Here naverokê

Şîreta Qazî Mihemed

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Qazî Muhemed

Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê kurd belgeyeke ku ji hêla Qazî Mihemed, damezrîner û seroka Komara Kurdistanê, ve beriya bidarvekirina wî li Çarçirayê (Mehabad) hatiye nivisîn.[1][2] Li gor hin çavkaniyan ev wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistin.[3][4]

Nivîsa Wesiyetê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan,

Gelê min ê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket; di her fersendekê de be qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiştê we gelê Kurd ji gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê yekîtiya ên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe nefirotina ji dijminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin, birayên min îdî bi dijmina neyên xapandin, dijminên Kurdan ji her reng û destek û netewekê bin, her dijmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi we nake, wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dijminên gelê Kurd, dijminê Ecem ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, temaşa kin, binêrin tev zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, tanî Cewher Axayê birê wî û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram kirin û xelq ji pişt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuştin, ew tev bi sond û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên Eceman hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên dane Kurdan pêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev bigirin û ti carî pişta hev ber medin, piştrast bin ger ecem hingiv bide we, diyar e jar xistiyê, bi sond û sozên direwên eceman mexapin, ku ger hezar carî jî dest li Qurana pîroz bixe û soz bide we, bi tenê niyaza wî xapandina weye, ji bo hîlekê li we bike.

Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê Xwedê yê mezin ez we şîret dikim ku a ji destê min hat bi ser can û tekoşîn, bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi eceman mexapin û ji sond û dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ne Xwedê dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hesab û kitêban bawer dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun misilman jî bin, hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dijmin in, ser û mal û canê we ji wan re helal e û weke xeza qebûl dikin, soza min ne ew bû ez herim û we di destê van dijminên dilreş de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên mezin dihizirand, ên ku eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.

Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lêbelê beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku niyaza xêrê ya dewleta ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe nefirotina hikûmeta ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dijminan e.

Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir baş bi ser dijminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe; divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.

Piştrast im piştî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê werin rakirin.

Piştrast im pir kesên ku wê piştî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê Kurd re bibe pend û îbret.

Wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya gel kir, alîkarê we gel be, piştrast im Xwedê yê mezin wê we serbixe û wê alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de dibêjim, bi Xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re ev serketin e.

Xweştiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye, her wek di malê de; endamên malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî heqê ti kesî ti ne ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bêşe ku berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, ger karên mezin ketin ser milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji dijminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsiyariyên mezin li ser milê min nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi hev re temahkar bin, ên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne anîna fermanan, lêbelê tam dijminatiya me dikir, ji ber me xwe wek xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di nava xwea şirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê sêdarê de me û wa ezê demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnamê derbaz dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di sitoyê min de nebûna, ez jî wê niha di nava zarok û zêçiyên xwe de di xewa şirîn de bûma, ku ez niha ji bo piştî çûyîna xwe jî we şîret dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitoyê min de ye, piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitoyê xwe, niha ewê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya, ji bo razîbûna Xwedê û li gor berpirsyariya di sitoyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya çakiyê de, min ev şîret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin, bi hêviya Xwedê yê mezin we bi ser dujminên we de serbixe.

  1. Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember (silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.
  2. Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.
  3. Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dijmin kêmtir we bixapîne.
  4. Ji dijminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa û riyan ecem dijminên we ne, dijminê gel û welat û ola we ne. Dîrokê selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.
  5. Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe nefiroşin dijminan, ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.
  6. Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet li îxanetkar vedigere.
  7. Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.
  8. Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexweşxane û dibistanan re nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.
  9. Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.
  10. Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Tanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber Xwedê pir zû zalim ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil tîne.

Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Ango: Mirama me şîret bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat.

Qazi Mihemmed[1]

  1. ^ a b Salih, Bedredîn (2007). Serkomarê Kurdistanê li ber dadgeha Îranê. Terciman: Ergoşî, Samî. Hewlêr: Çapxaneya Wezaretî Rewşenbîrî. rr. 27–33.
  2. ^ "Qazî Muhammed'in Kürt ulusuna yazdığı vasiyeti". Nerîna Azad. 18 adar 2016. Ji orîjînalê di 23 sibat 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 adar 2020.
  3. ^ "Îro salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed e". Rûdaw.net. 30 adar 2014. Roja gihiştinê 16 adar 2020.
  4. ^ "Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê Kurd! Kaynak: Wesiyeta Qazî Mihemed li gelê Kurd!". Ufkumuz Haber. 22 kanûna paşîn 2012. Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 16 adar 2020.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]