Çand


Çand an jî kultur tevahiya nirxên kevneşopî (avahîsazî, cil û berg, amûr) û nirxên giyanî (ziman, dîn, kevneşopî, exlaq) ye ku civak di tevahiya pêvajoya xwe ya dîrokî de hildiberîne û ji nifşekî ji bo nifşekî din vediguhezîne. Di heman de çanda civakan nasnameya civakan diyar dike ku wan ji civakên din cuda dike û rêberiya tevgerên kesane û civakî dike.[1][2]
Mirov çandê bi rêya pêvajoyên fêrbûna çandîbûn û civakîbûnê bi dest dixin ku ev yek bi cihêrengiya çandan di navbera civakan de xwe dide nîşandan. Normên çandî tevgerên qebûlkirî di civakê de kod dikin ku ew di rewşekê de wekê rêbernameyeke ji bo tevger, cil û berg, ziman û helwestê xizmet dike ku ev jî wekê şabloneke ji bo bendewariyan di komeke civakî de xizmet dike. Qebûlkirina tenê yekçandekê di komeke civakî de dikare xetereyan bi xwe re bîne, ji ber nebûna bersivên fonksiyonel ji bo wê guherînê, mîna ku cureyek tenê dikare li hember guherîna jîngehê hişk bibe.[3] Ji ber vê yekê, di çanda leşkerî de, mêrxasî wekê reftareke tîpîk ji bo takekesek tê diyar kirin û erk, rûmet û dilsoziya ji bo koma civakî wekê rûmet an bersivên fonksiyonelên di berdewamiya pevçûnê de têne hesibandin. Di dînê de taybetmendiyên wekhev dikarin di komeke civakî de jî werin destnîşankirin.
Çand herwek civak, zanîn, huner, amojgarî û tenduristî di jiyana me ya civakî de gotineke bi pirmane ye û di dîroka gelan de neteweke bêyî çand wek netewe nayê qebûlkirin. Her neteweyek bi rengê xwe heye û ew jî dibe pirrengiya gerduniyê. Herweki din, neteweyek bi şiklê ruh, xemilandin, xwerin bi tore û baweriya xwe bi xwe re qerektera çande ke taybetî dihuliqîne. Çanda gelan bi nivîsandina pirtûkan (pirtûkên dîrokî, çandî, zanyarî, olî, çîrok), destan u stranan û seranser di nava jiyana gel de tê afirandin, bi xêzikan, wênean, şano û fîlman xurt dibe û pêş ve diçe.
Çanda gelê kurd
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lê di dîrokê de heya îro tu car çand azad nebûye û tim û tim di bin destê dewlemandan de ji bo pêdiviyên wan hatiye bikaranîn. An jî di bin hukmê kevneperest û olperestan de şûn de maye. Hatiye qedexekirin yên ku xwestine karê çandî bikin gunehbar bûne û ew hevcedariya çande ke azad û serbixwe ji bo gelê kurd jî bûye hesretekî dûr û dirêj.
Ji bo kurd û Kurdistanê çandeke azad divê di gel mafên çarenusî pêk bê û pêş ve biçe. Heya ku armanca yekîtiya neteweyî, yekîtiya ziman, yekîtiya aborî û ya çandî pêk neyê ev felatî ne mumkîn e.[çavkanî hewce ye]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Zana Farqîn (2011). Ferheng kurdî-tirkî-kurdî. Enstîtuya Kurdî ya Stembolê.
- ↑ Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga destî kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd
- ↑ Jackson, Yo (2006). Encyclopedia of Multicultural Psychology. 2455 Teller Road, Thousand Oaks California 91320 United States: SAGE Publications, Inc. ISBN 978-1-4129-0948-8.
{{cite book}}: CS1 maint: location (lînk)