Çekem (dar)
Xuyakirin
Çekem | |
---|---|
![]() | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Pinophyta |
Çîn: | Pinopsida |
Kom: | Pinales |
Famîle: | Cupressaceae |
Cins: | Juniperus |
Cure: | J. sabina |
Navê zanistî yê latînî | |
Juniperus sabina L. |
Çekem (bi latînî: Juniperus sabina) cureyekî dara merxê ya binkî ya gerûya û başûra Ewropa û rojava û gerûya Asya ye. Li bilindiyê di navberê 1.000 û 3.300 m diçê. Çekem dareke tim kesk e û pelên xwe naweşîne. Li Kurdistanê bi taybetî zozanên bilindên serhedê de çekem zehf hêşîn dibe.
Bijişkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çekem ji bê ra rind e. Ava ku teva pelçên çekemê kelî bera teştan didin û şivên ku ji darê çekemê jêkirin li ser didin hev. Mirovî bawi tê xwe li ser dirêj dike û lihêfekê digirin ser. Nexwaş dibin lihêfê da xu dide. Li wir hetanî demekê dimîne. Rin xudide. Paşê kincên xwe li xwe dike û dihere vehesî dike. Bi vî karî ra dibên ketina çekemê. Dixwaze ku mirovî di çekemê de bol bol avê vexwe ku ava ku ji bedenê çûyî qerebû bike.
![]() | Ev gotara têkildarî daran şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |