Wîkîpediya:Gotara hefteyê/2016

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Exquisite-kfind.png

Gotara hefteyê • Arşîv


201120122013201420152016
2017201820192020


Hefteya 47'an, 2019 (UTC) – nûkirin

Gotarên hefteyan (2016)
Hefte: 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 19 20 21 22 23 24 25 26 27 28 29 30 31 32 33 34 35 36 37 38 39 40 41 42 43 44 45 46 47 48 49 50 51 52

Hefte: 1

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 2

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 3

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 4

Honaka zanistî (an jî xeyala zanistî, aşopa zanistî) ji peyva Science-Fictionê ya zimanê îngilîzî hatiye wergerandin û wekî têgih nîşanî vê pênasê dike: Çîrokên ku li paşerojê û carinan jî pêşerojê derbas dikin û bi hêmanên zanistî û teknolojiyan ên piranî nediyar û xeyalî ve hatiye honandin. Honaka zanistî di heman cûreyên navgînên ragihanê de tê bikaranîn, wekî li roman, xêzeroman, fîlm, rêzefîlm, lîstikên kompîturê, şano û hwd.

Ferqa honaka zanistî ya sereke ji berhemên fantastîk ev e ku hêmanên honaka zanistî piranî di nav îmkanên pêşniyaz û peytên zanistî ne. Ji ber vê ferqê, honaka zanistî wekî “wêjeya ramanan” tê afirandin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 5

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 6

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 7

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 8

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 9

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 10

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 11

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 12

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 13

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 14

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 15

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 16

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 17

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 18

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 19

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 20

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 21

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 22

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 23

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 24

Logoya Instagram'ê

Instagram, malpereke parvekirina wêneyan e. Di vê malperê de mirov dikare wêneyên xwe parve bike.

Instagram di cotmeha 2011'an de hate sazkirin. Ew sepan di ser de têne di iPhone de dihat bikaranîn lê edî êdî di Androîdê de jî tê bikaranîn. Îro 400 mîlon bikarhênerê Instagram'ê heye.(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 25

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 26

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 27

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 28

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 29

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 30

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 31

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 32

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 33

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 34

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 35

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 36

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 37

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 38

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 39

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 40

Ne hatiye çêkirin.

çêke

Hefte: 41

Rêjeya bikaranîna înternetê ya li gorî gelheya welatan. (Li Kurdistanê, rêjeya bikaranîna înternetê bi navekî 30-35% e.)

Înternet an jî tora toran, toreke kompûteran e. Bi înternetê mirov kare têkeve nava World Wide Web (kurtenav: www) (kurdî: tora giştî a cihan). Înternet, sîstemekê ku ji bo komputerên ku li ser cîhanê ne bi hev re her tim têkilî bimînin hatiye çêkirin. A herî pêşin ,înternet sala 1960an de ji bo armancên siyasî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve bi pêş ve hate xistin. Sala 1990an de jî înternet bi awayeke pir belave dest pê bikaranînê bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 42

Sûra Amed

Amed an jî Diyarbekir bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Amed yek ji mezintirîn bajarên Kurdistanê ye û di nav kurdan de weke paytextê serbajarê rastî ya Kurdistanê tê binavkirin. Amed îro di xada netewî û navnetewî bi sûrên xwe û bi zebeşên xwe bi nav û deng e. Gelheya navenda wî 1.009.000 e û gelheya parêzgeha wî(yanê bi navçe û gundên wî ve) jî 1.635.048 e. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 43

Mînakek ji mîmariya Şedadiyan; Mizgefta Menûçêhr.

