Çopa lolasê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Çopa lolasê, etora maşê yan balola lolasê çopeke kurdî ye. Çop, etor yan balol (balole, balîloçk) ji pariya xwarinê ya dikeve nava nan re tê gotin. Li parêzgeha Rihayê deng vedaye, wekî xwarineke Rihayê tê zanîn. Di nava etor an patîleyê de tê servîskirin. Li Rihayê pirranî bi patîleyê (pîde) servîs dikin.

Têgîneke pêjgeha kurd e. Li Serhedê pirranî çop, li gelek deverên bakurê Kurdistanêetor, balol tên bikaranîn. Bi romî (tirkî) jê re dürüm dibêjin. Lolas an maş jî riwekek ji koma fasûliyan (lobiye, lovî) e, bi latînî jê re vigna sinensis dibêjin.

Etora, balola, çopa Lolasê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) bexdenûsa hûrkirî
  • 250 gr maş (lolas)
  • 25 gr pîvaza teze
  • 2 KÇ (kevçiyê çayê) xwê (solin)
  • 5 SA av

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lolasê pakij bişon, ji êvar ve têxin nava avê. Sibeyê dîsa bişon, berdin quşxaneyê. Avê bikin ser, bixaşînin. Xwê bavêjinê û bi tevî xwêyê jî bi qasî 4-5 deqeyan bikelînin. Ji agir daynin, bidarivînin, bişon.

Qorek lolas, ser de pîvaz û bexdenûsê bikin nava nanê patîle, bikin çop û servîs bikin.