda min di van gotaran heye ?Tu behsê zimanekê nerm dikî lê zimanê te çima ewqas kirêt e ? Ka bêje min ev gotarên te Bewek&Samuel Barzanî çend ji yên min çêtir e ku tu ji gotarên min re dibêjî bêserûber !Ji kerema xwe re pêşiyê li gotarên xwe binêre û paşî heqareta li gotarên min bike. Min tu rexne kirî û min got tu kêm dixebitî, heqaret e ev? Rexne ye !Ez êdî te etîket nakim û alîkarî ji te naxwazim. Spas Mohajeer (gotûbêj) 15:10, 25 hezîran 2020 (UTC)

Nehebûna çavkaniyan

@Bikarhêner, Ghybu, Gomada, Xwedêda, Avestaboy, û Ezdînşêr Bêkendî: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Balyozxane, û Pispor: Bi dîtina min, yek ji kêmasiyên herî mezin ên Wîkîpediya Kurdî nehebûna çavkanî û jêderan e, ji ber ku, bi kurt û kurmancî, gotareke bê çavkanî, ne ensîklopedîk, ne wîkîpedîk, ne gotar ne şitleke bikalîte ye. Piraniya xebatkarên me ev mesele pişt guhê xwe re diavêjin, çima? Ez ji hemû xebatkarên îro re tika û daxwaz dikim, ji kerema xwe re, nivîsarên bêçavkanî nenivîsin li ser Wîkîpediya Kurdî, bila em Wîkîpediyeke bikalîte û qenc û geş çêkin lê divê em di nav kurdan de Wîkîpediya Kurdî ya bikalîte wekî referans çêkin. Ez dixwazim bi taybetî spasiya rêveberekî wek birêz Ghybu bikim ji bo karên wî yên teknîkî yên bêhempa. Gotarên Mohajeer yên li ser dîrokê jî tekûz in. Dînamîka ha ya bikaranîna "google translator" û wergerandina nivîsarên Wîkîpediya tirkî ji bo çêkirina heta mimkun be zû hejmareke herî mezin a gotarên nû û bê çavkanî, bila wisa nebe pêşeroja Wîkîpediya Kurdî. --MikaelF (gotûbêj) 07:01, 26 hezîran 2020 (UTC)

@Ghybu û MikaelF: ji bo çavkaniyan ez ê bêhtir hesas bim li ser. Pirsgirêkek din heye, navdana dabeşkirina Îranê. Gelo min li vir [6] bi fonetîka latinî dabeşkirina Îranê bi peyvên farisî nivîsîye, hûn kîjanê bibêjin ez ê jî li gorî wê gotaran çêbikim. Gelo di wan qutiyan de ji kerema xwe re peyvên ku em bikarbînin ku ez jî wisa binivîsim. Dema min destpêkirî bo dabeşa Îranê, mixabin li vir çavkaniyên wisa an jî agahî tunebûn di derbarê dabeşkirina Îranê de, min jî li gorî xwe navên wan çêkirin. Peyva şehristan di farisî de ye, lê min ya soranî bikaranî şaristan. Lê ez niha li ser difikirim ku şehristan ji bo kurmancî çêtir e, çûnkî ev peyva şar bikarnayînin, peyva şehr li kar e. Her wiha peyva beş li kurmancî tê bikaranîn lê em ê bexşê bikarbînin. Divê em van nakokiyan ji holê rakin. Hûn ji bo van terîman alîkarî min bibin dê gelek baş be. Hevalên ferhengvan @Bikarhêner, Pispor, Balyozxane, Jiju, û Bibliophile: hûn jî lê binêrin ji kerema xwe re Mohajeer (gotûbêj) 07:38, 26 hezîran 2020 (UTC)
@Mohajeer: bi ya min, eva ha dirust e:
Rêvebirina îdarî ya Îranê
Cûreyên dabeşê Ostan = parêzgeh Şehristan = şaristan, qeza, navçe Bexş = nahiye, navçe Dehistan = gundistan Şehr = bajar Rusta = gund
Rêvebirê îdarî Ostandar = parêzgar Fermandar = qeymeqam Bexşdar = rêveberê nahiyê, rêveberê navçeyê Bexşdar = rêveberê gundistanê Şehrdar = şaredar Dehyar = muxtar
Navê rêvebirinê Ostandarî = parêzgarî Fermandarî = qeymeqamî Bexşdarî = rêveberiya nahiyê, rêveberiya navçeyê Bexşdarî = rêveberiya gundistanê Şehrdarî = şaredarî Dehyarî = muxtarî
--MikaelF (gotûbêj) 16:53, 26 hezîran 2020 (UTC)

Vandal

Silav, min ne dît be yek li kû derê karê IPyên vandala binivîsênê (Wîkîpediya:Vandalîzm/Destpêk gelekî kevn e) û ji bonî wê ez li vir dinivîsênim.

  • Tîpên ne di alfabeyên kurdî de (mînak ḧ) û tiştên li ser kurdî û Kurdistan jê dibê: 109.197.152.21

-- Guherto (gotûbêj) 10:02, 6 tîrmeh 2020 (UTC)

@Bikarhêner: Hevalê hêja jkxr tiştekî bike.. Hêjî tiştan jê dibê, ev bêaqil tiştên li ser kurdî di Wîkîpedîyaya înglîzî jî jê dibê! -- Guherto (gotûbêj) 18:23, 30 tîrmeh 2020 (UTC)
@Guherto: Merheba. Di pêşiyê de divê ez bêjim ku ez li ser Wîkîpediyayê ne admînek im. Lewma nikarim wî IPyê asteng bikim. Ji xeynî vê jî astengkirin divê di asta dawîn de were bikaranîn. Yanî ger yek guhertinên li gor xwe rast lê li gor me xelet bike, divê pêşî were hişyarkirin. Lê ger ew bi awayekî sîstematîk û zêde xebatên vandalî ên wek bi niyetxirabî valakirina naveroka rûpelan, zivirandina guhertinên li ser rûpelan hwd. pêk bîne dikare were astengkirin. Lê astengkirin hergav divê wek "vebijêrka dawîn" were bikaranîn. Spas.
@Ghybu û Gomada: -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:18, 30 tîrmeh 2020 (UTC)
Tenê deh guherandinên IPyê hene (109.197.152.21 (g · b · a)) û hatine betal kirin, ew jî israr nekiriye. Livira da sedemeke astengkirinê tine ye. Herwiha 1)Em nikarin IPyan ji bo her demî asteng bikinê (proxy, dynamic ip address, ...) 2) Rêveveber wekî bikarhênerên din in.--Ghybu (gotûbêj) 06:55, 31 tîrmeh 2020 (UTC)

Koma bikarhênerên kurd

@Ghybu, Balyozxane, Bargiranewe, û MikaelF: @Avestaboy, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Gomada: @Dilo2121, Dilyaramude, Ehmed Omerî, û Fawaz rengzerî: @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Ilir1312, û KurdoChali: @Penaber49, Rasti, Rewiye tine, û Thothr: @Xwedêda û Ûsibê Bêmal: @Ahuracik, Aghpazoki, Amine yousefi, û Antoinethesmartass: @Ashkan P., Aurelio de Sandoval, Avdila doskî, û Avesode: @AviarL, Bodhi-Baum, Bovlb, û Bozbegê Şikakî: @Calistemon, Chelik99, Dieter123, û Dr-Taher: @DutchTina, E4024, Elisardojm, û Emperor of Emperors: @Fry1989, Gerd Eichmann, Gzhegozh, û Hevalishotaf: @K6ka, Kamanchejan, Karalainza, û Martin Urbanec: @Matiia, Moeng, Mordem Zel, û Mwanammrefukki: @Nadzik, Neribij, Nesimis, û Niegodzisie: @Osmen2163, Petroyovski, Praxidicae, û Psiĥedelisto: @Qadoserin, Qoan, RezanTovjin, û Rezancejn: @Sakretsu, Semyan sindi, Serchia, û Sinar Zaito: @Sotiale, StuD44, Tarih, û Tks4Fish: @TonyBallioni, Turkmen, TÎRÊJ ZANA, û Urgal: @Wanly0065, WikiBayer, Xorasan, û Yazarbilir: @Yug, Zhenyar2003, Érico, û İmatsun: @Γεωργός, احسان أحمد, ريبر هبون, û علی مکریانی: @عمرو بن كلثوم, وضاح عاصم, û নকীব বট:

Merheba hevalino. Avakirina komeke bikarhêneran pêşniyar dikim. Bi navê "Wikimedians of Kurdish Languages User Group" an "Wikimedia Community User Group Kurdistan". Ji bo komên bikarhêneran yên mewcûd li vir binêrin ji kerema xwe: [7]https://meta.wikimedia.org/wiki/Wikimedia_movement_affiliates#wugs. Fêdeyên van koman pir in. Nimûneten berî çend mehan tirk bi koma xwe ya bikarhêneran gotin (ji Wîkîmediyayê re ragihandin) ku wê pêşbaziyeke çêkirina gotaran bidin destpêkirin û ji bo vê projeya xwe ji Weqfê pere girtin. Ji bo ku em jî karibin projeyên wisa bidin destpêkirin divê em organîze bibin û komên wisa ava bikin. Lewma ji we piştgiriyê dixwazim. Bikarhêner (gotûbêj) 23:05, 8 tîrmeh 2020 (UTC)

@Thothr: Bira hêvî dikim ku em karibin pêşbirkên wekî ku tu haziriya wê dikî bi sponsoriya Weqfê karibin li dar bixin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 23:07, 8 tîrmeh 2020 (UTC)
@Bikarhêner: Ez ê tiştekî pirs bikim dema em wê weqfê ava bikin, rêveberên me jî alîkarî bikin jî me re ? Lewra ez ne bawerîm ku rêveberên wîkîpediya Kurdî karên xwe dikin. 3-4 rêveber heye tu dibêjî wîkîpediya Kurdî mala bave wa ye, muamele kî wusa dikin. Eger bikarhênerek bixwaze wîkîpediya pêşbixe divê gotarên şaş serast bike. Em mirov in, xetayê me elbet çê dibe ez xete kî bikim gerek tu serast bikî an jî tu bikî divê ez serast bikim lê belê dema em ê îro tê de ne wusa ye. Wîkîpediya Kurdî vale ye. Çîma vale ye hûn zanîn ? Ji bo bikarhêner ê wîkîpediya hindik e kes xwe alakadarê pêşxistina wîkîpediya Kurdî nake. Ez wê mijarê de zehf acîz im. Em 4-5 bikarhêner bin jî divê polîtîkayên me hebe lê heta wê dem ê kes xwe ne daye alê polîtîkayên wîkîpediya. Herin binêrîn wîkîpediya Azerbaycan ê ew jî wek me 7-8 bikarhêner in lê belê nav wan de yekîtî heye. Ew ne wekê me ne dişuxlîn lê em dibêjîn amaaan zaten 4-5 bikarhêner heye tiştek nabe. Sal bûye 2020 hêja di nav wîkîpediya me de polîtîka, gotarên bijartî, gotarên baş tune ye. Ew çî ye demek rêveber û admînê wîkîpdiya Kurdî xweş xebat nakin kes bila nebêje em hindik in an jî ne çalak in. Heta ew bihane nav me de hebe em nikarin tiştekî bikin... --Thothr(peyam) 08:26, 9 tîrmeh 2020 (UTC)

Peyama pîrozbahiyê

Merheba hevalino. @Ghybu, Balyozxane, Bargiranewe, û MikaelF: @Avestaboy, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Gomada: @Dilo2121, Dilyaramude, Ehmed Omerî, û Fawaz rengzerî: @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Ilir1312, û KurdoChali: @Penaber49, Rasti, Rewiye tine, û Thothr: @Xwedêda û Ûsibê Bêmal: @Ahuracik, Aghpazoki, Amine yousefi, û Antoinethesmartass: @Ashkan P., Aurelio de Sandoval, Avdila doskî, û Avesode: @AviarL, Bodhi-Baum, Bovlb, û Bozbegê Şikakî: @Calistemon, Chelik99, Dieter123, û Dr-Taher: @DutchTina, E4024, Elisardojm, û Emperor of Emperors: @Fry1989, Gerd Eichmann, Gzhegozh, û Hevalishotaf: @K6ka, Kamanchejan, Karalainza, û Martin Urbanec: @Matiia, Moeng, Mordem Zel, û Mwanammrefukki: @Nadzik, Neribij, Nesimis, û Niegodzisie: @Osmen2163, Petroyovski, Praxidicae, û Psiĥedelisto: @Qadoserin, Qoan, RezanTovjin, û Rezancejn: @Sakretsu, Semyan sindi, Serchia, û Sinar Zaito: @Sotiale, StuD44, Tarih, û Tks4Fish: @TonyBallioni, Turkmen, TÎRÊJ ZANA, û Urgal: @Wanly0065, WikiBayer, Xorasan, û Yazarbilir: @Yug, Zhenyar2003, Érico, û İmatsun: @Γεωργός, احسان أحمد, ريبر هبون, û علی مکریانی: @عمرو بن كلثوم, وضاح عاصم, û নকীব বট:

Wîkîpediya kurdî ji 30 hezar gotaran derbas bû. Pîroz be. Spasiyên taybet bo @Mohajeer, Rasti, û Penaber49:. Peyama pîrozcahiyê ya Wîkîmedyayê bo Wîkîpediya kurdî: https://twitter.com/Wikimedia/status/1282702868349284352 -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:43, 15 tîrmeh 2020 (UTC)
Mizgînî? Mixabin di nav wan de gotareke baş tine ye û gotarên nû yên dirêj jî bi Google translatê hatine kurdîkirin... Rewşa Wîkîpediyaya kurdî va ye.--Ghybu (gotûbêj) 19:58, 17 tîrmeh 2020 (UTC)

Slav xebatkarên wîkîpedîya Kurdî, Demekî dirêj e hemî şîroveyan dixwînim û li ser difikirim. Brêz Ghybu ez ji sedî sed beşdarî gotina te dibim lê mixabin gotarên baş jî, nebaş jî nayên çêkirin gelo hatiye çêkirin min nedîtiye. Ez bi mehan e livirim ji sê çar hevalan pêştir kes gotara çêke tineye û li vir jibo bikarhênerên nû tû alîkariyek yan jî û karekî hevpar tineye. Bi mehanê ku ez li vir jibo pêşvebirina wîkîpediya kurdî bi şev bi roj difikirim gelo bi çi awayî çi destê min tê ez çawa bikim li ser difikirim. Di vê demêde ji 2-3 kesan pêştir min alîkarî yan jî pêşnîyarî tu kesê li vir nedît. Tenê alîkariya birêz MikaelF gelek ji min re çêbu jibo keda wî bi taybetî spas dikim ji MikaelF re û hêvîdarim ku di demekê nêz de dîsa were. Daxwaza min ji hemî rêveber û bikarhênêrên wîkîpediya kurdî ev e. Bila tu kes di derbarê pêşnîyar alîkariya de xwe nede paş hewcedariya me jibo bikarhênerên nû re heye ev ji bi alîkariya û karên hevpar çêdibî û zêde dibî. Slav û rêz. Penaber49

@Ghybu, Bikarhêner, û Penaber49: Silav hevalên hêja, dibe em hemû ji bo pêsvebirina wîkîpediyaya kurdî cuda cuda bifikirin lê ez di wê baweriyê de me ku em hemî dixwazin wîkîpediyaya kurdî pêshve bice. Armanca me hemûyan yek e. Lê cima em nabin yek ? Herkes pêngavekê nêzî hev be problemên me dê chareser bibin. Divê em hinekî bêhnfireh bin. Hevalê @Ghybu: ji bo zengînkirina gotaran ez jî li gel te me. Lê madem gotar hate afirandin, chima ez kêmasiyên gotarê temam nakin ?Pîrozbahiya 30 hezarê ji bo me serkeftineke mezin e ku di medyaya kurdî de cihê xwe girt. Her chend li vir hinek gotaran cêdikin û zengîndikin û rêve dibin, her wisa li ser medyaya civakî jî hinek heval propagandaya wîkîpediyaya kurdî dikin ku bikarhêner zêde bibin. Bawer bike ev bikarhênerên nû hemû bi xêra van propaganda û reklaman hatin vir. Ew kesên gotarên qels j dinivîsin, zengîn jî dinivisînxwedî yek armanc in; Pêshvebirina wîkîpediyaya kurdî. Em dikarin komxebatan ava bikin û kêmasiyên hev temam bikin. Ez bawer dikim em li vir xebatên bash dewam bikin, ev der dê ji bo sîstema perwerdehiya dewleta kurdî bibe bingeh. Lê ji ber béhnkurtiyê em tehemula hev nakin. Ev yek zererê dide me û xebatên me. Ez di warê sitasetê de gotarên xwe wek meqaleyên kovaran dinivîsim. Lê ez dibînim gotar zêde nabin, min dest bi zêdekirina gundê û bajarên welatê Îranê kir lê bawer im ev bû pirsgirêk. Ez rexneyên we dipejirînim lê bi rastî min dixwast hûn gotaran zengîn bikin. Lê hûn sil bûn. Mamoste Mikael û tu ji bo wîkîpediyaya kurdî wekî du bingehên sereke ne. Bi taybetî xebata te ji bo me hêja ye. Gotarzêdekirin ji bo reklama wîkîpediyaya me gelek girîng e. Elbete divê dû re gotar were zengînkirin lê mixabin di nava me de komxebatî tine ye. Divê em li ser vê bixebitin. Divê penaber xeletiya min temam bike, ez ya bikarhêner, bikarhêner xeletiya te, tu xeletiya penaber durist bikî. Eger em li ser vê xalê li hev bên, bawer im KU em ê xebatên gelek hêja amade bikin. Silavên germ Mohajeer (gotûbêj) 10:47, 31 tîrmeh 2020 (UTC)

Technical Wishes: FileExporter and FileImporter become default features on all Wikis

Max Klemm (WMDE) 09:13, 6 tebax 2020 (UTC)

Peyama pîrozbahiyê 2

Merheba hevalino. @Ghybu, Balyozxane, Bargiranewe, û MikaelF: @Avestaboy, Bibliophile, Biyolojiyabikurdi, û Gomada: @Dilo2121, Dilyaramude, Ehmed Omerî, û Fawaz rengzerî: @Mohajeer, Ferhad Kurdi, Ilir1312, û KurdoChali: @Penaber49, Rasti, Rewiye tine, û Thothr: @Xwedêda û Ûsibê Bêmal: @Ahuracik, Aghpazoki, Amine yousefi, û Antoinethesmartass: @Ashkan P., Aurelio de Sandoval, Avdila doskî, û Avesode: @AviarL, Bodhi-Baum, Bovlb, û Bozbegê Şikakî: @Calistemon, Chelik99, Dieter123, û Dr-Taher: @DutchTina, E4024, Elisardojm, û Emperor of Emperors: @Fry1989, Gerd Eichmann, Gzhegozh, û Hevalishotaf: @K6ka, Kamanchejan, Karalainza, û Martin Urbanec: @Matiia, Moeng, Mordem Zel, û Mwanammrefukki: @Nadzik, Neribij, Nesimis, û Niegodzisie: @Osmen2163, Petroyovski, Praxidicae, û Psiĥedelisto: @Qadoserin, Qoan, RezanTovjin, û Rezancejn: @Sakretsu, Semyan sindi, Serchia, û Sinar Zaito: @Sotiale, StuD44, Tarih, û Tks4Fish: @TonyBallioni, Turkmen, TÎRÊJ ZANA, û Urgal: @Wanly0065, WikiBayer, Xorasan, û Yazarbilir: @Yug, Zhenyar2003, Érico, û İmatsun: @Γεωργός, احسان أحمد, ريبر هبون, û علی مکریانی: @عمرو بن كلثوم, وضاح عاصم, û নকীব বট:

Wîkîpediya ji ser hesabê xwe cardin pîrozbahiyê li me kir. Cara din ji ser hesabê Wîkîmediyayê hatibû kirin, vê carê ji ser hesabê Wîkîpediyayê peyamekî weşandin.
Twîtên nû:
1 - https://twitter.com/Wikipedia/status/1292506273792040962
2 - https://twitter.com/Wikipedia/status/1292506275276828672
Twîtên berê:
1 - https://twitter.com/Wikimedia/status/1282702868349284352
2 - https://twitter.com/Wikimedia/status/1288189789204750337
Ji xeynî vê wekî ku kekê Mohajeer jî diyar kiribû. Herçiqas kêmasiyên wîkiya me zahf bin jî, ev twît ji bo reklama Wîkîpediya, Wîkîferheng û zimanê kurdî baş in. -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:20, 10 tebax 2020 (UTC)
Erê, gotina we ye, reklama bo Wîkîpediya kurdî baş e, lê mixabin mirov dibêje "hîhooo, zêdeyî 30.000 gotarî, her bijî!" Lê, gelo, Wîkîpediya me ji bona wan kesan referansek e? Ez pê bawer nakim. Ez mirovekî erênî me, bila ez çewt bim, divê em êdî êdî asta Wîkîpediyê bilindtir bikin, çavkanîne bi kar bînin û dûrî wergerên bi lez bikevin. Qewet be, min mehekê bêhna xwe veda û min bêriya xebatkarên Wîkîpediya kurdî kiriye :) Bi silav û rêz. --MikaelF (gotûbêj) 19:04, 10 tebax 2020 (UTC)
@MikaelF:Mamoste tu bixêr hatî :). Bi rastî gelek kêfa min hat dema min peyama te dîtî. Mamoste armanca me pêşvebirina ziman e, dibe me gelek xeletiyên me hebin. Lê eger komxebat hebe, gelek pirsgirêk dê werin çareser kirin. Yek gotarê binûse, yek şablonan çêke, yek kategoriyan çêke hwd.. Di wikipediya kurdî de xebata hevra tine ye mixabin. Bikarhêner li dû serê xwe diçe :) Mohajeer (gotûbêj) 20:33, 10 tebax 2020 (UTC)

New Wikipedia Library Collections Now Available (September 2020)


Hello Wikimedians!

