2ê kanûna paşîn
Xuyakirin
| << | Kanûna paşîn 2026 | >> | ||||
| Du | Sê | Ça | Pê | În | Şe | Ye |
| 1 | 2 | 3 | 4 | |||
| 5 | 6 | 7 | 8 | 9 | 10 | 11 |
| 12 | 13 | 14 | 15 | 16 | 17 | 18 |
| 19 | 20 | 21 | 22 | 23 | 24 | 25 |
| 26 | 27 | 28 | 29 | 30 | 31 | |
| Rojên salê | ||||||
Roja duyem a salê ya salnameya gregorî ye.
Bûyer
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kurdistan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1920 – Sonda Misak-i Milli hate xwendin.
- 1935 – Li Tirkiye û Kurdistana Bakûr, ji aliyê rejîma tirk ve, qanûna ‘Paşnavitiyê’ kete meriyetê de.
- 2002 – Serdozgerê Dadgeha Bilind a Komara Tirkiyeyê Sabîh Kanadoglu, ji bo girtina partiya HADEPê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da.
- 2002 – Li Tirkiye û Kurdistana Bakur, encamên jimartina şêniya giştî piştî du salan hate eşkerekirin. Şêniya Tirkiye û Kurdistana Bakur giş bi hev re weke 67.844.903 kes hate eşkerekirin.
Cîhan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1523 – Girava Rodosê, ji aliyê artêşa osmaniyan ve hate dagirkirin.
- 1757 – Keyaniya Yekbûyî bajarê Hindistanê Kolkata dagir kir.
- 1922 – Di navbêra hikumeta tirk û hikumeta Ûkraynayê de "peymana dostaniyê" hate morkirin.
- 1935 – Li Tirkiyeyê li giravên Marmara û Erdekê erdhej qewimîn; di encamê de 5 kes mirin, 600 avahî jî xisar dîtin.
- 1951 – Tirkiye, Holenda û Brezîl bûne endamên nû yên rêxistina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.
- 1959 – Fidel Castro yê li Kûbayê li dijî rêveberiya Batîsta şer dikir, bi 12 hevalên xwe re ku di nav wan de Che Guevara jî hebû, piştî ku dîktator Batîsta reviya Komara Domînîk, rêveberî bidest xist.
- 1941 – Şerê cîhanê yê duyem: Artêşa almanan li bajarê Kardîf a Wêlsê ziyan dane katedrala bajêr Llandaffê.
- 1942 – Şerê cîhanê yê duyem: Hêzên japon Manîla paytexta Filipînê dagir kirin.
- 1968 – Dr. Christina Bernard Afrîkaya Başûr yekem car dilê mirovekî derbasî mirovekî din kir.
- 1978 – Li Bruksela paytexta Belçîkayê, avahiyeke ku tê de ji bo bankeya tirkan xebat dihate kirin, ji aliyê hin kesan ve hate bombekirin.
Jidayikbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 1954 – Ertuğrul Edirne, xêzkarê tirk
- 1967 – Tia Carrere, lîstikvan, stranbêj û modela amerîkan
- 1997 – Melis Sezen, lîstikvaneke tirk
Mirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Cejn û salveger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre](Cejnên ku di vê rojê de tên pîrozkirin)