Şemzînan

(Ji Şemdînan hat beralîkirin)
Şemzînan
Şemdinli
Şemzîna
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Hekarî
Serbajar Şemzînan
Qeymeqam Mesut Gençtürk

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 22 gund

Gelhe (2008) 52.779 kes
Rûerd 1.661 km2
Berbelavî 31,8 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2008) 13.081 kes
Koordînat 37°18′21″Bk 44°34′26″Rh / 37.30583°Bk 44.57389°Rh / 37.30583; 44.57389
Bilindayî 1.400 m
Koda postayê 30800
Koda telefonê (+90) 438
Şemzînan li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Şemzînan
Şemzînan
Şemzînan (Bakurê Kurdistanê)

Şemzînan (bi tirkî, Şemdinli) yek ji navçeyên Colemêrgê ye. Navê navenda bajêr Nawşar e.

Navê herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew herême bi navêt Şemzîna û Şemdîna jî yê hatiye gotin û baskirin lê belê navê wêderê li eslê da Şemsdîna ye[çavkanî hewce ye]. Kurd herweto carcar dibêjne wê navçê Navçiya û dibêjine bajêrê wê Navşar.

Tewawî kitêbêt berê Şemzînan bi navê Şemsdîna, yêt naskirine, bo nimune li kitêba Mîr Şerefxanê Bitlîsî, Şerefname, yan li kitêba W. A. Wigram The cradle of mankind, life in eastern Kurdistan. Nimûneyek dî, xirîteya Şemsdîna ye, ku ingilîsiya li duwahiya sedsalêt 19ê zayînî yê çêkiri û navê Şemsdîna yê bikar înaye.

Şêx Ubeydulayê Nehrî, yê navdar, li dîwana helbestêt xwe da bi farisî yê nîvîsî[çavkanî hewce ye]:

Yanî navê wê navçê li eslê xwe da Şemsedîn danabûn lê belê nav xelkê bi Şemzîna dihête gotin û bi wi navî navûdeng yê bûye.

Hem Nikitin û hem jî Mînorskî navê Şemdînan yê bikar anîne.

Vasîlî Nîkîtîn (Basile Petrovich Nikitine) li kitêba xweda, bi navê Kurd û Kurdistan, (wergêrê farisî, Mihemed Qazî) yê nivîsî, ku damezrênerê binemala Begzada (Beyzadêt Hekarî, Amêdiyê, Kilîsê, Şemzîna û Tergewerê) mêrek bûye bi navê Mîr Şemsedîn, ku Şemsdîna bi navê wi Mîr Şemsedîni yê hatiye navkirin.

Ewê binemalê, yanî Beyzada, heta dewrê Şêx Ubeydela li Şemsdîna hikûm dikirin. Dewrê Şêx Ubeydela li sala 1870ê zayînî qawet kete destê Seyîdêt Nehriyê.

Nehrî heta sala 1930ê zayînî navenda Şemsdîna bûye, ku paşi hingî Navşar binavê Şemzîna (Şemdînlî) yê bûye navenda Şemsdîna.

Eşîrên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Şemsdîna çar eşîr dijîn: Begzade (li gel Bayî û Mela Bemboyî), Herkî, Gerdî û Zerza. Dewrê mîretiyê sê binamalêt Begzade (Musabegî, Bênturî û Şêxanî) her salê yêk dibû mîr. Mîri desteyek çekdarêt taybetî hebûye, ku digotinê Xunxor.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sala 1880ê- Serhildana Şêx Ubeydullah Nehrî
  • 1925- Şêx Evdilqadirê kurê Şêx Ubeydullah hate bidarvekirin.
  • 15ê Tebaxa 1984ê şerê PKKê digel Dihêya Sêrtê li Şemzînan dest pê kir.
  • Di mijdara 2005'an gele Şemzînan serhildanek pêk anî, Bûyera Şemzinan.

Gundên Şemzînanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gundên Şemzînanê
Gundên navendî Mezre (gundên girêdayî)
Bêtkar Bezeno
Bentûr Dînarte, Demar, Kolîta
Bayê -
Bêmbo Meydan, Deravî, Raşîdan
Bedevî -
Bêdav Deh
Dêman Melyan, Helankê, Mîrava, Nîksa, Tîsê
Evlîyan Rûyan
Gare Masîro, Şavûte, Kelyaşîn, Meleyan
Gûlankê Soranser, Spîndarok, Alkeva, Balekan, Dûrê, Harûna, Aşağı Korgan, Çevre, Üzümkıran, Yukarı Korgan, Kanîrihan, Talê
Helane -
Herkî Zîzan
Kelaşk Nêrkole, Kadana, Gîman, Kepenekyan, Xezne, Bêbab, Nêrkol, Mezre, Girkê, Çemê Sofî Welî, Nêrkolana Jorî, Şêxan, Feqîyan
Katûne Ballı, Xosrava, Şikeftan, Zêrik, Zêvkan, Kûle, Katûna Jorî
Mezre Bêgoza Jêrî, Bêgoza Jorî, Sersilte, Tevsiyan, Kelêtan, Çem
Nehrî Bêşemsî, Bêxirdî, Bemlate, Tûrî, Beyteran, Navrezan, Rûbûnis, Tuva, Kerketî
Nêrdoş Bîyahole, Sêvê, Kola, Tûyê, Tûya Jêrî
Nûxeylan Bêzelê, Gûlkan
Salaran Yukarı Yaylapınar, Spîndarê, Bêzelan, Dûyî, Derûkî
Sûrûnis Derbanî, Derya
Şepetan Sararo, Meydan, Elde, Dereboyu

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).
  • Ergin Öpengin (Şemsdîna), 2009.
  • Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
  • Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.