The TWL owl says sign up today!

The Wikipedia Library is announcing new free, full-access, accounts to reliable sources as part of our research access program. You can sign up for new accounts and research materials on the Library Card platform:

Many other partnerships are listed on our partners page, including Adam Matthew, EBSCO, Gale and JSTOR.

A significant portion of our collection now no longer requires individual applications to access! Read more in our recent blog post.

Do better research and help expand the use of high quality references across Wikipedia projects!
--The Wikipedia Library Team 09:49, 3 îlon 2020 (UTC)

This message was delivered via the Global Mass Message tool to The Wikipedia Library Global Delivery List.

Bikaranîna rûpelê

Dema we baş, ev demeke kurt e min xwest ji bo Wîkîpediya kurdî binivîsim, lê belê bi min hinek tevlihev hat rista rûpelê. Ji ber vê min bi şaşî di bin hinek sernivîsên Cûda de, nivîsî. Peyre min xwest wana jê bibim lê min nekarî pêk bînim. Ger hûn ragehînin bo min ezê wana jê bibim rûpela ku min çêkirî û nûve lê bar bikim. Ya din tişta ku ez dinivîsim bi tevayî yên min bi xwe ne. Ji xwe tişta xalên bi çavkanî min diyar kiriye. Ne xwe nivîsa kesên din di bin navê xwe de weşandin dibe bê exlaqî. Xwedê min ji vê tiştê dûr bigire. Slav û rêz Ev peyama bêîmze ya Meddi amillo (gotûbêjbeşdarî) ye.

CentralNotice banner for Wikipedia Asian Month 2020

Dear colleagues, please comment on CentralNotice banner proposal for Wikipedia Asian Month 2020 (1st November to 30st November, 2020). Thank you! --KOKUYO (gotûbêj) 20:13, 22 çiriya pêşîn 2020 (UTC)

Small wiki toolkits initiative

@Ghybu, Gomada, Xwedêda, û Avestaboy: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Feqîyê Teyrann, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, Balyozxane, û Ahmed KANÎ: @Ararat2020, Ezdînşêr Bêkendî, û MikaelF: @Penaber49, Narîn Can, Necirvanyousif, û Mors maku: @Mirzali, Merwan Rojhat, Marifetli-21, û Makenzis: @Kurdiziman777, Key Mîrza, Kaniya Welat, û KINGKURD6: @Hoger badînî, Hejaro, Gulberroj, û Guherto: @Fawaz rengzerî, Dilovan Gervan, Ehmedê Efrîn, û Carlossuarez46: @Cabayi, Biyolojiyabikurdi, û Pispor: @Qurreder û Merwan Rojhat:

Merheba hevalino. Koma me ya Kurdish Wikimedians User Groupê fermiyeten ava bû. Bnr. Rûpela Metawîkiyê. Ji însiyatîva "Small wiki toolkits" hin kes bi me re têkilî danîn, xwestin ku kesên li ser Wîkîpediya kurdî ku alîkariya teknîkî dixwazin beşdarî civîneke onlayn bibin. Ev civîna serhêl sibê êvarê ye. Bi taybetî hevalên teknîkzan ên wek Ghybu, Şêr, Gomada, MikaelF dikarin beşdarî vê civînê bibin.

Yên ku dixwazin beşdar bibin ji kerema xwe bila maîleke bişînin maîla min: "bikarhener.kuwiki@gmail.com". Ji xeynî vê carina bi medyaya kurdî re hevpeyvînên me hwd jî çêdibe. Bi min, ger xisûsen hevalên me yên rêvebir Ghybu, Gomada, MikaelF jî tevlî van bibin wê baş be. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:52, 8 çiriya paşîn 2020 (UTC)

Wîkîpediya Meha Asyayê

@Ghybu, Gomada, Xwedêda, û Avestaboy: @Mohajeer, Penaber49, Bibliophile, û KurdoChali: @Jiju, Heval xera, Feqîyê Teyrann, û Bedelboseli: @Bazibda, Bargiranewe, Balyozxane, û Ahmed KANÎ: @Ararat2020, Ezdînşêr Bêkendî, û MikaelF: @Penaber49, Narîn Can, Necirvanyousif, û Mors maku: @Mirzali, Merwan Rojhat, Marifetli-21, û Makenzis: @Kurdiziman777, Key Mîrza, Kaniya Welat, û KINGKURD6: @Hoger badînî, Hejaro, Gulberroj, û Guherto: @Fawaz rengzerî, Dilovan Gervan, Ehmedê Efrîn, û Carlossuarez46: @Cabayi, Biyolojiyabikurdi, û Balyozxane:

Merheba hevalino. Meha Asyayê dest pê kir û wê di dawiya vê mehê de xilas bibe. Wîkîpediya Meha Asyayê, pêşbaziyek e ku hewl dide çêkirina gotarên derbarê Asyayê de derxîne pêş. Di netîceya vê pêşbaziyê de wê ji beşdaran re postkart bên şandin. Û wê "Wikipedia Asian Ambassadors" bên bijartin ji her wîkiyekê. Ji bo beşdarbûnê gotarên nû ên derbarê Asyayê de çêkin, ji xeynî welatê xwe. Lewma gotarên derbarê Kurdistanê de wê neyên hejmartin. Her wîkiyek divê ji xeynî welatê xwe gotarên derbarê Asyayê de çêke. Gotar divê bi kêmanî ji 3000 bayt û 300 peyvan pêk werin ji xeynî Infobox û şablonan. Gotar divê xwedîçavkanî bin.

Ji bo beşdarbûnê navê xwe li ser vê rûpelê binivîsînin: Wîkîpediya:Wîkîpediya Meha Asyayê/2020/Beşdar. Û gotarên ku we çêkir li binê navê xwe binivîsînin. Ji bo dîtina beşdariyan çav bi vê rûpelê bixin: fountain.toolforge.org

Ji bo agahiyên zêdetir binêrin vir: Wîkîpediya:Wîkîpediya Meha Asyayê/2020 -- Bikarhêner (gotûbêj) 07:51, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)

Silav Bikarhêner. Di rûpelê de dibêje divê gotar machine translated nebe, lê gelo em dikarin rûpel ji en.wiki wergerînin? Min ew fêm nekir. --Balyozxane (gotûbêj) 12:10, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)
Silav Balyozxane Bi qasî ku min fam kir, dibêje ku mirov dikare wergerîne lê dibêje bila eynen werger nîn be, werger be jî divê rind-guhertî û çavkanî-tevlîkirî be. Lê bi ya min eynen-wergerên biqalîte jî karin bêne qebûlkirin.
"The article must not be purely machine translated and should be properly copy edited." -- Bikarhêner (gotûbêj) 13:48, 1 çiriya paşîn 2020 (UTC)

Adolf Meyer (1886-1950)

Derûnbijîşkê û li sala 1927-8 bû serokê encûmena derûnbijîşkiya Amerîkayê. Xwendingeha biyopsîkolojiya wî li ser van xalên jêr disekine:

  1. Hewl dide da ku sebebên fîzyolojîk û psîkolojîk yên ku kartêkirinê li tevgerên mirovan dikin, têbigîje.
  2. Dixwaze awayê şuxulîna avzêya derûnî û avahiya kîmyewî ya xwînê û pêvajoyên tûreyî yên mejî ku di tevgerên me de xwe didin der, bizane.
  3. Hewl dide ku ji bo têgihîştina mirovan, divê mirovan ji biyolojî, sosyolojî û psîkolojiyê jî têbigîjin
  4. Rêbaza ezmûnê bikar tîne.

