Şefik Yaktın

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şefik Yaktın (Argeş Norşinî) hat beralîkirin)

Şefik Yaktin muzikvan û stranbêj û çalakvanekî kurd bû ku di sala 1975an li Norşîna Bidlîsê (Bakurê Kurdistanê) ji dayik bûye.

Hemû zarokatiya xwe heya 14 saliya xwe li Norşîne dijî. Piştî wî bi xwesteka xwe berê xwe dide bajarên Tirkiyê wek Muğla û Îzmîrê. Li wan deran karên cûda cûda dike. Karên wî yê muzîkê bi salên 90î dest pê dike. Sala 1994an têkiliyên xwe ji malbatê xwe dibire û welatparêziya xwe di domîne. Ji sala 1993 heya 1998an karê xwe ya hunerî li nav Navenda Çanda Mezopotamya dide meşandin. Cihê xwe li nav Koma Agirê Zerdeşt û demekî pir kurt ji li nav Koma Agirê Jiyan digire.

Piştî 1998an berê xwe dide Qafqasyayê û ji wir ji derbasi paytexta Moskowa Rûsyayê dibe. Li wê derê jî xwe karên muzîkê dûr naxîne. Sala 2000 bi hêstên welatparêzî tevlê Artêşa PKK dibe û êdî bi navê Argeş Norşinî tê naskirin. Li nav rêxistina navhatî ji demekî karên xwe yî muzîkê dimeşîne, bes piştî demekî din bi pêşnêyarê xwe wek endamekî artêş cihê xwe li nav gerîla digire. Di 21ê çiriya pêşîn a 2004an de li Çiyayê Cûdî jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Argêş li Tirkiye û Rûsya û li ser çiyan gelek sitran çê dike. Sitranên wî 20 - 25 tên zanîn. Mînak ji wan sitrana Zîlan ya ku Koma Agirê Jiyan di albuma xwe da xwendiye, Dara Jînê ye ku Koma Azad albuma xweda xwendiye. Albumek Argêş Norşînî ku hatî be lalavkirin tune, tenê çend kasetên amator yên ku dest hevalen wî da mane hene[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]