Şebenga karomiqnatîsî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şebenga karomiqnatîsî (bi îngilîzî: electromagnetic spectrum), rêzkirina tîrojên karomiqnatîsî li gor dirêjiya pêlên wan.

Di navbera herdu qadan de goşeya 90 pile heye
.
Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan ji 400 heta 700 nanometre ne, ji aliyê çav ve dikarin bên dîtin. Çav enerjiya van tîrojan veduguherîne sînyalên elektrîkê

Gava pirtikek atomî, ya wekî elektron, ji aliyê qada karebayî (elektrîkî) ve tê tawdan, dibe sedema livîna elektronan. Livîna elektronan dibe sedema çêbûna qada lerizînê ya karebayî û miqnatîsiyê. Di navbera herdu qadan de goşeya 90 pile heye. Qadên lerzinê di nav gurzeya enerjiya ronahiyê, fotonan de diçin, ev rewş wekî tîrojdana karomiqnatîsî (bi îngilîzî: electromagnetic radiation) tê navkirn. Foton yekeya ronahiyê ye, ji pakêta enerjiyê pêk tê û taybetmendiya pêl û pirtikê (bi îngilîzî: particle) lixwe digire.[1] Rêjeya enerjiya foton û dirijiya pêlê ya ronahiyê berevajî ye. Fotonên ronahiya bi dirêjiya pêlên kin, li gor yê pêlên dirêj, hê pirtir enerjî lixwe digirin.[2]Tîrojdana karomiqnatîsî ne di yek, lê di gelek corê tîrojan de rû dide. Li ser xêzekî, rêzkirina van hemû tîrojan li gor dirêjiya pêlên karomiqnatîsî, wekî şebenga karomiqnatîsî tê navkirin.[3].Tîrojên karomiqnatîsî jî mîna deng, bi şêwaza pêl belav dibin. Pêlên deng di nav madeyên şile, req û di nav hewayê de derbas dibin, cudahiya pelên karomiqnatîsî ji pêlên deng ev e ko pêlên ronahiyê dikare di nav valahiyê de jî derbas bibe[4] Li esman gava birûsk lê dide, pêşî ronahiya birûskê paşê dengê birûskê digihîje mirov. Ev rewş ji ber cudahiya leza pêlên ronahiyê û deng e. Leza pêlên ronahiyê li gor ya pêlên deng gelek zêde ye. Tîrojên karomiqnatîsî (ronahî) di valahiyê de, di çîrkeyek de 300000 km diçe ango leza tîrojên ronahiyê di valahiyê (feza) de 300000 km/çîrke ye.[5] Leza pêlên dengê di hewayêde 343 m/çîrke ye. Durahiya di navbera lûtkeyên du pêlên li du hev, wekî dirêjiya pêlê tê navkirin.[6] . Dirêjiya pêla tîrojên ronahiyê bi yekeya nanometre (nm) tê pîvandin. Nanometre ji mîlyaran yekê metreyê ye, ango 1m= 1000 000 000 nm ye[4]. Dirêjiya pêlan dibe ko ji nanometreyek kintir be, mînak, tîrojên gamayê. An jî dibe ko dirêjiya pêlan ji kîlometreyek dirêjtir be, wekî mînak dirêjiya pêlên radyoyê[7] Çavê mirov hemû tîrojên karomiqnatîsiyê nabîne. Ronahî corek ji pêlên karomiqnatîsî ye. Tîrojên ko dirêjiya pêlên wan ji 400 heta 700 nanometre ne, ji aliyê çav ve dikarin bên dîtin, çav enerjiya van tîrojan veduguherîne sînyalên elektrîkê.[8] Ew ronahiya ko mirov tîrojên wan bi çav dibîne, wekî ronahiya bînraw tê navkirin. Bi têkilbûna tîrojên ronahiya bînraw, ronahiya spî peyda dibe.[9] Heke ronahiya spî di nav Puwazkek (prîzma) sêgoşeyî de derbas bibe, tîrojên ronahiya spî ji hev cuda dibin. Hemû reng li gor dirêjiya pêlên tîroja xwe rêz dibin, bi vî awayê keskesor ava dibe, ji vê rêza rengan re şebenga ronahiya bînraw tê gotin. Şebeng ji ronahiya binefşî, nîl, şîn, kesk, zer, porteqalî û sor pêk tê. Ji van rengan, dirêjiya pêlên ronahiya binefşî (mor), ya herî kin e, lê enerjiya fotonên vî rengê ji ya rengên din zêdetir e. Pêlên ronahiya sor, pêlên herî dirêj ên ronahiya bînraw e, lê enerjiya fotonên ronahiya sor ji ya hemû rengên din kêmtir e. Gava ronahiya bînraw di puwazkê de derbas dibe, herî zêde tîrojên ronahiya binefşî, herî kêm jî yên ronahiya sor ditewin. Ji boy hestê bînînê, enerjiya pêlên ronahiyê tên bikaranîn. Tîrojên ronahiyê li ser kelûpelan dixe, ji wir şewq dide û tê ser çavê mirov, li gor dirêjiya pêla ronahiyê, çavê mirov ronahiyê bi awayekî rengîn dibîne. Ronahiya bînraw beşek piçûk a şebenga karomiqnatîsî ye.[3] Li gel ronahiya bînraw şebenga karomiqnatîsî, pêlên karomiqnatîsî yên din jî lixwe digire. Tîrojên gama, tîrojên X, tîrojên serbînefşî, tîrojên jêrsor, pêlên mîkro û pêlên radyo jî pêlên karomiqnatîsî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  3. ^ a b Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  4. ^ a b Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  6. ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).
  7. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  8. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  9. ^ Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.