Dewleta Şedadiyan, di sala 951´ê miladî de bi destê Mihemedê kurê Şedad ve li (Başurê Qafkasya) hatiya sazkirin. Ev dewlet, yek ji dewletên Kurdan yên ku di dema Îslamiyetê de hatine sazkirin e. Bi rasti ev dewleta kurdî, gelek xurt û temen (umir) direj bûyê. Sinoren wê pir fireh bûye, hemu bi vê dewletê ve girêdayî bûne. Di wê demê de li başûr hikûmeta Merwaniyan, li rojhilat hikûmeta Hesnewiyan hebûye. Ev devlet ji aliye çardeh hikûmdarên Şedadî ve hatiye îdarekirin. Lê belê bi êrîşa hikûmdarê Selçuqî Melikşah ve di sala 1075´an de dawî lê hatiye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 44

Origami-crane.jpg

Orîgamî bi Japonkî pevgihana peyvên "orî"(ta kirin) û "gamî"(kaxiz) pêk tê û ji hunera takirina kaxizan re tê gotin. Her çiqas navê wî bi Japonkî bibe jî hin çavkanî angaşt dikin ku ew hunereke Çînî ye. Bi giştî bê bikaranîna meqes û zeliqandox, tenê bi takirin, nîgarên giyan an jî negiyanewer tê çêkirin. Cureyê ku meqes tê bikaranîn jê re Kîrîgamî tê gotin. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 45

Dîmena peykê ya Afrîkayê

Afrîka, li gorî nifûs û rûberê, parzemîna herî mezin a duyem ya cîhanê ye. Bi giravên ku li rex hev tê qebûlkirin qada wê digihîje 30,8 milyon km û ev hejmar ji sedî 24,4'ê erdên ku li ser cîhanêye digirê. Bi gelheya xwe ya 1 milyarî ve ji sedî 15ê gelheya cîhanê digire. Li parzemîn 54 heb dewletê serbixwe yê wek dîplomatîk hatine naskirin û 9 herêm heye. Di navbera hemû parzemînan de gelheya herî ciwan li Afrîkayê ye. Ji sedî 50yê Afrîkayiyan di bin 19 salî ne. Cezayîr li gorî rûberê dewleta herî mezin ê Afrîkayê ye û li gorî gelheyê jî Nîjerya dewleta herî mezin ê Afrîkayê ye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 46

Firehiya Dewleta Eyûbiyan
Selahedînê Eyûbî

Malbata Eyûbiyan li hawîrdorî Îranê (rojava û bakûrê Îrana îro) dima. Ew malbateke kurd bûn, ji êla Rewadiyan bû. Ji vê êlê Şadî bi herdû kurên xwe re Esededîn Şêrko û Necmedîn Eyûb ji gundê Ecdankanê çûne Bexdayê û ji wir jî piştre çûn li Tikrîtê bicihbûn. Şadî li Tikrîtê mir û herdû kurên wî çûn ketine xizmeta Mucehededînê Gîtanî de. Gîtanî dît, ko Eyûb jîr û zane ye, rabû ew kire destkarê Tekrîtê. Sala 1136 li Tekrîtê Selahedîn bû. Bav û apê Selahedîn çûne cem Îmadedîn Zengî xwediyê Mûsilê. Wî gelekî guh da wan û Eyûb kire waliyê Belbekê.

Piştî mirina Îmadedîn Eyûb bi maltaba xwe ve çû Şamê û xwe gehande Nûredîn kurê Îmadedînê Zengî xwediyê Helebê. Nûredînê Zengî Hims û Rehba dane Eyûb û ew kire mîrekî mazin, Şêrko jî rêkire Misrê, da şerê melek Mensûr bike, yê destdirêjî şawîrê kiribû. Şêrko biraziyê xwe Selahedîn jî bixwe re bir. Şêrko ji ber mêranî û rastiya xwe bûbû destê siltan Nûredîn, yê rastê. Şêrko piştî demekê vegera welatê Şamê, ji hingî ve êdî rola Selahedinî siyasî destpê kir û berz bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 47

