İkram Oğuz
İkram Oğuz | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1962 |
| Hevwelatî | Tirkiye |
| Pîşe | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
İkram Oğuz (jdb. 20 tîrmeh 1962 li Xanbegiya Jêrîn, Tatos) nivîskarekî kurd e.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Oğuz di sala 1962an da li gundekî Sehedê, li Xanbegiya Jêrîn a li ser Tatosê ji dayîk bûye. Di pênc saliya xwe da dersa Quranê ji bavê xwe girtiye û di zarokatiya xwe da ji bilî Quranê, bi tîpên erebî Mewlûda Mele Ehmedê Batê û Nûbar a Ehmedê Xanî xwendiye. Dibistana ewil li gund, ya navîn û lîse jî li Erzîromê qedandiye.
Di dema 12ê Îlon a 1980 da hatiye girtin û demek di girtîgehâ Erzîromê da ma ye.
Di navbera salên 1984-88an da li Zanîngeha Stembolê Fakulteya Aborîyê xwendîye û qedandîye.
Piştî Zanîngehê çend salan li Stembolê di fîrmayeke taybet da wek rêvebir xebitiye.
Di destpêka sala 1992an da dest bi karê weşangerîyê kirîye.
Di nav damezranêrên Rojnama Azadî û Kovara Deng da cîh girtiye û wek berpirsiyarê giştî yê weşanan, rojname bi rê ve biriye.
Di heman demê da wek xwediyê weşanxaneyê, ji bilî Rojnama Azadî û Kovara Deng bi dehan pirtûkên Kurdî û Tirkî weşandî ye.
Di navbera salên 1992-94an da sedem nivîs û rêvebirîya wî, ji alî Dadgehên Parastina Dewletê va di derheqê wî da bi sedan doz hatine vebûn.
Di Gulana 1994an da, bi girtin û qedexekirina Rojnama Azadî va ew jî sedem hin nivîsên xwe û xwedîtiya rojnamê bi cezayê girtîgehê hatiye sizakirin.
Loma di dawiya sala 1994an da bi awayekî xeternak derketiye derveyî welat û karên xwe yên siyasî li Ewropayê domandiye.
Di dawiya salên 90î de dest ji siyaseta hizbî berdaye û di fîrmayeke taybet de wek rêvebir xebitîye.
Di sala 2004an da jî bi hinek hevalên xwe ra malpera http://www.navkurd.eu damezrandîye. Ji wê demê û vir da xwedî û berpirsiyarê malperê ye û di malperê da bi kurdî dinivîsîne.
Îkram Oğuz bi Fatoş Eldeniz ra zewicîye û bavê Şevîn û Kejê, kalikê Kawa ye.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi navê Mîro û Rêwî du roman, Jîyan bi kurdi xweş e!, Dengbêjên bavê min û Nivîsên li Dîwar (nivîsên bijarte û lêkolîn) pênc pirtûkên wî hatine weşandin.
· Mîro, roman, ISBN 978-605-4427-58-1, di Adar a 2014an de li Stembolê, di nav weşanên Weşanxaneya Do de derket.
· Rêwî, roman, ISBN 978-605-4765-25-6, di îlona 2017an de li Stembolê, di nav weşanên Weşanxaneya Doz de derket.
· Jîyan bi kurdî xweş e!, di Cotmeh a 2019an da li Kornwestheimê, di nav weşanên NavKurd da derket.
· Dengbêjên bavê min, di Sibata 2021an da li Kornwestheimê, di nav weşanên NavKurd da derket.
· Nivîsên li Dîwar, di Berfanbar 2024an da li Kornwestheimê, di nav weşanên NavKurd da derket.[1]
Herwiha di gelek kovar û rojnameyan da gotarên wî yên bi Kurdî hatine weşandin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Navkurd - Malpereka tenê bi zimanê KURDÎ" (bi almanî). Roja gihiştinê 2 kanûna paşîn 2025.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- e-pirtûk Jîyan bi kurdî xweş e! Girêdana arşîvê 2020-01-09 li ser Wayback Machine
- e-pirtûk Dengbêjên bavê min Girêdana arşîvê 2023-02-04 li ser Wayback Machine
- e-pirtûk https://navkurd.com/wp-content/uploads/2024/12/Nivisen-li-Diwar.pdf
- rêwî (roman) https://navkurd.com/romana-rewi/
- Mîro (roman) https://navkurd.com/miro-di-nav-refen-pirtukan/