NATO

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ala NATOyê
Endamên NATOyê

NATO an jî Rêxistina Peymana Bakurê Atlantîkê, (bi îngilîzî: North Atlantic Treaty Organisation, fransî: OTAN, Organisation du Traité de l'Atlantique Nord) hevalbendiyeke leşkerî ye û ji bo parastina li dijî êrişên dewletên din yên ku tê de ne endam in hate sazkirin.

Dîrok[biguherîne]

Yekem car bi tevlîbûna 5 endaman di 17'ê adarê sala 1948an de hate sazkirin. Piştî Şerê cîhanî yê duyemîn ji bo sazkirina ewlekariya welatên herêma Atlantîka Bakur hevdîtin hatin çêkirin. Di dawiyê de di 17 adara 1948'an de li Brukselê di navbêra 5 dewletan de "paktekek pênc alî" hate mohir kirin. Paşê ji bo pêşxistina sîstema parastina yekgirtî dewletên din jî serî lê dan û li ser vê yekê di 4'ê nîsanê 1949'a de "Pakta Atlantîka Bakûr" ango NATO hate sazkirin. Welatên ku vê peymanê mohirkirine ev in: Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtaniya Mezin, Fransa, Kanada, Belgiya, Holand, Lûksembûrg, Îtalya, Portûgal, Norwêc, Danîmarka û Îrland. Bi vî awayî dewletên mîna Portûgal û Îtalyayê ku qet eleqeya wan bi herêma Atlantîka Bakûr re tune ye jî tevlî paktê bûn. Lewma hukumetên Tirk û Yewnanan jî xwesti tevlî paktê bibin û serî li dewletên endamên paktê dan. Bi tevlîbûna Tirkiye, Yewnanîstan, Almanya Rojava (wê demê Almanya du beş bû) û Spanyayê hejmara endamên NATOyê derket 16an.

Armanca peymanê[biguherîne]

Armanca vê peymanê ew bû ku rê li ber firehbûna Sovyetê di nava Ewropayê de bigire. Li gorî peymana Atlantîka Bakur NATOyê, „heger êrîşek li ser endamekî, yan jî çend endamên rêxistinê werin li darxistin, ev tê wateya ku êrîş li hemberî hemû paktê (hevgirtin) hatiye kirin û divê li hemberî êrîşê helwesteke yekgirtî ya parastinê ji aliyê endamên allîansê werê girtin. Yekem navenda NATOyê li nêzî Parîsê hatiye sazkirin, paşê jî li paytexta Belgiya Brukselê. Fermdandariya Başûr-Rojhilatê NATOyê jî li bajarê Tirkiye Îzmîrê ye. Piştî ku dawî bi şerê sar hat, NATOyê armancên xwe careke din di bin çavan de derbas kir û di sala 1991'a de stratejiyeke nû da pêşiya xwe. Li gor vê stratejiyê NATO xwest ku hijmara hêzên xwe yên leşkerî kêmtir bike û zêdetir hevkariyê bi saziyên navnetewî bike, beşdarî di operasyonên parastina aştiyê bibe. NATO di hêla kontrol kirina çekan de jî, nêrîna rojava ya ku di Peymana (INF) ya sala 1987 an de hatiye, ji xwe re weke bingeh digre. Ew peyman dibêje ku pêwîste çekên nukleriyên navencî li holê bên rakirin.

Sekreterên Giştî ên NATO yê[biguherîne]

Sekreterên Giştî ên NATO yê
No. Nav Welat Destpêka dewra kar Dawîhatina dewra kar
1 Hastings Ismay, 1. Baron Ismay  Keyaniya Yekbûyî 4'ê avrêla 1952'a 16'ê gulana 1957'a
2 Paul-Henri Spaak  Belçîka 16'ê gulana 1957'a 21'ê avrêla 1961'a
3 Dirk Stikker  Holand 21'ê avrêla 1961'a 1'ê gelawêja 1964'a
4 Manlio Giovanni Brosio  Îtalya 1'ê gelawêja 1964'a 1'ê kewçêra 1971'a
5 Joseph Luns  Holand 1'ê kewçêra 1971'a 25'ê pûşpera 1984'a
6 Peter Carington, 6. Baron Carrington  Keyaniya Yekbûyî 25'ê pûşpera 1984'a 1'ê tîrmeha 1988'a
7 Manfred Wörner  Almanya 1'ê tîrmeha 1988'a 13'ê gelawêja 1994'a
8 Sergio Balanzino  Îtalya 13'ê gelawêja 1994 17'ê kewçêra 1994
9 Willy Claes  Belçîka 17'ê kewçêra 1994'a 20'ê kewçêra 1995'a
10 Sergio Balanzino  Îtalya 20'ê kewçêra 1995 5'ê berfanbara 1995
11 Javier Solana  Spanya 5'ê berfanbara 1995'a 6'ê kewçêra 1999'a
12 George Robertson  Keyaniya Yekbûyî 14'ê kewçêra 1999'a 17'ê berfanbara 2003'a
13 Alessandro Minuto Rizzo  Îtalya 17'ê berfanbara 2003 31'ê berfanbara 2003
14 Jaap de Hoop Scheffer  Holand 1' rêbendana 2004'a heta 31'ê tîrmeha 2009'a
15 Anders Fogh Rasmussen  Danîmarka 1'ê tîrmeha 2009'a (li gor pilanê)

Sergio Balanzino û Alessandro Minuto Rizzo tenê ji bo dema lêgerîna li sekreterekî nû - yanî bi awayekî komîsarî - li ser kar bûn.

Girêdanên derve[biguherîne]