Çarşiya Şewitî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çarşiya Şewitî, taxeke dîrokî ya Amedê ye.

Çarşî tam di nava (navenda) sûrên Amedê de û li taxa Balixçîlarbaşiyê ye. Beriya ku bişewite di binê vê çarşiyê de dikan hebûne û sinetkarên wek zêrker, zîvker hwd sinetên xwe îcra dikirin.

Sînorên vê çarşiyê ji kêleka Mizgefta Mezin heta Camiya Sînê ye. Ev çarşiya mezin di zemanekî de pir navdar bûye. Çarşî tam di nava (navenda) sûrên Amedê de û li taxa Balixçîlarbaşiyê ye. Beriya ku bişewite di binê vê çarşiyê de dikan hebûne û sinetkarên wek zêrker, zîvker hwd sinetên xwe îcra dikirin.

Tê gotin, beriya ku çarşî bişewite, di sala 1914’an de esnafên ermenî, suryanî û kurd digel hev sinetên xwe îcra dikirin, karên xwe dimeşandin û di nava wan de tu problem tunebûye heta Şerê Cîhanê yê yekem. Ev çarşiya mezin û kevnare di tebaxa 1914’an de nîvê şevê dişewite. Şewate ji Bazara Genim (bi tirkî: Buğday Pazari) dest pê dike û di demeke kurt de ji pêşiya Mizgefta Mezin heta Çarşiya Melek Ehmed Paşa, Xana Borsayê ya kevn û Çarşiya Çilingdaran agir bi her derê dikeve. Xan û û mixazeyên herî mezin hemû dişewitin, tu tiştek ji vê şewatê xelas nabe.

Di vê şewata mezin de 1200 dikan û çend heb jî xan bi temamî dişewitin. Piştî Şerê Cîhanê ev çarşiya qedîm ji nû ve tê avakirin. Dîsa tê gotin ermenî û suryaniyên wê demê sinetkarên herî navdar bûne. Mixabin îro di vê çarşiyê de sinetkarên wek ermenî û suryanî qet nemane. Esnafên vê çarşiyê îro bi temamî kurd in. Çarşî di nav zeman de gelek caran hatiye restorekirin.

Mixabin îro ev çarşî zehf nûjen bûye. Li şûna xan û dikanên kevn dikanên nû hatine avakirin. Îro li vê çarşiyê ji sol û cil û bergan bigirin heta xişir, xalîçe û eşyayên kevn her tişt tê firotin. Hin esnaf li vê çarşiyê tiştên wek sobe, niqre, misîn, zîn û kurtanan çêdikin û difiroşin. Hin esnaf jî tiştên wek titûn, pelê cixara, çaya qaçax difiroşin. Gava mirov li vê çarşiya navdar digere li ber bayê sed sal berê dikeve û pê re bêhna mirovî fire dibe.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mustafa Gazi, NETKURD.