İsmail Çoban
İsmail Çoban (jdb. 1 kanûna paşîn 1945 li Çorimê), wênesaz û grafîkerekî tirk e. Ew niha li Almanya dijî.
İsmail Çoban ji malbateka kurd-tirk-elewî ye.[çavkanî hewce ye] Piştî qedandina pîşeya terzîtiyê û dibistana navendî li Stembolê Çoban di navbera salên 1960 û 1995an perwerdeya mamostetiyê dixwîne.
Piştî xebata çar mehan weke mamoste li Misirc/Ridvan kardik e, di navbera salên 1965 û 1968an li Zaningeha Hunerê ya Stembolê dixwîne. Paşê çend mehan weke wênekêş û nûçegihan li Bakurê Kurdistanê dixebite. Di sala 1969an de diçê Almanyayê û li wir di çend cihan de xwendin û xwe didomîne sala 1971ê û paş li bajarê Wuppertalê weke wênesaz û grafîker dixebite.
Di 30 salî de İsmail Çoban berhemek mezin bi wateyek navnetewî afirand û bi qasî 400 pêşengehan wî danîşan kirin. Hunera wî hem ji aliyê çanda almanî û hem jî ji ya gelên Tirkiyê ve tesîra xwe girtiye û hem ji di bin bandora daxwaza nêzîkbûn û hev fêmkirina gelan de maye. Çoban xwe weke "hunermendekî cihanî" dide naskirin.
Weqfa İsmail Çoban (Ismail Çoban Stiftung)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bo alîkarî û piştgiriya hunermendên ciwan, ên kû hunera wan dikarê nêzîkbûna navbera gelan de pêş de bibê, İsmail Çoban di sala 2006an de Weqfa İsmail Çoban ji bo piştgiriya hunermendên ciwan (bi almanî: Ismail Çoban Stiftung zur Förderung junger Künstler) ava kir. Ji bo despêkê İsmail Çoban berhemên xwe bi nirxê 1.000.000 Euro kir xizmeta weqfê. Bi vê weqfê İsmail Çoban dixwazî bibe alîkar ji bo hunera wan hunermendên ciwan ku dikarê bibê pêngavek di nêzîkbûna navbera alman û biyaniyan de û li aliyê din bibê navendek ji bo hunera wan mirovên kû hêjî weke "biyanî" (xerîb) li Almanyayê dijîn.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |