Koendama lîmfê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Lîmf hat beralîkirin)
Koendama lîmfê ya mirov

Koendama lîmfê an jî sîstema lîmfe, (bi latînî: systema lymphoideum) sîstema gerê ya duyemîn a laş e. Sîstema gerê ya yekemîn a laş sîstema gera xwînê ye. Gera şileya lîmfê ji mûlûleya lîmfê dest pê dike, ji lûleyên lîmfê, girêyên lîmfê û coyên lîmfê derbas dibe û di lûleya xwînê de bi dawî dibe. Gera lîmfê yekalî ye, şileya limfê ji navbera şaneyan derdikeve, ber bi dil ve diherike.[1] Berevajî sîstema gera xwînê, di sîstema lîmfê de, dil ji bo herika şileya nav lûleyan alîkarî nakê. Ango sîstema gera lîmfê wekî mîna xwînhêneran, bi girjbûna masûlkeyan û bi navbeynkariya derîçeyan, şileya lîmfê ber bi dil ve diherikîne.[2] Şileya lîmfê dawiya dawî di nav guhikeya rastê ya dil de vala dibe û tevlê xwînê dibe.

Erkê sereke yê sîstema lîmfê;

  • Ji navbera xaneyan, şileya şaneyê dimijîne û şileyê tevlî xwînê dike.[1]
  • Bergiriya laş dabîn dike.
  • Ji xurekên di nav rûviyê zirav de, çewrî (lîpîd) û vîtamînên A, D, E, K dimijînê û tevlî xwînê dike.[3]

Koendama lîmfê ji lûleyên lîmfe, şileya lîmfê, girêyên lîmfê (lîmfegirê), û endamên lîmfê yên wekî sipil, aloq, rijênê tîmus û mejiyî hestî pêk tê.[4]

Lûleyên lîmfê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: mûlûleya lîmfê
Lûleyên lîmfê û şileya lîmfê

Mûlûleyên lîmfê wekî mîna torek di nav valahiya navbera xaneyan de belavî ne. Serê mûlûleyên lîmfê di nav şileya navbera xaneyan de dirêj dibe. Kotahiya mûlûleyên lîmfê girtî ye.[3] Mûlûleya lîmfê ji çînek xaneyên epîtelî (endotelîum) pêk tê. Xaneyên epîtelî li hin beşan de li ser hev qat dibin, bi vî awayî derîçok çêdibin. Şileya şanêyê ji derîçokan (derîçeyên piçûk) derbasî nav mûlûleya lîmfê dibe. Mûlûleyên lîmfê digihîjin hev û tevlê hev dibin bi vî awayî lûleyên lîmfê yên hê firehtir çêdibin. Lûleyên lîmfê jî digihîjin hev û wekî cogên lîmfê tên navkirin. Cogên lîmfê jî bi lûleyên xwînê ve girêdayî ne.

Şileya lîmfê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Şileya lîmfê
Şileya lîmfê ji navbera xaneyan tê tovkirin

Xane ji bo berdewamiya jiyana xwe, xurek û oksîjenê ji xwînê digire, herwisa, madeyen paşmayî jî bi navbeynkariya xwînê ji xaneyê tên dûrxistin. Dîwarê mûlûleya xwînê bi parzûna xaneyê ve zeliqî nîn ne. Di navbera dîwarê mûlûleya xwînê, mûlûleya lîmfê û parzûna xaneyê de valahiyek piçûk heye, ev valahî wekî valahiya navbera xaneyan tê navkirin. Ango gava tiştek ji xwînê diçe nav xaneyan, pêşî ji dîwarê mûlûleya xwînê derbas dibe û dikeve nav valahiya navbera xaneyan, paşê ji vir dikeve nav parzûna xaneyê û derbasî nav sîtoplazmaya xaneyê dibe. Valahiya navbera xaneyan ne vala ye, lê bi şileyek tijî ye. Ev şile wekî şileya şaneyê an jî şileya navbera xaneyan tê binavkirin. Çavkaniya şileya şaneyê plazmaya xwînê ye. Sîstema lîmfê şileya şaneyê ji derdora xane û şaneyan tov dike û cardin tevlî xwînê dike. Carek şileya şaneyê ket nav mûlûelya lîmfê, êdî wekî ” lîmf” an jî “şileya lîmfê” bi nav dibe. Lîmf ji av, mîneral, asîdên amînî, glukoz û lîpîd pêk tê. Li gel van madeyan, di nav lîmfê de xirokên spî jî heye.[2] Lê di nav lîmfê de xirokên sor, perikên xwînê û proteînên gir tune ye.

lîmfegirê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Lîmfegirê
Pêkhateya gireya lîmfê

Girêya lîmfê an jî lîmfegirê (bi latînî: nodus lymphaticus; bi inglîzî: lymph node) pêkhateya sîstema lîmfê ye û li tevahiya laş de belavî ye. Bi taybetî li stû, binçeng, berran û çokan da hejmara lîmfegireyan zêde ye. Teşeya girêya lîmfê dişibe gurçikan. Hemû lîmfegirê bi lûleyên lîmfê ve bi hev re girêdayî ne. Lîmfegirê gelek xaneyên xiroka spî lixwe digire. Lîmfosîta B, lîmfosîta T, xaneyên hellûşênera gewre û xaneyên plazma di nav lîmfegirê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin[1]. Lîmfegirê şileya lîmfê parzûn dike, hokarên nexweşiyê yên wekî vîrus û bakterîyan ji şileya lîmfê dûr dixe. Gava mirov diçe nexweşxaneyê, bizîşk bi çav û dest kontrola lîmfegirêyên stû an jî yên binçeng dike.[5] Hin caran dibe ku ji ber tûşbûyîna hokarên nexweşiyê an jî ji ber şêrpenceyê girêyên lîmfê biwerime.

Sipil[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Sipil

Li nav gel de ev lebat wekî fatareşk an jî xalxalk jî tê nasîn. Lê di zanista zîndezaniyê (biyolojî) de navê vê endamê sipil e (bi latînî: splen; bi inglîzî: spleen). Sipil bi sîstema gera xwînê û bi sîstema bergiriyê ve têkildar e. Sipil xirokên sor embar dike, Xaneyên xwînê yên di kotahiya jiyana xwe de ne, li sipil tên hilweşandin. Herwiha sipil dijeten berhem dike û bergiriya laş dirist dike.[4] Korpele (dergûşa hê di zikê dayika xwe de) hetanê pênc mehî li sipil xirokên sor û xirokên spî berhem dike, sipila korpele, piştî pênc mehî karê berhemanîna xaneyên xwînê radiwestîne, edî moxê hestî dest bi çêkirina xaneyên xwînê dike. Sipil endama herî gewrê ya sîstema lîmfê ye.

Aloq[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Aloq

Her wekî hemû endamên lîmfê, aloq jî ji bo sîstema bergiriyê li dij hokarên nexweşiyê alîkariya parastina laş dikin. Aloq di gewriya (qirik) mîrov de li ser dîwarê daqurtokê de bi awayek bazinî rêzbûyî ne.[1] Aloq di laşê mirov de sê cot in; aloqên esmanê dev, aloqên zîmanê û aloqên gewriyê (adenoîd). Xwarin û vexwarin dema ji dev derbasê gewriyê dibe, aloq bakterî û vîrusan ji nav xurekan parzûn dike. Dibe ku hin hokarên nexweşiyê bi henase wergirtinê, ji difin (poz) derbasê nav laş bibe, vê gavê aloq, vîrus û bakteriyên nav hewayê jî digirin. Xirokên spî yên aloqan li dij hokarên nexweşiyê dijaten berhem dikin. Hin caran dibe ku bergiriya laşê mirov lawaz be, di rewşek wisa de aloq bi dabînkirina bergiriyê de bisernakevin, û diwerimin. Werimiya aloqan wekî aloqkulî bi nav dibe.