Telpê stêrê

Stêr an stêrk ew e, ku ji hêza xwe wek goyekî ja gazê ronahî dide, di hundirê wê de reaksiyona atomî pêk tê û tîrêj jê peyda dibin. Bi gelemperî di hundirê wê de hîdrogen di bin pestan û zora reaksiyona atomî de dibe hêliyûm. Radeya germahî û ronahiya wan li gor mezinahiya wan e. Roja me jî stêrkek e û ji ber ku ji me ve pir nêzîk e, ji ber wê jî ewqas mezin û ronahî xuya dike. Ji bilî heyv û exteran, her çavkaniyeke ronahiyê li ezmanan stêrkeke rojîn e. Heya bi dûrbîn û têlêskopan jî mezin xuya nake, ji ber ku ew pir dûr in. Stêrka here ji me ve nêzîk piştî roja me, jêre Proxima Centawrî dibêjin. Ew ji me ve 270.000 car ji roja me dûrtir e (serinc: Roja me ji zemînê ve 149.600.000 km dûr e). Stêrk bi awakî giştî ji gazên hîdrogen û hêliyom û beşekî biçûk ji hin gazên din pêktên. Gaz ji hevdu direvin, lê belê bi hêza giranahiyê bi hev ve tên girtin. Bi vî awayî stêrk têkuz dimîne. Nava wê kana şiyanê (energiyê) ye: Di her bîstekê de bi milyonan ton ji hîdrogen vediguhêze û dibe hêliyom. Stêrkên mezin bi 100 carî ji roja me mestir in. Gava stêrk hên bêtir mezin be, hîngê nikare têkuz bimîne û dibe ku ji hev bişele. Ew stêrkên mezin ronahiya wan gelek xurt e û pir germ in. Ji lewre, rengê ronahiya wan şîn e. Stêrkên ku bi mezinahiya xwe mîna roja me ne, ji stêrkên navîn tên hejmartin û rengê ronahiya wan zer e. Stêrkên biçûktir rengê sorê dagerî didin. Stêrkên hên biçûktir, ku mezinahiya wan tenê 1/20 ji mezinahiya roja me, germahiya wan nizim e û nema dikarin rêksiyona atomî pêkbînin. Ji wan re biçûkên mor dibêjin. Piraniya stêrkan ne bitenê, lê belê bi cot yan jî bi kom pêktên. Ji lewre, şêweyên têvel yên stêrkan hene.(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 48

Qazî Mihemed

Qazî Mihemed (z. 1900an 1901− m. 30'ê adarê 1947 li Mehabadê) dadwer, serokê partiya Komeleyê (nîsana 1945), sazkerê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê û serokê Komara Mehabadê bû. Di heman katî de jî serokkomarê pêşîn yê Kurdan e.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim di sala 1900'an de li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurrek û heft keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera rûsan de jiyana xwe ji dest dide. Kalikê wî Şêx Elmeşayêx ji bo yekkirina kurdan, di sala 1930'an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên kurd li hev dicivîne. Di 22'ê kanûna paşîn a 1946'an (2'ê rêbendana 1324'an) de li meydana Çwar Çira Qazî Mihemed ragihand ku Komara Otonom a Kurdî (Komara Kurdistanê ya Mehabadê) hatibû sazkirin. Di kanûna pêşîn a 1946'an de piştî têkçûyîna Komarê, di 30'ê adara 1947'an de Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li Çwar Çira ya Mehabadê hatin dardekirin.(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 49

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi kurtasî DYA (bi îngilîzî: United States of America), welatekî li Amerîkaya Bakur e. DYA ji 50 dewletan pêk tê. 48 dewlet di navbera Kanada û Meksîkê de ne. Alaska li bakurê Kanadayê, Hawaî jî di Okyanûsa Mezin de dimîne.

Axa DYA'yê ya îro berê di bin destê amerîkiyên resen de bû (ji wan re tê gotin çermesor lê ev ne rast e). Çermesorên vir ji gellek eşîran pêk dihat in, bi gellek zimanan diaxivîn û çandên wan cûrbecûr û ji hev cuda bûn. Îro pir zêde tişt ji çanda wan nemaye[çavkanî pêwîst e. Di sedsalên 16 û 17'an de ewropî hêdî hêdî li vir bi cih bûn. Bi piranî îngilîz û frans (freng, fransiz) li bakur bi cih bûn û çandek pir cuda anîn vir. 13 koloniyên Brîtanyayê di 4 tîrmeha 1776'an de li dijî Brîtanyaya Mezin serxwebûniya xwe îlan kirin. Di sala 1787'an de jî DYA'yê îlan kirin. Ev herdu tekstên îlankirinê bûye avakerê nasnama Emerîkî. Di sedsala 20'an de DYA bû hêzeke pir mezin a cîhanê. Bi taybetî jî piştî Şerê cîhanî yê duyem, ji aliyê leşkerî, aborî, polîtîk û çandî ve bû yek ji dewletên herî xurt ên cîhanê. DYA hetanî belavbûna Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst serkêşiya Şerê Sar ê li dijî Yekitiya Sovyetan dikir. Piştî belavbûna Sovyetan DYA bi serê xwe bû hêza herî mezin a leşkerî ya Cîhanê. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 50

Anîmasyonê motorê yê ku hatiye hêsankirin.

