Şêx Xalidê Berwarî Gundikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şêx Xalidê Berwarî Gundikî li mintiqa Botan sê Şêx Xalidên meşhûr hene, her sê jî gellik cara bi nîsba el-Cezerî derbas dibin. Hinek cara menqebe û keramatên wa cêh di gwihorin. Ji milê emrî ve yê pêşîn Şêx Xalidê Cizîrî ye her û her bi vê nisbê tê naskirin. Li Cizîrê xwidê daye. Xelîfê Mewlana Xalid e. Sala 1839 ê vefat kirîye. Tirba wî li gundê Basret e. Basret girêdayê Şirnex e. Yê didoyê Şêx Xalidê Zêbarî ye ko ew ji carna bi nîsba el-Cezerî tê nisbet kirin. Babê Şêx Huseynê Basretî ye. Xelîfê Muhemmedê Eynî ye. Sala 1868 ê wefat kirîye.

Tirba wî jî li Basret e. Yê sê yê Şêx Xalidê Berwarî Gundikî ye ko li Gundik Xwidê daye. Li Hewlêr xwendîye. Xettatek meşhûr e, icazename ya wî ya xettî heye (1288 ê hicrî standîye). Xelîfê Şêx Ebûbekrê Racî el-Erbîlî ye. Ebubekir Racî (melayê kiçik bnr: Danişmendanî Kurd Der Xizmetî İlm û Dîn s.27 mue: Ebdilkerîm Muderris) ew jî xelifê Şêx Osman Sîraceddînê ewwil( 1195-1283 h.) e. Ew jî yê Mewlana Xalid e. Şêx Xalid Gundikî ji nesla pîr Êzdîn e. Sala 1920 li Germkê nîzîk Silopya wefat kirî ye. Tirba wî li wêrê ye. ( bnr: Nûbihar hêjmara 94 )

Şêx Xalid Efendî xwendina xwe li Hewlêrê xilas kiriye. Şêx Xalid dewra Axayê Sor de qadîtiya Şirnexê kirîye. Peywendiyên Bedirxaniyan u Şêx Elî û Şêx Xalid ji ber nîzîkatiyên maddî u me’newî xwirt bun. Çend te’lîfatên wî hebun. Lê çi mixabin ew îro li destê me de nînin. Lê yên ev berhemên he dîtîn di bêjin derbarî Êzîdîtî u bawerî u jîyana Êzîdiyan de têlîfên wî hebun. Ev eser li ser daxwaza Seydayê wî hatîye tê’lîf kirin. Seydayê wî ji bo lêkolînê rêkirîye Laliş u çîyayê Şengalê.

Şêx Xalid, zatek pir zahid bu. Çend gundên dora Girgê (Silopî) dayîne Şêx, lê wî ne vegirtî ye. Ji ewladên Şêx Xalid, Şêx Nûrî li heyatê ye.