Çiyayên Xamirpêtê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çiyayên Xamîrpêtê
Bilindayî          2.879 m
Cih Gimgim-Xinûs-Kop-Qereçan
Koordînat 39°11′5.64″Bk 41°51′42.12″Rh / 39.1849000°Bk 41.8617000°Rh / 39.1849000; 41.8617000
Çiyayên Xamîrpêtê li ser nexşeya Mûş nîşan dide
Çiyayên Xamîrpêtê
Çiyayên Xamîrpêtê
Çiyayên Xamîrpêtê li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Çiyayên Xamîrpêtê
Çiyayên Xamîrpêtê

Çiyayên Xamîrpêtê, rêzeçiyayekî volkanîk e ku li ser sinorên parêzgehên Mûş û Erzîromê ye û li ser xaçesinorê navçeyên Gimgim, Kop, Xinûs û Qereçanê ye.[1]

Çiya li rojhilatê Gola Xamirpêtê ye û bilindahiya çiyayê digihîje 2879 mêtreyan.[2]

Erdnigarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdnîgariya Xinûsê

Çiyayên Xamîrpêtê di navbera deşta Xinûs û Çemê Miradê de weke girseyeke çiyayî xuya dibe.[3][4] Çavkaniyên wê yên avê yên dewlemend hene û hin deverên çiyê ji tebeqeyên kelkerî pêk tên.[5] Çiya Gola Xamirpêtê ye ku yek ji golên herî bilind û baş parastiyê Bakurê Kurdistanê ye. Li Çiyayên Xamîrpêtê zêdeyî 100 golên biçûk hene. Piraniya golan li derdora gundên Xinûsê yên li bakurê lûtkeya 2879 metreyî ne.[6] Her wiha herêm ji bo çûkan yek ji zozanan girîng e. Çiyayên Xamîrpêtê yek ji çiyayên herî bilind ên parêzgeha Mûşê ye û xwedî daristanên herî birêxistinkirî ye. Firehiya Çiyayên Xamirpêtê 10 km û dirêjiya çiyê jî 30 km ye. Di encama teqîna volkanên li Çiyayên Xamîrpêtê de golên kratera Xamirpêtê çêbûne. Li quntara başûrê Çiyayên Xamîrpêtê de Çiyayê Kolîbaba heye. Çiyayê Sîpanê jî li deverên herî jêr ên herêmê tê dîtin.

Flora[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nexşeya cûreyên nebatên li deverên başûrê Çiyayên Xamirpêtê

Li Çiyayên Xamirpêtê giyayên wek Kimkork(jehrîn) û Helîz, Kardî, Gûlik, Kereng, Ribêz, Tirşo, Mendik, Kaşim,[7] Kerengnebi, Pepikên Hirçê, Gonî û Benîştê Qânok hene. Darberû, Kenêr, Guvîj, Hirmî, Sêv, Biyog, Şîlan, Hûlitirşik û Rêxok darên din ên li herêmê ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Dağlar". web.archive.org. 26 îlon 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 îlon 2020. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 19 nîsan 2022. Roja gihiştinê 19 çiriya pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Muş ili'nde yaylaların dağılışı" (PDF) (bi tirkî). Turkish Studies. International Balkan University. adar 2019. r. 22.
  4. ^ "Kaza of Bulanık - Geography". houshamadyan.org (bi tirkî). Roja gihiştinê 25 çiriya pêşîn 2017.
  5. ^ "Muş ili'nde yaylaların dağılışı" (bi tirkî). Turkish Studies-International Balkan University. adar 2019. r. 22.
  6. ^ "Akdoğan Dağları" (PDF). dogadernegi.org. Doğa Derneği. 31 çiriya pêşîn 2018. r. 1.
  7. ^ "Muş'ta Yabani Bitkilerin Halk Hekimliğinde Kullanılması" (PDF) (bi tirkî). Zanîngeha Mûşê. kanûna paşîn 2019. r. 7.