Ûsivê Aramatî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rolyefa Ûsivê Aramatî li gorî Hans Wydyz

Ûsivê Aramatî (bi yewnaniya kevn: Ἰωσὴφ ὁ ἀπὸ Ἁριμαθαίας, lat. Iōsḗph ho apò Harimathaías; bi latînî: Ioseph ab Arimathaea) li gorî Mizgîniyên Kanonî şagirtek veşartî û domdarê Îsa ye. Ew Îsa xist gora ferşê ya ku ji bo xwe amade kiribû. Tê bawerandin ku Ûsivê Aramatî dilopên xwîna Îsayê xaçkirî di kasa pîroziyê de civandine. Li gorî xiristiyaniyê, ew ezîzek e. 17ê adarê li Dêra Rojavayî, 31ê tîrmehê di Dêra Rojhilat de "Roja Ûsivê Aramatî" wekî tête pîroz kirin[çavkanî hewce ye]. Di 17ê adarê li Dêra Rojavayî û 31ê tîrmehê di Dêra Rojhilat de "Roja Ezîz Ûsivê Aramatî" wekî tête pîrozkirin[çavkanî hewce ye].

Ûsivê Aramatî ji bajarê Aramatya yê parêzgeha Judea ya Împeratoriya Romê bû. Li gorî Mizgîniyan, Orşelîm endamê meclîsa bajêr bû. Ew ji pozîsyona jor kesekî dewlemend û zîrek bû. Ew dilêrî hebû ku ji parêzgerê Cihûstanê, Pontius Pilates, ji bo laşê Îsayê bipirse.

Li gorî incîla Marqosê ew li pey şahitiya xwedayî bû. Ûsiv nexwestibû laşê Îsa timamê şevê li ser çarmixê daleqandî bimîne. Dilê wî dixwest ku Îsa bi merasîmeke veşartinê ya şayesteyî rûmeta wî werê veşartin.Ûsiv bi vî fikrî li dijî qentûrên Cihuyan hatibû. Çinkî pêwîst bû tawanbarê hatibe bidardekirin bi awayekî bêrûmet bêne veşartin.


Kasa pîroziyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ûsivê Aramatî bi salan e mijara huner û wêjeyê ye. Di mizgîniya apokrîfî ya Petrûs de (sedsala 2-emîn P.z. ), tê angaştin ku ew hevalê Îsa û Pontius Pilatus e. Li gorî mizgîniya apokrîfî ya Nîkodêmos ( Çîroka peyrewî , sedsala 4-5), Ûsiv piştî xaçkirina Îsayê hate girtin. Ew ji hêla Îsayê vejandî ve tê berdan. Ji ber vê yekê ew govanê yekemîn ê vejîna Îsayê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]