Îxtiyolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zoolojî

Şaxên Zoolojiyê

Ekînodermolojî

Wormolojî

Koelenteratolojî

Spongîolojî

Malakolojî

Artropodolojî

Protozoolojî

Ornîtolojî

Herpetolojî

Mammalojî

Îxtiyolojî

Îxtiyolojî yan jî masînasî şaxê zoolojiyê ku li hemû masiyan di nav wan de masiyên bi hestî (Osteichthyes), masiyên bi kirkirik (Chondrichthyes) û masiyên bê alûşk (Agatha) gercust û lêkolîn dike.

Mîna zanistên zoolojîyên ên din, îxtiyolojî jî cîhana ajalan nêzî me dike. Bi saya vê şaxê zoolojîyê, em cureyên masiyên cihê yên ku hene kifş dikin û di derbarê taybetmendiyên wan ên biyolojîkî de xwedî agahdarî dibin. Ji bilî çawaniya mezinbûna masiyan, îxtiyolojî di heman demê de gelek agahdarî li ser parastin û hilberîna van afirîdên avî yên ji bo xwarinê peyda dike.

Dema ku tê hesab kirin ku mirov ji demên pêşdîrokî ve masî wekî xwarin bikar tînin, em jê fam dikin ku îxtiyolojî zanistek pir kevn e. Her çend di destpêkê de ne pir zanistî be jî, ev zanîna kevnar di warê masîgiriyê de gelek feydeyên xwe hebû. Wekî din, ew bi dîsîplînên din ên wekî limnolojî, oseonografya û ekolojîyê ve girêdayî ye.

Etîmolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva masînasî ji masî û -nasî têt. Paşgira -nasî di kurdî de têt wateya zanistê yan pirsporiyê

(Yewnanî: ἰχθύς, ikhthus ("masî") û λόγος, logos ("zanîn", "zanist")).

Tesnîfa zanistê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]