Raperîn
Raperîn | |
|---|---|
Raperîn | |
| Jiyan | |
| Navê jidayikbûnê | Dilek İlim |
| Jidayikbûn | 30ê kanûna pêşîn a 1985an (40 salî) Wan, Bakurê Kurdistanê |
| Netewe | Kurd |
| Cureyê muzîkê | muzîka rojavayî |
| Pîşe | Stranbêj, strannivîs |
| biguhêre | |
Raperîn yan jî bi navê ji dayikbûnê Dilek İlim[1] (jdb. 30ê kanûna pêşîn a 1985an, Wan, Bakurê Kurdistanê), stranbêj û strannivîseke kurd e ku bi albûma xwe yê yekem a bi navê xapînok hatiye naskirin. Raperîn li gel xebatên xwe yên muzîkê demekê kurt li Zanîngeha Agirîyê wek akademîsyen xebitiye.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Raperîn di roja 30ê kanûna pêşîn a sala 1985an de li bajarê Wan a Bakûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Raperîn wekê zaroka sêyem a malbatê hatiye dinyayê xwişkek û du birayên wê hene. Dema ku ew zarok bû di temenê 4 salî xwe de bi malbata xwe re ji Wanê koçberî Îzmîrê bûye.[2] Di hevpeyvînekê de aniye ziman ku ji ber ew kurd bû di zaroktiya xwe de li dibistanê rastê cudakariyan hatiye.[3] Raperîn li Zanîngeha Wanê perdehiya xwe ya zanîngehê qedandiye û 2 salan li heman zanîngehê mamostetî kiriye.[4] Di heman demê de demek kurt jî li Zanîngeha Agirîyê wekê akademîsyen xebitiye. Wê aniye ziman ku di dema akademîsyeniya xwe ya li Zanîngeha Agirîyê ji ber nasnameya xwe ya hunerî ya bi zimanê kurdî rastî cudakarî û zextên rêveberîya zanîngehê hatiye ku di dawiyê de neçar maye ku dest ji karê xwe yê akademîsyeniyê berde.[4]
Kariyera wê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 2011an de ji ber ku dengê xweş bû li ser daxwazên hevalên xwe dest bi muzîkê kiriye û demo ya yekem dest çêkiriye. Strana yekem ya demo ji strana hunermend Kazım Koyuncu bi navê Hayde hatiye kurdî kirin ji aliyê Raperîn ve hatiye gotin. Stran ji aliyê bi sedhezaran vê li ser medyaya civakî hatiye guhdarî kirin de hate şirove kirin. Piştê vê coverê, Raperîn strana xwe ya duyemîn a stûdyo bi Erdem Altınses re çêkiriye. Albûma yekem Xapînok di 12ê îlona sala 2012an de hatiye weşandin û Raperîn bi vê albumê bi awayeke profesyonel dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye. Di vê albûmê de ji 11 stran, gotina 9 stranan ji aliyê Raperîn ve hatiye nivîsandin. Piştî vê albûmê, Raperîn di sala 2013an de albûma xwe ya bi navê Tarûmar û di sala 2014an de jî albûma xwe ya bi navê Rê Newa çêkiriye.[5]
Raberîn di dema hevpeyvîneke de wiha behsa xebatên xwe yên muzîkê kiriye: "Eger kesek ji min bipirse wateya jiyanê çi ye, ez ê bibêjim "muzîk e". Ew di dilê min de cihekî pir girîng digire. Ez ji dibistana navîn ve stranan dibêjim. Hîn zûtir jî... Ez êşa xwe bi muzîkê derman dikim. Ew ji bo min mîna melhemekê ye. Û ew qas bi bandor e dema ku muzîk li birînên min dikevin birînên min mîna mûcîzeyekê derman dike."[6]
Dîskografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Albûm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Single
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kudayî
- Mem û Zîn
- Tu yî
- Lorî
- Nabe
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Raperîn: I waited so long, but justice was not served. bianet, 25 August 2020
- ^ "Raperin kî ye? Ji ku ye? Navê wî yê rastî çi ye? Jiyana wî ya Muzîkî û Jînenîgariya wî" (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 tebax 2025.
- ^ Bana Göre TV (5 çiriya paşîn 2020), Katarsis X-TRA- Hevpeyvîna bi Raperîn re, roja gihiştinê 9 tebax 2025
- ^ a b Stran. "Raperin kî ye? Ew bi eslê xwe ji ku ye?". Yeni Kürtçe Şarkı Sözleri, Kürtçe Şarkılar. Ji orîjînalê di 25 çiriya paşîn 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 tebax 2025.
- ^ "Mizgîniya Raperîn ji bo hezkiriyên wî!". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 9 tebax 2025.
- ^ "Raperîn kî ye?". Bernamegeh (bi tirkî). 17 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 9 tebax 2025.