Çay (vexwarin)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pela çayê
Kulîlka çayê
Hilberîna çayê di cîhanê de.
Hilberîna çayê (2010)
Rez Welat Hilberîn
(ton)
 
   1  Çîn 1.467.467
   2  Hindistan    991.180
   3  Kenya    399.000
   4  Srî Lanka    282.300
   5  Tirkiye    235.000
   6  Viyetnam    198.466
   7  Îran    165.717
   8  Îndonezya    150.000
   9 Arjentîn    88.574
   10  Japon    85.000
       Cîhan 4.518.060

Çay navê vexwarineke navneteweyî ye û bi kelandina pelgên hişkkirî ya di avê de pêk tê. Li gorî cûreya pelgên gihaya çayê, tehm û rengê vexwarinê tê diguherî. Yek ji cûreyên çayê yên herî naskirî çaya reş e.

Çay demkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jı bo amadekirina çayê gelek tarîf hene.

Metoda klasîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê û li gelek derên cîhanê çay bi metoda klasîk tê amadekkrin. Ev metod wiha kare bê tarîfkirin:

Berî her tiştî du çaydank tên amadekirin: yeka mezin ji bo kelandina avê, yeka biçûk jî ji bo tevlêdana pelgên hişk ên çayê. Di destpêkê de di çaydana mezin de av tê kelandin. Ji bo ku çaydan germ bibe, pêşî ava germ tê de tê çelqandin. Serê her qedehekî, kefçiyek ji pelgên çayê têxin çaydana biçûk û ava ku di çaydana mezin dikele têxin nav.

Metoda pratîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Metodeke din heye ku gava meriv bi rêya vê metodê çay amade bike, wê çaxê paqijkirina çayê siviktir e. Sedema vê yekê ev e ku pelgên çayê, berî hate kelandin, di tûrikên biçûk ên xetî an jî pembûyî porsyonkirî ye.

Tûrikê pembû yan jî yê fîltre ku tê de porsyonên çayê hene, di nav çaydaneke ava kelandî de tê xistin. Piştî 3-5 deqqe ew tûrikên cayê wê jê bên derxistin û ava çayê ya kelandî tê îkramkirin.

Her weha bibînin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: çay – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir