Here naverokê

Çemê Miradê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Çemê Mûradê hat beralîkirin)
Çemê Miradê
Çemê Miradê li deşta Mûşê
Cih
Herêm Bakurê Kurdistanê
Parêzgeh Agirî, Muş, Çewlîg, Xarpêt
Taybetî
Dirêjayî      722 km
Robar
Cihderk Agirî (parêzgeh)
Map
Çemê Miradê
biguhêreBelge

Çemê Miradê yan jî Çemê Muradê, yek ji çemên mezinên li Bakurê Kurdistanê ye û çavkaniya sereke ya çemê Firatê ye. Çemê Miradê bi yekbûna şaxên ku ji Giyadîn a navçeya Agiriyê li bakurê Gola Wanê dest pê dike û piştre bi avgirtina du şaxên din destpê dike û heya ki digihîje çemê Firatê (li Xarpêtê dirêjahiya Çemê Miradê digihîje 722 kîlomêtre. Çemê Miradê ji çavkaniya xwe yê sereke ji bakurê Gola Wanê destpê dike û ber bi rojava ve diherike.[1]

Ji berfa çiyayan sûdê werdigire û hêza hieîkançemêwê digihîje heta 2.500 m³/s. Hinek ji çemên ku digihîjin wê ev in: Çemê Heftreng, Çemê Lîzê, Çemê Şehîd, Çemê Badîşah, Çemê Goşkarbaba (Koçkarbaba) hwd in.

Piştî ku çem di Deşta Diyadînê re derbas dibe û şaxên ku ji herêma Eleşkirtê ya nêzî bajarê Agiriyê tên digire, ber bi başûrê rojava diherike û xwe digehîne Deşta Milazgirê. Piştî wergirtina Ava Xinûsê ya ji Çiyayên Çewlikê dadikeve, milên hişk dikşîne û ji aliyê bakur ve dikeve Deşta Mûşê û Ava Reş a ku ji Çiyayê Nemrûdê tê werdigire. Piştre ber bi rojava ve diherike ku di nav tengav ên teng û di ber Paloyê ve derbas dibe. Ji aliyê çepê ve Çemê Harinketê ku ji aliyê Xarpêtê ve tê û Çemê Munzir-Perî ya Dêrsimê (şaxa herî girîng) ji aliyê rastê ve digire û ji aliyê Kebanê ve bi şaxê din ê Firatê ve bi Çemê Avareş ve tê girêdan. Bendava Kebanê jêrzemîna çemê Miradê vediguherîne goleke mezin. Li ser Çemê Miradê bendav ên wekê Bendava Beyhanê, Bendava Kelekoya Jêrîn û Bendava Kelekoya Jorîn hatine avakirin.[1]

  1. ^ a b "Murat River | river, Turkey | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 nîsan 2022.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]