Şablon:GH/2016/4

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Honaka zanistî (an jî xeyala zanistî, aşopa zanistî) ji peyva Science-Fictionê ya zimanê îngilîzî hatiye wergerandin û wekî têgih nîşanî vê pênasê dike: Çîrokên ku li paşerojê û carinan jî pêşerojê derbas dikin û bi hêmanên zanistî û teknolojiyan ên piranî nediyar û xeyalî ve hatiye honandin. Honaka zanistî di heman cûreyên navgînên ragihanê de tê bikaranîn, wekî li roman, xêzeroman, fîlm, rêzefîlm, lîstikên kompîturê, şano û hwd.

Ferqa honaka zanistî ya sereke ji berhemên fantastîk ev e ku hêmanên honaka zanistî piranî di nav îmkanên pêşniyaz û peytên zanistî ne. Ji ber vê ferqê, honaka zanistî wekî “wêjeya ramanan” tê afirandin. (bêhtir…)