Termodînamîk, beşa fizîkê ya ku peywendiyên di navbera enerjiya tînê û enerjiya kînetîk de dinirxîne ye. Bi vegotineke hêsan termodînamîk, bi transfera enerjiyê ya ku ji cihekî heta ji cihekî din re berdewam dibe, pê têkildar dibe.Têgîna girîng a ku di vî pêvajoyê de tîn e.Tîn teşeyekî enerjiyê yê ku ji karekî mekanîk re lê tê ye.Têgîna Temodînamîkê bi Yewnanî, pevgihana peyvên thermos(tîn) û dynamic(enerjî) pêk hatiye. Ew bi têgînên fizîkî wekî enerjî, tîn, kar, entropî û ekserjî têkildar dibe. Termodînamîk her çiqas bi danûstendina enerjiyê têkildar bibe jî, bi leza van pêvajoyan têkildar nabe. Jiber vê yekê gava ku termodînamîk tê gotin asasî termodînamîka hevsengiyê tê alazkirin.Bi bûyerên ku bi dem ve girêdayî ye, termodînamîka ku ne di hevsengiyê de ye pê re têkildar dibe.

Di gelek sepanên Termodînamîkê de, dema ku yek an jî ji yekê pirtir guherbar wek westar tê pejirandin, guherbarên din li gorî vana çawan diguherê tê vekolandin.Bo nimûne mirov dikarê zagona gaza îdeal bide.

Di vî hevkêşeyê de R neguhera gaza gerdûnî ye. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 51

Logoya MITyê

Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (bi îngilîzî: Massachusetts Institute of Technology) an jî bi kurtasî MIT, zanîngeheke teknîk a ku li DYAyê di sînorên federedewleta Massachusetts de dimîne ye. Bi taybetî ji ber ku di warên zanist, endezyarî û ekonomiyê de bi ser ketiye, pir tê nasîn.Di warê endezyarî û teknolojiyê de wek zanîngeha teknîk a herî baş a dinyayê tê qebûlkirin. Heta vê gavê di navbera xwendekar, destûrdar û endamên perwerdehî yên MITê de 72 kes xelata nobelê qezenc kirine û 15ê van xelatan di nav pênc salên dawî de hatine kesibîn. Di zanîngehê de 11.192 xwendekar û 998 personela akademîk hene.
MIT di sala 1861an de hate damezrandin û di sala 1865an de li navenda şarê Bostonê di avahiyeke bikirê de dest pê perwerdehiye bûye. Di sala 1916an de derbasê kampusa xwe ya anayîn ya ku li taxeya Cambridge de ye bû. Di sala 1900an de hate ramandin ku bi Zanîngeha Harvardê ya ku di heman bajar de ye bê tevîhevkirin. Lê destûrdarên(mezûn) MITê bizivîn û paşî jî ev pêşniyaz çê nebû.Girîngiya zanîngehê bi taybetî di dema şerê cîhanî yê duyem de ji ber îcadên leşkerî û zanistî zêde bû. (bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne

Hefte: 52

Goran Mehmed Uzunê

Mehmed Uzun (z. 1'ê rêbendanê 1953 li Siwêrekê (Riha) – m. 11'ê kewçêrê 2007 li Amedê), nivîskarekî kurd bû.

Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.

Îro hinek kes wî wekî serkêşê romana kurdî ya modern dipejirînin, her çiqas ev cihê nîqaşê be jî, lê rastî ew e ko ew ji wan kesan e ko berhemên wî herî zêde dihên xwendin û hezkirin. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên bîyanî jî hatine wergerandin. Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket û heyameke dirêj li Swêdê ma.

Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî di sala 2001an de xelata Torgny Segerstedt wergirt.

(bêhtir…)

ArşîvGotara berê

nîşan bide - biguherîne - dîrokê bibîne