Şablon:GH/2023/46

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wêneya gotarê
Wêneya gotarê

Stratovolkan yan jî volkana kompozît, volkaneke konîk e ku ji hêla gelek tebeqeyên lavan û piroklastên hişkbûyî ve hatiye çêkirin. Her çend hinek ji wan xwedî kraterên lûtkeyê yên hilweşandî ne ku jê re kaldera tên gotin, berevajiya volkanên mertal, stratovolkan bi profîleke asê ya ku bi kratereke lûtkeyî û bi navberên demkî yên rijîna lavê ya teqîndar û rijîna lavê ya herikbar (efuzîv) ve tên karekterîzekirin. Lava ku ji stratovolkanan diherike bi gelemperî ji ber vîskozîteya bilind berî ku dûr belav bibe sar dibe û pê re hişk dibe. Magmaya ku vê lavê çêdike, bi gelemperî felksîk e ku xwedan astên silikayên bilind û heta navîn e (wek riyolît, dasît, yan jî andesît) û bi mêjerên kêmtir magmaya mafîk û kêmvîskoz vedigire. Sê stratovolkanên herî mezin ên Kurdistanê Çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê û Çiyayê Nemrûda Bidlîsê ye ku her sê stratovolkan li Bakurê Kurdistanê ne. Çiyayê Sîpanê heyamek dem dirêj e ku razandî ye. Herî dawî di sala 1840an de li Çiyayê Agiriyê û di sala 1692an de jî li Çiyayê Nemrûda Bidlîsê çalakiyên volkanîk hatine tomarkirin. (zêdetir...)