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê; Alî Gurdilî

Sersala 2023an pîroz be!

Bi hêviya saleke aram û bi hêviya xebatên serkevtiyên jibo Wîkîpediya kurdî, sersala we pîroz be!Ev peyama bêîmze ya Penaber49 (gotûbêjbeşdarî) e. 18:23, 31 kanûna pêşîn 2022‎

Sersala we pîroz be! Destxweş bî @Penaber49: bila hûn di karên xwe yên Wîkîpediyane û yên jiyana xwe de hertim serketî bin! --MikaelF (gotûbêj) 18:44, 31 kanûna pêşîn 2022 (UTC)
2023 piroz be, greetings from turkey!!! Modern primat (gotûbêj) 16:58, 21 kanûna paşîn 2023 (UTC)


Dijmintiya gotinan li wîkiyê

@MikaelF, @Ghybu, @Balyozxane, @Gomada, @Bikarhêner, @Jiju, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, @Pispor, @Bibliophile, @Rewiye tine, @Ahmetbeg, @Avestaboy

Merḧeba ḧemû bikarînerên wîkiyê. Ev wextekî dirêj e problemeke mezin di wîkiya me de heye û ez dixwazim em tiştekî li ser vê bikin ji bo ku bisekine. Hinek kes bê sebeb gotin/peyv/kelîmên di nav nivîsaran de li gora dilê xwe diguherin. Wîkîpediya yek ji malperên herî mezin ên kurmancî ye û gelekî muhîm e zimanê wê rast be û karibe ji aliyê her xwendevanî ve were fêmkirin. Heke ev karê ne xweş dewam bike wê ḧalê me yî ku jixwe xirab e hê xirabtir bibe.

Însanên ku ketine pey zimanekî "resen"/"xwerû" yan "paqij" fêm nakin ku di ḧemû zimanan de gotinên ji zimanên dî hene. Bav û kalên me gelek gelek salan van gotinan bi kar anîne û bûne parçeke muhîm ji zimanê me. "Zimanê akademîk" bûye weke nexweşiyek û zimanê kitêb û nivîsên înternetê meḧf kiriye. Ferqiyek mezin di neqeba zimanê xelkê me û zimanê malperên weke Wîkîpediya çêbûye.

Va ne hinek nimûne ji guhertinên pûç, bê sebeb û ku tenê tevlîhevî çêdikin:

Kesekî 115 caran di nav nivîsa nivîsaran de "qebûlkirin" xistiye "pejirandin". Wekî dî jî gelek caran "dîn" xistiye "ol", "dinya" xistiye "cîhan" û "însan" xistiye "mirov". Ev tenê hinek nimûne ne. Belê, bêhtirê van gotinan têne fêmkirin lê hîç sebebek nîne ku werin guhertin. Li vir dijmintî li ser gotinên ji zimanê 'erebî hatiye kirin.

Komeke dî heye ew jî guhertina bi gotinên yan sixte/çêkirî yan jî soranî. Ji bonî nimûne, kesekî 590 caran gotina "kitêb" xistiye "pirtûk". Nimûnên dî: guhertina "deqe" bi "hûrdem", "siyasetmedar" bi "ramyar", "qelem" bi "pênûs" û "mîmar" bi "avahîsaz".

Heke em li axiftina xelkê xwe binerin, gotinên ku dijmintî li ser wan hatiye kirin gelekî têne bikaranîn û ti ferqa wan ji gotinên dî nîne. Ev bi qasî ḧemû gotinên zimanê me 100% kurmancî ne.

