Mizgefta Mezin a Amedê

(Ji Mizgefta Mezin hat beralîkirin)
Mizgefta Mezin a Amedê

Mizgefta Mezin an jî Mizgefta Bilind (bi tirkî: Cami-i Kebîr, Ulu Camii) navê mizgefteke navdar a Amedê yê. Li ser bedena Amedê hatiye avakirin. Mizgefta herî kevn a li Bakurê Kurdistanê ye.

Gorî dîroka Osmaniyan ev mizgeft berê dêr bûye û wergerandine mizgeftê. Bi texmînî di sala 639'î de ji dêrê wergerandine mizgeftê. Lê mêjûyê avakirina wê nayê zanîn. Nêzîkî Deriyê Mêrdînê ye.

Ji aliyê mîrên Kurdistanê ve gelek caran hatiye nûkirin. Gorî baweriya Îslamê pêncemîn mizgefta pîroz e. Mizgeft gorî mezheba Şafî hatiye temîrkirin. Kevirên bi nirx ên ji Rihayê anîne hatine bikaranîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]