Here naverokê

Şivanê Kurmanca

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Şivanê Kurmanca
1935
NivîskarErebê Şemo
ZimanKurdî
WeşanxaneNeşra
Rûpel384
ŞêweRoman

Şivanê Kurmanca an jî Şivanê Kurd, di dîroka wêjeya Kurdî de romanê yekemîn bi zimanê Kurdî ye. Ev roman ji aliyê Erebê Şemo hatiye nivîsandin.

Roman bi alfabeya latînî ya Marogûlov - ya ku di 1929an de ji aliyê Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo ve hatibû amadekirin - di sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Piştre ji bo zimanê rûsî hatiye wergerandin. Basil Nikitin di sala 1946an de ev pirtûk ji rûsî wergerandiye fransî û Nûredîn Zaza jî ew ji fransî wergerandiye kurmancî û bi navê Şivanê Kurd û Kurdên Alagoz di 1947an de li Beyrûtê çap kir.[1] Di encama wergera wergera wergerê de, navê pirtûkê jî dibe Şivanê Kurd.[2] Roman di gulana 2009'a de bi navê xwe ê orîjînal Şivanê Kurmanca wek pirtûka weşanxaneya Lîsê ya 75em û wek pirtûka rêza Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî ya 21em disa hete çap kirin.

Pirtûk sereboriyên niviskar ya dewra zarokatî û xortaniya wî û koçerên Kurd ên Qefqasê ye. Ereb Şemo li dora biraninên dewra zarotî û xortaniya xwe, rewşa civati ya Kurdên Qefqasyayê ji bihûrbilî û bi hosteyî dihone û weke berr û mafêreke rengîn a destkariya keçeke Kurd a bengî radixe ber çavên xwendevanan. Di beşên dawîn ên romana xwe de jî, nivîskar bahsa bûyerên dema şoreşa mezin a 17an, şerê li dijî emperyalîstan û şerê navxweyî jî dike. Her wiha roman, zehmetî û dijwariyên parastina destketiyên piştî şoreşê jî dike û bi awayekî serketî wêneyê demê teswîr dike.

  1. ^ Meho, Lokman I. (1997). The Kurds and Kurdistan: a selective and annotated bibliography (PDF). Bibliographies and indexes in world history. Westport, Conn: Greenwood Press. r. 266. ISBN 978-0-313-30397-5.
  2. ^ Romana Kurdî ya yekemîm “Şivanê Kurmanca” derket [girêdan daimî miriye]