Ez dixwazim we hişyar bikim li ser meselekê. Em karin vî ḧalî bi tirkiya osmanî re qiyas bikin. Wextê ku welatê xwe ava kirin ji ber nasyonalîzmê dest bi "paqijkirina" zimanê xwe kirin. Netîca vî karî jî bû ew ku zimanê tirkî bi timametî ji zimanê osmanî qetiya û bû zimanekî nû. Vêce ew hew karin edebiyat û nivîsên xwe yî kevn di şiklê orjînal de bixwînin, divê ji zimanê xwe yî berê tercime bikin zimanê xwe yî nû. Talûkeke mezin heye ku heke ev karê kurmanciya "akademîk"/"xwerû"/... dewam bike em bikevin 'eynî ḧalî de. Guherto (gotûbêj) 14:13, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Silav Guherto, divê em di vî mijarê de bi awayekî hevsengî tevbigerin, ne zêde di bin bandora asîmîlasyonê de bin (ji xwe ne başe) ne jî bi tundî li hemberî peyvên biyanî bin. Lê divê hevalê ku li vir dinivîsin hinek xwedî lêkolîn bin. Her peyvên ku em dibêjin kurdî ya akademîk dibe ku wisa ne be. Mînak peyva Ol, ez bixwe qet bawer nakim ku ev peyv bi kurdî be. Li gorî mînakên wiha heta me peyvek ku koka xwe kurdî kifş kir divê em peyva ku ji aliyê gel ve tê bikaranîn binivîsin. Ligel vê yekê mînak Dinya û Cîhan ev herdu peyv ji aliyê kurdan ve tê bikaranîn. Peyvên wiha divê li gorî xwesteka bikarhêneran be. Ez bi xwe li gelek cihan peyva Cîhan dinivîsim jiber ku ev peyv bi kurdî ye û ji aliyê Kurdan ve jî tê bikaranîn. —Penaber49 (gotûbêj) 14:26, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Merheba @Penaber49, ez weke te nafikirim. Ne hewce ye gotineke ku "kurdî" ye were keşfkirin. Jixwe gotinên me hene û ev 100% kurdî ne, qedrê wan ji gotinên bi rayê kurdî yan arî/îranî ne kêmtir e. Ka ma çi yî gotina "kitêb" ne kurdî ye? Ev ne di bin bindestiyê yan asîmîlasyonê de ketiye nav zimanê me. Ev gotin li rojhilata navîn ḧemûyî heye. Kurmancî, farisî, belûçî, 'erebî, ûrduyî, peştûyî, tirkî, ... Tiştê ku ez dibêjim, hîç ḧewce nîne însan bikeve pey karê "paqijkirina" ziman ji ber ku ev tişt di her zimanî de hene, tiştên normal in. Her ziman ji zimanekî dî gotinan standiye, ne tiştekî hêja ye yek dijmintî li ser wan bike. Guherto (gotûbêj) 14:31, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav Guherto, li Bakurê Kurdistanê zextên li ser zimanê kurdî ji xwe diyar e. Ez dema ku bêjeyek dinivîsim yan jî wergerê zimanê kurdî dikim hinek peyv hene ku bi jiber zextên asîmîlasyonê di zimanê kurdî ya îro de jî tê bikaranîn û peyv ji sedî sed jî tirkî ye. Di rewşê wiha de ez li ser ferhengan lêkolîn dikim û peyva herî ku tê bira mirov bi kurdî ye bikar tînim. Di vê mijarê de jî armanca min ev ku di vî pêvajoya ku zextek tundî li ser zimanê kurdî heye, jibo zimanê kurdî bibim alîkar ku peyv winda nebin û neyên jibîrkirin. Ev rastî jî heye ku hinek peyvên ku bi tirkî û kurdî bi heman navê ne û peyv jî bi kurdî ye, ew ji xwe ne pirsgirêk e. —Penaber49 (gotûbêj) 14:53, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Belê rast e hinek gotin ji ber bindestî yan jî asîmîlasyonê ketine nav zimanê xelkê. Ji bo nimûne, li Bakur li hinek deveran "yas kirin" dibêjin ji bonî "nivîsandin". Ev 100% ji ber bindestiyê ye. Lê, problema li vir ne ew gotin in. Problema li vir ew e ku hinek kes ji ber vî tiştî dibêjin qê ḧemû gotinên ku ji zimanên dî hatine "asîmîlasyon" in. Ev ne rast e, gotinên weke "dinya, saet, kitêb, dîn, însan, qebûl kirin" zû de ketine zimanê me û zimanê me zengîntir dikin. Belê, gotinên weke cîhan û mirov jî kurdî ne, şibhe li wir jî nîne lê problem çêdibe wextê ku hinek kes diçin û tên li gora dilê xwe gotinên ji koma pêşî dixine ên koma 2a. Bere her nivîskar li gora dilê xwe dinya yan cîhan binivîsîne, le bere li gora dilê xwe ji yekî neguhere ya dî.
Ez dixwazim bidim pêş jî ku ev cewaba min ya ku wun dixwînin li ser gotinên sixte/çêkirî/soranî weke "pirtûk"/"hûrdem"/"pênûs" tiştekî nabêje. Guherto (gotûbêj) 15:09, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav Guherto, belê gotina rast e. Em dikarin wiha bêjin peyvên ku rasterast jiber asîmîlasyonê derbasî zimanê kurdî nebûye bila kes zêde neguherîne. Kîjan bikarhêner dixwaze bi van peyvên ku tu dibêjî bikar tîne bila bîne ew jî nebin pirsgirêk. —Penaber49 (gotûbêj) 15:19, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@MikaelF, @Ghybu, @Balyozxane, @Gomada, @Jiju, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, @Pispor, @Bibliophile, @Rewiye tine, @Ahmetbeg, @Avestaboy Merheba hevalino.
Bi rastî mijara zimanê kurdî, peyvên deyngirtî, meseleya standardkirinê û yên din gelek berfireh in, û problemên mezin jî dihewînin di nava xwe de. Hin ji van probleman jî ji bikarhênerên vî zimanî derdikevin holê. Ji bo ku gotin zahf dirêj nebe, hinekî bi kurtasî behs bikim ku hêja Bikarhêner:Guherto jî behs kiriye. Peyvên ji zimanên din deyngirtî di her zimanî de hene û ev peyv ji bo zimanê bideyngirtî dibe zengîniyekê. Lê belê hin kesên ku îlmê wan ê eleqedarê zimanê pir kêm in, zen dikin ku ev peyv "peyvên ne-bi-kurdî" ne. Di serî de dixwazim vê xeletiyê bînim ziman. Peyvên bideyngirtî jî peyvên kurdî ne, tenê rihên wan ji zimanekî din e. Yanî riherebîbûn, rihîngilîzîbûn, rihfransîbûna peyvan wan peyvan ji daîreya zimanê kurdî dernaxe, wan nake "nekurdî". Mixabin ku gelek kesên ku hêj vê ferqê nizanin li ser meseleya ziman û xisûsen li ser meseleya peyvên bideyngirtî û sadekirina zimanê kurdî xeber didan. Hema tenê xeberdana wan jî xelet e, bi vê kêmzanîna wan.
Ya didûwan, peyvên riherebî ên wekî "kitêb, qelem, defter, qebûlkirin" û peyvên rih-ewropî yên wek "sîstem, problem, lînk, televîzyon" û gelek peyvên din bi kurdî ne, ne "nekurdî" ne û di bi sedan çavkaniyên kevn û yên îro de cih girtine û digirin jî û berê û îro jî li kar in, di ferhengên kurdî de cih digirin, di çand û edebiyata kurdî de hene. Kesên ku van peyvan ji gotaran derdixin, gotinên kesên din asteng dikin, ev yek jî ne xizmetê zimanê kurdî ye, û zerareke mezin dide ziman û miletê me. Jixwe di praktîkê de zexmên li ser kurdan û zimanê kurdî li holê ye, polîtîkayên asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê hişk û xurt bûne, ger zimanê kurdî jî bi vî awayî were sansurkirin, ji ber zehmetbûn, zorbûna zimanê kurdî wê însanên me ji kurdî dûr bikevin. Jixwe wekî din jî min xeletbûna vê sansurê li jor îzah kiriye. Lewma sansurker bila bên astengkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:55, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav @Penaber49: , @Guherto: Hin tiştên ku tên gotin rast in. Lê belê, ne tenê ji neteweperestan , ji kevneperestan jî dijminatiya li hember peyvan heye. Ango her tim tê jibîrkirin. Ev mirovan li dijî her nûkirina ziman in. Dijminatiya li hember peyvên kurdî bi qasî redkirina temamî ya peyvên biyanî xirab e. Lewma ez ji bilî peyvên kurdî hevwateyan jî dinivîsim. Ez jî sernavê ji Siyasetmedar naguherim ramyar. Lê dema ku sernavên mîna pirtûk û pênûsê vediguherînin kitêb û qelem ez wê jî xirab dibînim. Mirov nikare bi tenê pêşketina zimanekî paşguh bike .

Avestaboy (gotûbêj) 15:46, 4 kanûna paşîn 2023 (UTC)

@Avestaboy Ger tirkek şûnda peyva yiyen "ê ku dixwe", peyva "akil" a osmanî bi kar bîne ew dibe kevneperestî. Ji ber ku îro ti tirk nabêje akil, dibe ku di osmanî de dihat bikaranîn lê belê îro nayên bikaranîn. Peyvên wekî kitêb û qelem di nav xelkê de tên bikaranîn lê belê ti kes pirtûk û pênûs nabêje. Îro kesê ku nû dest bi xwendinê dike gelek zehmet dikşîne heta ku hîn bibe ji ber ku nivîskarên me her peyva soranî wekî kurmancî qebûl dikin. Kesek heye şûnda peyva Genetîkê peyva "bomawezanî" bi kar tîne. Yanî ew çi peyva ecêb e ku mirov peyveke ewqas nezan bi kar bîne? Bi ya min divê em wîkîpediyayê ji peyvên soranî û çêkirî paqij bikin. --Balyozxane (gotûbêj). 15:04, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav @Balyozxane Di nav gel de kes peyva pirtûk nas nake ? Ew ne rast e. Min carekê belgefîlmek li ser Kurdên Sovyetistanê tema§e kir û di hevpeyvînê de hemûyan peyva pirtûk gotin û ne kitêb. Heke tu jêbirina hemî peyvên çêkirî dixwazî divê tu peyva têlefonê jî jê bibî. Ev peyv ji hêla Philipp Reis ve hat çêkirin. Min çend caran ji te re got ku dema peyv di nav gel û medyayan de tê bikaranîn ne peyvek xeyalî ye. Lê tu vê yekê fêm nakî û tu ne bêalî ne. Guhertina bi tundî ya peyvên ku tu qebûl nakî rawest e. P.S . Soranî jî kurdî ye. Avestaboy (gotûbêj) 18:18, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)

@MikaelF, @Ghybu, @Gomada, @Bikarhêner, @Jiju, @Penaber49, @KelêÛxelfetî, @Biyolojiyabikurdi, @Ferrus, @Pispor, @Bibliophile, @Rewiye tine, @Ahmetbeg, @Avestaboy

Silav gelî hevalan. Ez wisa bawer dikim ko hemû kesên li vir, bi dilekî pak ji bo zimanê me kar dikin. Pisporiya min di warê biyolojiyê de ye. Loma ez bi gelemperî gotarên derbarê biyolojiyê dinivîsim an jî sererast dikim.Dema ez gotarek dinivîsim bi dehan çavkaniyan dinêrim paşê gotarê amade dikim. Gelemperiya çavkaniyên min pirtûkên bi înglîzî ne. Li ba min kurd yek milet e, welatên wan Kurdistan e zimanê wan jî kurdî ye. Ango kurmancî jî soranî jî kurdî ye. Zimanê zanistê di kurdiya kurmancî de bi têra xwe çê nebûye. Loma dema pêdiviya min bi peyvek hebe û ew peyv di kurdiya kurmancî de tune be an jî peyvek ne belavî be, ez peyvê ji kurdiya soranî werdigirim û bi kar tînim. Gelo jo bo peyvên ko hê di kurdiya kurmancî de cîh nebûne kîjan baştir e? Peyvên ji zimanê biyanî an peyvên ji kurdiya soranî? Bikarhênerek bi navê Balyozxane heye. Min got ez çend gotarên wî bixwînim ka gelo çava dinivîse, lê ez rastê gotarên wî nehatim. Ez nizanim pisporiya wî di çi beşê de ye, lê li gor wî ew her tiştê baş dizane lê em nezan in. 2 sal berê ji ber tevgerên neyînî yên bikarhêner Balyozxane û hin kesên din motîvasyona min xira bû, min dev ji xebata li ser wîkîferhengê berda. Îcar heman kes hatiyê vira û dîsa li gor kêfa xwe xebatên min diguherîne. Ji kerema xwe, bikarhêner Balyozxane hişar bikin û bila dev ji xirapkirina xebatên min berde.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 15:54, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)

@Biyolojiyabikurdi Va ye gotarekê min Girê Mirazan (hemû) û Kurd (Ji xeynî beşa Ziman û piştî Civak û jiyana kurdan). Çi eleqeya kurdên kurmanc û soran hene? Tu çawa peyvên soranî wekî kurmancî bi kar tînî? Dema kurmancek bi soranekî re diaxive çiqas fêm dike? Hema bêje qet fêm nake. Soran ti tişt nakin ku zimanê xwe nêzîkî zimanê me bikin, hûn çima tiştek wisa dikin? Ji bo xêra dê û bavên xwe, fêmkirina kurdî zortir nekin. Jixwe xelk nezan e em çima zimanê xwe bi peyvên çêkirî yan soranî zortir dikin? --Balyozxane (gotûbêj). 16:10, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)


Silav hevalno, ev niqaş tenê enerjiya hevalan bi awayekî virtûvala xerc dike. Heta em bi tiştê wiha re dema xwe vala derbas dikin çima gelo jibo pêşketina wîkîpediyayê naxebitin? Mixabin ev nîqaş li cih nîne. Bi ya bin be bila ev niqaş bê bidawîkirin. Jibo hinek fikrê cûda divê bikarhêner yek bi yek bi hev re biaxivin. Ew dem êdî bi awayekî baş û aqilane mirov dengê hev seh dike, Bi silav û rêz. —Penaber49 (gotûbêj) 16:26, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Penaber49 hevalên wekî Biyolojiyabikurdi dibêjin hemû peyvên soranî kurmancî ne. Loma divê em biryarekê bidin yan em ê peyvên soranî bi kar bînin yan jî bi kar neyînin. Bê biryar gotûbêjên wisa mixabin ne mimkûnê ku bi dawî bibe. --Balyozxane (gotûbêj). 16:33, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Balyozxane Heke kesek got ko “Çi eleqeya kurdên kurmanc û soran hene? Soran ti tişt nakin ku zimanê xwe nêzîkî zimanê me bikin” Li ba min ew kes rihê kurdiyatiyê fehm nekiriye. Loma ji kerema xwe ji karê min dûr bisekine, pisporiya te li ser kijan babetêye here li wir binivîse. Te xwe ji bo rêvebiriyê endam nîşan kir,me ne pêjîrand.Tu çima mîna rêvebir biryar digirî? Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 16:40, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav Balyozxane mixabin li vir em tu encamekê bidest naxin. Jibo cudahî, pêşniyar, yan jî divê yek bi yek mirov bi hev re biaxive. Mînak tu dikarin ji mamoste @Biyolojiyabikurdi: di derbarê vî mijarê de bipirsî ka fikrê wî çiye. Ew dem tu dikarî bi fikreke hevpar bigihîjî biryarekî. Dema ku me li vir nivîsî kes dengê kesî seh nake. —Penaber49 (gotûbêj) 16:44, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Biyolojiyabikurdi Birêz, ez ti biryar nagirim. Ez fikrê xwe dibêjim. Ma heqê min nîne bibêjim? Herwiha xuya ye haya we ji ruhê wîkiyê nîne. Li vir rêveber tenê xîzmetkar in, loma ferqek di navbera bikarhêner û rêveberan de tine ye. Li ser wîkîferhengê jî eynî ye.
@Penaber49 Birayê delal, mijarên gelemper li ser Dîwanê tên axiftin. Ew ne tenê pirsgirêka min û biyolojibikurdi ye. Ma te qet li wîkiyên din nenêrî? Di her mijarê de biryareke gelemper digrin û li gorî wan tevdigerin. --Balyozxane (gotûbêj). 16:55, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Silav Balyozxane, bira ez te bi awayekî baş fem dikim. Li ser wîkîpediya me her kes xwedî fikreke cuda ya. Dema ku di em di warê hinek tiştan de bi awayekî tund israr bikin ev jî dibe sedema belavbuna bikarhêneran û xebat têne rawestandin. Dibe ku di derbarê xwesteka xwe de ji sedî sed rast bêjî. Bi vî awayî ku em dikin nabe, jibo me nabe. Mînak em dikarin ji mamoste @Biyolojiyabikurdi: bixwazin ku heta ji destê wî tê peyvên soranî mînîmalîze bike. Mînak jibo hevalên ku bi awayekî tund li dijî peyvên deyngirtî yên wekî siyaset, siyasetmedar, kitêb û hwd bila zêde neguherînin. —Penaber49 (gotûbêj) 17:27, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)

