Deşta Mûşê

Deşta Mûşê yek ji deştên tektonîkî yên Bakûrê Kurdistanê ye ku 80 kîlomêtre dirêjahî û 30 kîlomêtre firehiya deştê heye. Lî seranserê milê başûr çîyayê Xaçê Reş û li seranserê milê bakûr jî çiyayê Şerefdîn û milên wî cih digire. Li dawiya rojhilatê deştê dehleke avî û stratovolkana Nemrûdê heye. Deşt bi piranî devereke çandiniyê ye û mêrg e.
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Rojhilat Çîyayê Nemrûdê û navçe Norşîna Bidlîsê, li başûr, Çîyayê Xaçê Reş, li bakûr Çîyayê Şerefdîn û milên wî li rojhilat navçeya Bongilana Çewligê cîh digire. Rûerda deştê 1650 km² ye.[1]
Çemên deştê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li rojhilat Çemê Ava Reş, li bakûr Çemê Miradê cih digire. Dirêjiya Çemê Ava Reş 68 kîlomêtroye ku ji binê çiyayê Nemrûdê derdikeve û piştê herikîna li seranserê dirêjahiya deşta Mûşê tevlê Çemê Miradê dibe.

Navçe û gundên deştê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di deşta Mûşê de navçeya Dêrxas, Tîl, bajarê Mûşê û gelek gund û bajarok cîh girtiye. Li herêmê roniştvanên ku di herême deştê rodinin bi navê "deştî" tê binavkirin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ "Erdnîgariya Mûşê". mus.meb.gov.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2023.
| Ev gotara li ser cihekî erdnîgariyê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |