Şerê navxweyî yê Lîbyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şerê navxweyî yê Lîbyayê (dawî)

Şerê navxweyî yê Lîbyayê, di sale 2011an de bi xwepêşandanên li dijî xwermenda Muemer Qedafî dest pê kirin. Piştre ev xwepêşandan rengê şerê navxweyî standin. Weke dîrok 5ê reşemiya 2011an destpêka xwepêşandanên ku rengê şerê navxweyî distînin destpê dikin. Şerê navxweyî, weke dîroka dawiya wê jî dîroka 20 kewçerê ku di wê rojê de Muammer Qadafî hat kuştin, tê nîşandan. Di 18ê reşemiya 2011an de, li bajarê Lîbya li Bingaziyê, bi xwepêşandanê dest dike û ku bi hin polîs û hinek xwepêşanderan re hinek herêmên wê xistine bin venêrana xwe êdî şerê navxweyî dest pê kir. Piştre, welat, bi navê "lijneya bilind a netewî" û "Komara Lîbyaya Civakparêz" bû dibeşî. Di 28'ê tebaxê de ku Trablus dikeve destê hêzên lijneya bilind a netewî ku êdî dibê weke hêzekê. Lê di wê navberê de ev lijneya bilind a netewî di asta pêşî de ku welatên ewropî pêşengtiya wê kir, ji aliyê nêzî sed welatî ve hat nasîn bi navê Libya.

Kurtedîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Libya, rejîma Muammer Qadafî ji sale 1969´an ve li ser desthilatdariyê bû. Bi teybetî, piştî xûrîxîna Yekîtiya Sovyet, welatên ku li rex wê bûn jî, weke Lîbya berî hingî, yek bi yek rastî mudahelê hatin. Lîbya jî, di wê çerçovê de mudahele lê hat kirin. Piştî xwepêşandinên li welêt, Amerìka û NATO, bi operasyonaka ku navê "Operasyona Savaqê" ketina Libya de û mudahele lê kirin[çavkanî hewce ye]. Pêşî bi bombardimê, operasyonê dest pê kir û piştre leşkerî ketin welêt de. Fransa û Îtalya, di wê operasyona NATO'yê de di refê pêşî de cih girtin. Operasyona NATO'yê, di fermandariya Carter Ham de bû[çavkanî hewce ye].

Pêvajoya Operasyonê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Operasyon, di rojaxwe ya pêşî yanî di 19 adara 2011´an de bi fuzeyên bi navê Tomahawkê bombardima li paytext û mala Qadafî bixwe bû. Di bombardimanan de bi bi dehan sivilan de jî jîyane xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê, nîqaşên li ser kuştinên sivilan ên di bombardimanan de pirr nîqaş bûn. Welatên weke Venezuêla, Çîn û Rûsya, li dijî operasyonên bertekên xwe nîşandan û Rûsya, operasyon şiband seferên xaşiyan ên ku di sedsala 11'em de ku bûbûn.

Cîhanê ereb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cîhanê ereb, li dijî operasyon û şerê li Lîbya, zêde dengê wê derneket. Piştî ku operasyona NATO'yê ya li Lîbyayê bi dawî bû, piştre bi çend rojan re pêvajoya şerê navxweyî ê li Sûriyê dest pê kir. Li Lîbya, şerê ku lê dest pê kir, pêşî çend ku bi xwepêşandinî bû, piştre komên çekdar ava bûn û li herêmên ku girtin bidest pevçûnan kirin bi hêzên rejimê re. Ji rojava jî, piştgirî ji wan re hat dayin, Bi teybetî Ji 11, 17 û 20´ên sibatê û pê de, xwepêşandinên ku baxtê xate tekoşînê li libya li dijî rejimê da destpê kirin bû. Ji van dîrokan de li Tûnis û Misrê jî hin bi hin birengê xwepêşandinî tevger dibun. Di vê demê de hem pêşveçûnên li herêmê û hem jî ên li welêt, bi bandûrtir bûn.

Dem hata ku hata xwepêşandinên ku bûn li ser telewizyonên erebî ên weke Elcezîre û Elerebiye re, hatina ser ziman. Li herêmê, pêşî, rejimê xatên têkiliyên ên weke yên internett û hwd birrîn. Lê piştre carek din vekirin. Piştre komên çekdar ku tê gotin weke ên El-Qaede û hwd jî êdî ji herêmên din diherikina bi ber wir de.

Heta ku dem tê hefetya pêşî ya adarê, êdî komên ku li ber hevdû şer dikin ji rejimê û komên ku xwe weke "muxalif" dinasîn dikevine berhevdû de û bi hevdû re bidest şerê çekdarî dikin.

Piştî ku pevçûnan dest pê kir, êdî pêvajoyaka ku temenê oparasyona navnetewî lê were kirin hat pêşxistin û gelek welatan balyozên xwe dikarîya wan de sekinandin. Di oparasyona ku êdî hat destpêkirin ji aliyê NATO'yê ve, di wê de jî hat gotin bi sadan mirov hatina kuştin. Piştî ku Qadafî hat kuştin, piştre, ew kuştina wî, weke ketina rejima wî û dawî lê hatina wê hat ser ziman. Piştre jî, êdî demeke nû li Libya hat dest pê kirin.

Penaberiya di dema şerê navxweyî ê Lîbyayê de ku bû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî destnîşanên NY'ê tê gotin ku ser 200 000´î re mirov bi penaberî çûne welatên cîran ên weke Tûnis û Misrê. Di dem û pêvajoya ku pevçûn bûn de bêhitîrî jî, penaberî ên ku bûn piştre bûn. Pirsgirêka zad û qût jî dest pê kir. Ji nêza, pirr perîşan bûn. Li welêt jî, di wê dema şer de, jîyan bi tememî ji holê rabû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]