Xeze

(Ji Xaze hat beralîkirin)


Xeze
غزة Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bajar, bajarê mezin û municipalities of the State of Palestine Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
غزة Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xeze li ser nexşeyê
Map
Xeze li ser nexşeya Filistîn nîşan dide
Xeze
Xeze
Koordînat: 31°31′Bk 34°27′Rh / 31.517°Bk 34.450°Rh / 31.517; 34.450
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletDewleta Filistînê, Îsraêl, Misir, Mandatory Palestine, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Bîzansê, early Islamic period in Palestine, dewleta Memlûkan, Keyaniya Orşelîmê, Împeratoriya Romê, Israeli-occupied territories Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Gaza Governorate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • occupation of the Gaza Strip by the United Arab Republic
  • Şirîta Xezeyê
  • Gaza Governorate Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnêSedsala 15an b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarNizar Hijazi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî45 km2 (17 sq mi)
Bilindahî
30 m (100 ft)
Nifûs
590.481 (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xeze an jî Bajarê Xeze (bi erebî: غزة‎; bi îbranî: עזה‎) bajarê herî mezin ê di nêv Şirîta Xezeyê de dimeye û ji sala 1994an vir ve wek de jure di bin kargeriya Herêma Otonom a Filistînê de ye. Lê ew ji hezîrana sala 2007an vir ve wek de facto di bin kargeriya Hemasê de ye. Li navenda bajêr nêzî 400.000 kes dijiye, lê bi bajarên derdorên nêzik ve nifûsê xwe digêhe 1,4 mîlon kes.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xeze yek ji bajarên dinêyê herî kevin e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê heta sedsala 12an b.z. bi Misira Kevin ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî.

Bi sedsala 6an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xeze dîsa kete destên Misiriyan jî çend sala pê re bi dest Babîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destên Împeratoriya Partî. Ew ji Îskenderê Mezin şunda jî bi dest Selekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tunekirin.

Ew di dema Împeratoriya Romê şûnda hat avakirin. Ew ji Romayê şunda di destên Bîzansê de ma û bi sedsala 7an re jî bi dest misilmanan ket. Ew bi hatina xaçperest re di sala 1100î de bi dest xaçperestan ket. Ew heta ku ji hêla Selahadînê Eyûbî di sala 1170an de hat helgirtin di dest Xaçparêzan de ma. Ew pê memlûkan re heta şerê cîhanî yê yekem di dest osmaniyan de ma. Di 7ê çiriya paşîn a 1917an de ew bi dest Împeratoriya Brîtanyayê ket.

Ew li vê şunda bi Şirîta Xezê ve tev wek Mandaya Filistînê di dest Împeratoriya Brîtanî de, ta ku di sala 1948an ji hêla Misirê hat destxistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistina Îsraêlê di Şerê Şeş Rojan, di dest misiriyan de ma.

Îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xeze îro bi Şirîta Xezeyê ve wek herêmeka Herêma Otonom a Filistînê xuya dike jî di bin kontrola Hemesê de ye. Lê ew nêzî salek e ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraêlê de ye. Di êrîşên Îsraêlê ên 27-28ê kanûna pêşîn a 2008an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]