@Penaber49 Bila hinek xebat raweste ew ne muhîm e. Ev mijar li ser hebûn û tunebûna kurdiyê ye. Îro gelek nivîskar vê xeletiyê dikin ku "zimanekî akademîk" çêbûye û xelkê nezan dûrî xwendin û nivîsandina kurdî dike. @Biyolojiyabikurdi Bala xwe bide heta niha min ti car gotarên te neguhart. Tenê sererastkirinên biçûk kirin. Tu her tim "ko" şûnda "ku" dinivîsî ez wê jî naguhêrim ji ber ku naxwazim bi te re bikevim nîqaşekê û bêhemdî dilê te ji wîkîpediyayê sar bikim. Di mijara peyvên soranî de tu dibêjî qey tu tiştekî baş dikî lê belê binêre kesek di derbarê te de çi gotiye [8] "Zimanê wî gelek hêsan e lê hinek peyvên "akademîk"* hene ku meriv jê fehm nake. Ne xem e, jixwe Mamoste di bin gotarên xwe de peyvên ku nayên zanîn bi îngilîzî û tirkî nivîsandiye." Yanî kurdê ku inglîzî û tirkî nizanibe, nikare gotarên te bixwîne. --Balyozxane (gotûbêj). 17:43, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Xwezî hevalên @Ghybu, MikaelF, û Gomada: jî tevlî vê gotûbêjê bûne. --Balyozxane (gotûbêj). 17:44, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Bi min pirsgirêka herî mezin ew e ku kurd her ku diçe bi mantiq û rêzimana tirkî kurdî dinivîsin; bo mînak, niha, ergatîvîtî wekî berî nê bikaranîn... Herwiha li ser vê mijarê nêrîna Roşan Lezgîn binêrin: [9]. Ghybu (gotûbêj) 23:34, 6 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Min sêr kir, Roşan Lezgîn hemû gotinên me ji me baştir îfade kiriye. Ez dibêjim hevalên @Avestaboy û @Biyolojiyabikurdi vê vîdeoyê temaşe bikin. Herwiha vê gotarê jî bixwînin dê baş be.Çend Kêşeyên Veguhestinê ji Kurdîya Soranî bo Kurdîya Kurmancî
Di mijara ergatîvitiyê de divê bibêjim ku ger em fêmkirina zimanê xwe hêsantir bikin, wê demê xwendevanên me ji kitêb û gotarên ku dixwînin hînî ergatîviteyê bibin. --Balyozxane (gotûbêj). 00:17, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Loma bi ya min problema mezin ne ergatîvite lê belê fêmkirina zimên e. --Balyozxane (gotûbêj). 00:18, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Baş e, edî em kurmancî bi tirkî biaxivin her kes jî fam dike: pirsgirêk ne ma :) Min li jor got ku kurdî (hevokên kurdî) hêdî hêdî bi mantiqa tirkî tê nivîsandin: ergatîvite jî tenê mînakek e... Çima ergatîvite kêm tê bikaranîn ji ber ku di rêzimana tirkî de tine ye. Ghybu (gotûbêj) 00:47, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)
@Ghybu Xebera te ye. Ew jî problemeke mezin e lê belê çareserkirina wê ne di destê me de ye. Em li ser tiştê ku em dikarin bikin xeber bidin çêtir e, ne wisa? --Balyozxane (gotûbêj). 00:54, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Roja we tev de xweş be! Gotûbêjkirin çandeke gelekî muhîm û medenî ye. Loma kêfxweş dibim gava dibînim kurd bi hev re li ser mijaran gotûbêjê dikin. Lê mixabin gotûbêjên me gelek caran bi zimananekî tûj pêk tên. Hêvî dikim em bikaribin bi bêhnfirehî li ser pêşniyazên hevdu bifikirin û wisa bersivên xwe bidin. Bi ya min eger di kurmancî de peyveke zanistî kêm be yan divê ji latînî/yewnanî yan jî heke di soranî de peyveke berbelav hebe dikare jê bê girtin, ne hewce ye em ji bo her zimanê kurdî peyveke nû çêkin. Herwiha ne baş/rast e ku em gotinên rojane bi hin gotinên çêkirî biguherin. Bi xêra xwe vê peyva dîn hew bi ol biguherin. Dîn rast e, di zimanê me de tê gotin û kurdî ye. Gotinên hevwate (nimûne: qebûlkirin-pejirandin) ne hewce ne bi hev bên guhertin. Qewet be ji we re!—Gomadapeyam 13:36, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)

Eve gotûbêjeke balkêş û giring e, xwezîka gotûbêja rojane ya zimannas û rewşenbîrên kurd jî bûya. Em di Wikipedia de me, divê mirov wek pîvang bigire, ku eve Wîkîpediya kurdî ya azad e. Li vir sensûrker tune ne û xebatkarên aktîv nayên astengkirin, ji ber ku ji bo me gelek hêja ne. Gelek spas ji bo karê we li Wîkîpedya kurdî, hûn her hebin! --MikaelF (gotûbêj) 19:45, 7 kanûna paşîn 2023 (UTC)
Silav hevalno, biborin bersiva min a dereng. Ez we hemiyan pîroz dikim ji ber ev giftûgoya girîng a ku we aniye ziman. Rast e, di zimanê me de cend pirsgirêk hene lê mîna ku em dizanin dîtina careserîiyan pirr bi zehmet dibin. Û xuya ye ku dîtina careseriyê ji bo pirsgirekeke ewqas bingehîn gelekî hêz û motîvasyona me dixwe. Ez ne zimannas im, lê yê ku ez dizanim ew e ku ziman tistekî zindî ye, tê guherî û hertim xwe ji nû ve ava dike... û carinan ev tê vê wateyê ku gotinên nû dikevin navê, gotinên kevin winda dibin û gotinên windayî dîsa ji nû ve têne kisfkirin. Fermo, pêsniyara min ev e ku:
  • heger bikarhênerekî gotarek nû nivîsandibe û ji bo gotarê 2,3,4 peyv/nav bêne bikaranîn, bila bikarhêner bi xwe navê gotarê yê sereke hilbijêre. Wek mînak: Ger min gotarek li ser cihan/dinya nivîsand û ger min peyva "cîhan" hilbijart, vêga bila navê gotarê "cîhan" be. Bila dîsa jî beralîkirinek bi navê "dinya" bê avakirin. Bi vî rengî kesê ku li "dinya" digere, wê ber bi gotara "cîhan" ve bê beralîkirin.
  • Û heger ji bo gotarekê 2,3,4 ... peyv bên bikaranîn, em di gotarê de hemî peyvan binivîsin (wek mînak: "Cîhan yan jî dinya, bi taybetî li gorî dîtina mirovî, ev erdzemîn (rûyê erdê) ye ku ...)"
  • Bi vî rengî enerjî û motîvasyona bikarhêneran bi awayeke erênî kare bê bikaranin.
Min hinik ma ji bîr kir bibêjim: Sersala we pîroz be. Ferrus (gotûbêj) 18:32, 10 kanûna paşîn 2023 (UTC)