Îhsan Fuad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Îhsan Fuad (z. 1937 Silêmanî − m. 2'ê pûşperê 2008 Silêmanî) nivîskar, rojnamevan û mamosteyekî zanîngehê ê kurd bû.

Dr. Îhsan Fuad di sala 1937'a de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û her li Silêmaniyê xwendina destpêkê, navendî û amadeyiyê qedandiye û paşê li Bexdayê beşa Zimanê inglîzî qedandiye û vegeriyaye Silêmaniyê. Piştî çend salan mamostatî li bajarê Silêmaniyê, ji bo doktoraya edebiyata zimanê kurdî çûye Sovyetê. Piştî ku vedige Îraqê dibe mamosteyê zimanê kurdî di koleja edbiyata kurdî li Bexdayê. Piştî Raperîna sala 1991'ê Dr. Îhsan Fuad vedigere bajarê Silêmaniyê û dibe mamosteyê zanîngeha Silêmaniyê.

Nivîskar, rojnamevan û mamosteyê zanîngehê Îhsan Fuad birayê kargêrê polîtburoya YNK'ê Dr. Kemal Fuad û wezîrê pêwendiyan yê hikûmeta Herêmê yê berê Dr. Cemal Fuad e. Di 2'ê pûşperê 2008'a de Dr. Îhsan Fuad li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.