Here naverokê

İdris Baluken

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

İdris Baluken (jdb. 2ê tîrmeha 1976an li Çewlîgê, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd e ku ji nîsana 2014an vir ve serokê parlementerî ji bo Partiya Demokratîk a Gelan e. Ew berê jî wek serokê parlementerî a Partiya Aştî û Demokrasiyê di 2012an xizmet kir, heya ku partiyeyê di 2014an de ji aliya dewleta tirk hatiye girtin.

Ji hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an û vir ve endama parlementerê parêzgeha Diyarbekirê ye, ji 2011 heta 2015an jî endama parlementerê parêzgeha Çewlîgê bû.

Baluken di 2ê tîrmeha 1976an de li Çewlîgê ji dayik bû û Dibistana Bijîşkiyê ya Zanîngeha Enqereyê qedand. Ew li taxa Heybeliada, Stembol, di nexweşiyên pişikê û tuberkuloz de pispor bû.

Baluken zewicî ye û du zarokên wî hene.[1]

Pêşveçûna siyasî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Baluken di daxuaniyek li parlementerê, 2015

Partiya Aştî û Demokrasiyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Baluken ji bo hilbijartina giştî ya 2011an li parêzgeha Çewlîgê ji aliyê Bloka Aştî, Demokrasî û Karkeran ve wekî namzetê serbixwe hate hilbijartin. Weke endamê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), Baluken û çend siyasetmedarên din ên alîgirê kurd an jî çepgir di nava Bloka Aştî, Demokrasî û Karkeran de wek namzetên serbixwe derketin pêş, di nava hewleke hevpar de ji bo derbaskirina benda %10 ya hilbijartinê ku pêwîst bû eger BDP weke partî beşdarî hilbijartinê bibûya. Di 22ê tîrmeha 2012an de piştî ku Hasip Kaplan ji wezîfeyê hat girtin, ji aliyê serokê giştî Selahattin Demirtaş ve weke serokê BDPê yê parlementerê hat tayînkirin.[2]

Partiya Demokratîk a Gelan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 28ê nîsana 2014an de piştî lihevkirina BDPê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku nû hatiye avakirin, ji bilî sê parlementerên BDPê hemû endamên ji partiyê derketin û li şûna wê koma parlementera HDPê bûn û Baluken ji bo partiya xwe ya nû serokatiya koma parlementerê kir. Ew endamê şanda Îmraliyê ya siyasetmedarên HDPê bû ku danûstandinên aştiyê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyeyê de hêsan dikirin, ku heta 28ê sibata 2015an bi Daxuyaniya Dolmabahçeyê encam dabû.[3]

Di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an de vê carê ji navçeya hilbijartinê ya Diyarbekirê careke din wekî parlamenter hate hilbijartin û piştî 5 mehan di hilbijartinên giştî yên mijdara 2015an de careke din hate hilbijartin.[4] Di hezîrana 2016an de wî dilgiraniya xwe ji nebûna çareseriyekê di gengeşiya li ser tawanbarkirina belgeya zanîngehê ya sexte ya serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan de anî ziman.[5]

Di 4ê mijdara 2016an de li Enqereyê di operasyona ku rêveberên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ jî hatibûn binçavkirin de, Baluken jî hatibû binçavkirin. Paşê di heman rojê de bi îdiaya “pesnê sûcdaran, propagandaya rêxistina terorê, sûcê li ser navê rêxistina terorê ne endamtî, bi eşkereyî şermezarkirina miletê tirk, Komara Tirkiyeyê û saziyên wê” hat girtin.[6] Di 30ê çileya 2017an de hat berdan, lê di 21ê sibata de dîsa ji aliyê hikûmeta tirk bê îhtîmal hatiye girtin. Di 4ê çileya 2018an de 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Baluken hate birîn.[7] Di girtîgehê de dest bi nivîsandinê kir û pirtûkên Üc Kirik Da û Oko li weşanxaneya Dipnotê hatin weşandin.[8] Di 17ê adara 2021an de serdozger Bekir Şahin ji bo wî û 686 siyasetmedarên din ên HDPê bi hinceta têkiliyên rêxistinî yên bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) (bê îhtîmal) re 5 sal cezayê qedexekirina siyasetê li gel HDPê 17ê adara 2021an da.[9]

  1. ^ "İdris Baluken Kimdir ? - İdris Baluken Hayatı ve Biyografisi". haberler.com. Roja gihiştinê 17 îlon 2020.
  2. ^ "Son Dakika". Milliyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 17 îlon 2020.
  3. ^ Çiçek, Cuma (1 nîsan 2016). "The Peace Process From Dolmabahçe to Present-Day: Understanding Failure and Finding New Paths" (PDF). Heinrich Boell Stiftung. r. 9.
  4. ^ Şafak, Yeni (11 îlon 2019). "Diyarbakır Seçim Sonuçları 2015 - Genel Seçim Kasım 2015". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 9 çiriya paşîn 2019.
  5. ^ Erzeren, Ömer (17 hezîran 2016). "Recep Tayyip Erdogan: Hat er sein Diplom gefälscht?". Der Spiegel (bi almanî). ISSN 2195-1349. Roja gihiştinê 27 çiriya paşîn 2022.
  6. ^ "HDP'li İdris Baluken tutuklandı". Ahaber. Roja gihiştinê 7 çiriya paşîn 2016.
  7. ^ SCF (4 kanûna paşîn 2018). "Turkish court sentences pro-Kurdish HDP deputy to about 17 years in prison". Stockholm Center for Freedom (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 6 nîsan 2019.
  8. ^ İdris Baluken (bi tirkî).
  9. ^ "Turkish prosecutor seeks political ban on 687 pro-Kurdish politicians". www.duvarenglish.com (bi tirkî). 18 adar 2021. Roja gihiştinê 19 adar 2021.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]