Şablon:GH/2024/41

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Çiyayê Agirî
Çiyayê Agirî

Çiyayê Agirî, Grîdax, Glîdax berê bi Koşaxî an Çiyayê Şaxî jî hatiye binavkirin, çiyayekî ji cûreya stratovolkanane ku di çar qonaxên çalakiyên volkanîk de û di encama teqînên volkanîk û herikînên lavên volkanîk de bilind bûye. Çiyayê Agirî çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê ye ku ji du konên volkanîk ên mezin ên agiriya mezin û ji agiriya biçûk pêk tên. Bilindahiya agiriya mezin 5137 mêtre ye ku lûtkeya herî bilind ê erdnîgariya Kurdistanê ye û bilindahiya agiriya biçûk 3896 mêtre ye. Li ser rast a erdê berfirehî ya girseya Çiyayê Agiriyê bi qasî 35 kîlomêtre berfireh e. Yekem hewldanên tomarkirî yên ji bo gihîştina lûtkeya Agiriyê di Serdema Navîn de pêk hatiye ku Friedrich Parrot, Khachatur Abovian û çar kesên din di sala 1829an de yekem hilkişîna tomarkirî pêk anîne. (zêdetir...)