Herekol
Xuyakirin
(Ji Çiyayê Herekolê hat beralîkirin)
Çiyayê Herekol | |
---|---|
Bilindayî | 2838[çavkanî hewce ye] m |
Cih | Sêrt-Şirnex, Bakurê Kurdistanê, Tirkiye |
Zincîreçiya | Toros |
Koordînat | 37°45′49″Bk 42°28′10″Rh / 37.76361°Bk 42.46944°Rh |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Çiyayê Herekol (bi tirkî: Yazlıca Dağı) çiyayek ji çiyayên mezin ên Bakurê Kurdistanê ye. Herekol li herêma Bohtan yek ji zozanên herî bi nav û deng e. Zozanê Mîrê Bohtan bûye. Herekol niha di destê eşîra Garisan de ye.[çavkanî hewce ye] Tê gotin demek berê eşîra Garisan ji bo Mîrê Botan hin kesan kuştine û hatine kuştin jî. Şûnve Mîre Botan bang wan kiriye û gotiye hûn ji min çi bixwazin ez ê bidim we. Garisan jî ji Mîrê Botan Herokol xwestiye. Mîrê Bohtan daye wan. Ji bo wê di derheqê Herekol de dibêjin "Xwîna Mêra" ye.[çavkanî hewce ye] Herekol di dilê Garisan de gelek şîrîn e. Gelek cara ji bo Herekol şer kirine.
Navên cihên Herekolê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zozanê Jor
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Deşta Sor
- Kaniya Bûzî
- Xuhka
- Bêma Ber Egir
- Bana
- Bemka Axîn
- Bêmeskpikê
- Bêmê Zêr
- Bemê Raşê
- Kevirê Qul
- Berkê Benqenot
- Kurtka Sevê
- Keviya Berfê Pîrê
- Dula Delarûtê
Zozanê Jêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ava genima
- Kaniya Şeşo
- Deşta Rava
- Teviya Giredayî
- Boriye Şikeftkê
- Çemê Hêliz
- Girê Barana
- Geliyê Tijêx
- Serkaniya Rû
- Dûla Zer
- Şikefta Kuştiya
- Girê Baranê
- Kunavê
- Stukorê
- Kelha Sar
- Merga Duşu
Gotinên li ser Herekolê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Herekol e / Têr şîr e / Têr panîr e.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara têkildarî çiya an rêzeçiyayan şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |