Here naverokê

Îshaq: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Content deleted Content added
Bangin (gotûbêj | beşdarî)
B Guherandina 172.180.152.236 hat betal kirin, vegerand guhartoya dawî ya 141.84.69.20
Kurteya guhartinê tine
Rêz 10: Rêz 10:


Derbaz
Derbaz

==Grêdanên derve==
*[http://www.scribd.com/doc/186639/SERHATIYA-BIRAHIM/ Serhatiya Birahîm û Îshaq]



[[category:pêxember]]
[[category:pêxember]]

Guhartoya 12:15, 14 çiriya paşîn 2007

Hz. Îbrahîm du jinên xwe hebûn. Navê yekê Sarê û navê yê din jî Hacer bû. Hz.Îshaq lawê Hz. Îbrahîm û jina wî yê bi nav Sarê ye. Hz. Îshaq bi şiklekî mûcizevî hatiye dinê. Di rojina bûyîna wî da bavê wî sed û bist salî û dîya wî jî nod salî bû. Di pêşiyêda qet zarokên Sarê nedibûn. Ji ber vî yekê Hz. Îbrahîm bi Hacer ra zewicî û lawekî wan bi nav Îsmaîl hat dinê. Ji bona vî yekê jina yekemîn Sarê gellekî xemgîn bû û ji Xwedê zarokek xwest. Xwedê jî va dûayê wî qebûl kir û Îshaq hat dinê.

Va bûyera di Quran a Piroz da aha tê neql kirin:" Û bi sond elçîyên me bi mizginîyê hatin li ba Îbrahîm û gotin " Silav". Wî jî silava wan ragirt û bi lezî çû û ji bona wan ra golikekî pêjandî hanî. Gava Îbrahîm dît ku ewna qet destê xwe dirêjî wî (xwarinê) nakin, bêkêyf bû û tirsek ket dilê wî. Wana got " Qet metirse, em ji gellê Lût ra hatine şandinê". Jina wî li pîya bû û bi wan keniya. Êdî me jî ji wî ra mizginîya Îshaq û dûra jî yê Yaqûb da. Jinikê got " Ez jinikekî pîrim, mêrê min jî kalikek. Ezê çer zarokan bînim? Bi rastî va tiştekî matî ye". Wana (elçî) gotin " Ey jina malê. Êdî gava ku dilovanî û pîrozahîya Xwedê li ser weye, tu çer ji karê Xwedê ra mat dibî. Ew Hamîd û Comerd e ". (Sûreta Hûd 11/69-73)

Hz. Îshaq di pirtûkên dîrokî da aha tê neql kirin: Ew yekê bejn dirêj, bi sûretekî xweşik, gotinên xwe rast bû û di kaltîya xwe da porr û rîya xwe êdî sipî bûn. Ji Hz. Îshaq ra du lawên bi nav Yaqûb û Ays bûne. Yaqûb yek ji pêxamberên Xwedê ye û bavê Hz. Ûsif e.

Hz. Îshaq di Quran ê da aha hatîye meth kirin: "Ey Mihemmed; tu qûlên me yên bi hêz û sehîker bi nav Îbrahîm, Îshaq û Yaqûb jî bîne bîra xwe. Me ewna kirine mirovên bi dil û can ku yên dinê din (exîretê) tînin bîra xwe. Bi rastî ewna li ba me jî mirovên bijartî û qenc in." (Sûreta Sad 38/45-47) Hz. Îshaq di piştî mirina Hz. Îbrahîm, ji welatê Şam ê ra bi pêxembertîyê hat şandin.

Di gora riwayetan Hz. Îshaq kêm û zêde sed û şêşt salan jîyaye û li Filîstin ê li nêzika Qudis ê wefat kirîye.

Derbaz

Grêdanên derve