Çatel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo xwarina masiyan, dawiya sedsala 19emîn

Çatel alavekî xwarinê ye. Herwekî ji alavên çandiniyê yên ku dişibin çatelan re jî tê gotin.

Diroka çarteliyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyv jê çar+telî tê û peyveke Kurdî ye. Ango tê wateya "tişta ku çar telî (bêçî, finxur, enxur) ye". Herçendî hin çatel sê yan gelek bêçiyan wan hebin jî bikaranîn heman e. Tê texmînkirin ku bav-kalên Kurdan bo cara pêşîn wan bi çar bêçiyokan çêkirine.

Ji zimanê Kurdî û zimanên Îranî derbasî zimanê Romî (Tirkî) jî bûye û Tirk jî dibêjin çatal. Bi destê Bîzansî û Împeratoriya Roma li Ewropayê belav bûye. Di serdema navîn de bi qasî demekê dirêj ji aliyê dêra katolîk ve bi şibandina sîmbola mîtolojîk a şeytan hatiye qedexekirin.

Cureyên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dargulî: Çatela mezin e, di pêjgehan de bo ji quşxaneyê xwarinên neron parve bikin tê bikaranîn. Bo mînak ji bo qetên goşt an kufteyan. Du yan zêdetirî tiliyên wê hene.
  • Çiqilk: Yek çiqilek (tiliyek) wê heye. Bo belavkirina xwarinan e lê hin cureyên wê yên nûjen û biçûk hene ku li ser destexaneyê jî tên bikaranîn. Bo mînak bo xwarina xingal, kartola biraştî. Mirov dikare çatelên biçûk (pirranî ji plastîkê û bo xwarina xurînî, hamburger ûêd) jî bi heman navê bi nav bike.
  • Sêtêlk, sêtelik an sêtilîk: Ên ji sê tilî, çiqilkan pêk tên. Pirranî bo şîraniyan in.