Tîmus[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Tîmus

Tîmus endama sîstema lîmfê ye û alîkariya bergiriya laş dike. Ji bilî wê, tîmus hormon jî berhem dike, loma tîmus wek endamekî koendama korrijên (hormon) jî tê hesîbandin. Her wekî mîna hemû xaneyên xwînê, lîmfexane (lîmfosît) jî di moxê hestî yê sor de tê berhemkirin. Lîmfexaneyên li moxê hestî de berhembûyî bi navbeynkariya xwînê, xwe digihînin tîmusê. Peresîn û geşbûna lîmfexaneyan li tîmusê pêk tê. Gava di nav tîmusê de gihîştina lîmfexaneyan diqede, êdî lîmfexane wekî lîmfosîta T an jî xaneya T bi nav dibe.[6] Lîmfosîtên T, şane û xaneyên laş nas dikin, lê li hember xaneyên biyanî û dijepeydakeran bertek nîşan didin. Di laşê dergûşan û zarokan de tîmus gewre ye, bi salên ciwantiyê hê gewretir dibe. Tîmusa mirovên bi temenê pêgihîştî her diçe diquncise û biçûk dibe. Tîmus herî zêde di salên zarokatiyê û ciwaniyê de çalak e.[3]

Moxê hestî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Moxê hestî
Pêkhateya hestiyê dirêj

Moxê hestî an jî mejiyê hestî şaneyek nerm e û dişibe jelatînê. Hestiyên pahn ên wekî hestiyên kilox (hestiyên serê mirov), hestiyên hevzê (pelvîs), û hestiyê perasûbend (hestiyê singê), moxê hestî lixwe digirin. Her wiha hestiyên birrbirre û hestiyên dirêj ên wekî hestiyên ran (femur), hestiyên pazû (humerus) jî moxê hestî lixwe digirin. Li nav hestiyên mirov de du corê moxê hestî heye, moxê sor û moxê zer. Moxê zer ê hestiyan gelek xaneyên çewrî lixwe digire, rengê wî ji ber xaneyên çewrî zer e. Di moxê sor de xaneyên bineretî (bi inglîzî: stem cells) heye, bi dabeşbûn û guherîna van xaneyan, xaneyên xwînê û yên lîmfê tên çêkirin. Xirokên spî û xaneyên lîmfê (lîmfexane) bergiriya laş rêk dixin, loma moxê hestî wekî endamekî sereke yê koendama lîmfê tê navkirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d 1954-, Betts, J. Gordon,. Anatomy & physiology. Desaix, Peter,, Johnson, Eddie (Edward W.),, Johnson, Jody E.,, Korol, Oksana,, Kruse, Dean,, Poe, Brandon, 1969-. Houston, Texas. ISBN 9781947172043. OCLC 898069394. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ a b BSCS biology. Blue version : a molecular approach. Biological Sciences Curriculum Study. (Çapa 9th ed). New York: Glencoe/McGraw-Hill. 2006. ISBN 0078664276. OCLC 66301963. {{cite book}}: Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: others (lînk)
  3. ^ a b c Anne,, Waugh,. Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness. Grant, Allison (Allison Wynn), 1961- (Çapa 12th edition). Edinburgh. ISBN 9780702053252. OCLC 863202761. {{cite book}}: Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ a b Samantha,, Fowler,. Concepts of biology / senior contributing authors, Samantha Fowler, Rebecca Roush, James Wise. Roush, Rebecca,, Wise, James, 1957-, OpenStax College,. Houston, Texas. ISBN 9781947172036. OCLC 896436135.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ 1946-2004., Campbell, Neil A., (2009). Biology. Reece, Jane B. (Çapa 8th ed). San Francisco: Pearson Benjamin Cummings. ISBN 9780805368444. OCLC 174138981. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî bi reqaman bi kar tîne (alîkarî); Di |edition= de nivîsa zêde heye (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ Julianne,, Zedalis,. Biology for AP® courses. Eggebrecht, John,, OpenStax College, (Çapa (2nd edition)). Houston, Texas. ISBN 9781947172401. OCLC 1011689135.{{cite book}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)