Zaro TV

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Zaro TV
Destpêk22'ê berfanbarê 2013
WelatKurdistan
Zimankurdî
Malperwww.zarotv.com

Zaro TV kanaleke hikûmî ya taybet a bi zarokan a Başûrê Kurdistanê ye. Baregeha wê li bajarê Hewlêrê ye, ser bi Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di roja 22.12. 2013 li bajarê Hewlêrê dest bi weşana xwe kir. Li Kurdistana Iraqê cara ewil bi awayeke fermî ji bo zarokan kanalek bêt vekirin.[1]

Helgurd Cundiyanî, birêvebirê kanalê da zanîn ku ew kanal bi kalîteya (HD) dest bi weşana xwe dike û di heman demê de bi zaravayên soranî û kurmancî programên xwe belav dike [2]. Berpirsyarê Weşana Giştî yê Zaro TVê di axaftina xwe ya vekirinê de destnîşan kir ku vekirina televîzyoneke zarokan zor e û wiha got: "Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re kanalek hat vekirin. Ev yek bi rastî jî, ji vekirina kanaleke nûçeyan zortir e.”[3]

Zaro TV bo xizmetkirin bi zarokên Kurdistanê hatiye damezrandin û niha jî li ser sîstema dîjîtal bernameyên xwe bo navxweyê (hundirê) Herêma Kurdistanê diweşîne û biryare di pêşerojeke nêzîk de li ser peykên (heyvên destkird) dest bi weşana bernameyên xwe bike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ http://www.trtnuce.com/haber/cand-huner/qenela-zarokan-zaro-tv-vebu-16266.html
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 nîsan 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 9 îlon 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://rudaw.net/kurmanci/culture/221220131