Îsahak Marogûlov
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Mirin | |
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
Îsahak Marogûlov (bi rûsî: Исаак Марогулов; z. 1868 – m. 6ê îlonê 1933) zimannasekî asûrî bû. Di sala 1928an de bi Erebê Şemo re alfabeya kurdî ya latînî ya siftê amade kir.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îsahak Marogûlov ku bi eslê xwe asûrî ye, di sala 1868an de tê dinê. Bavê wî di sedsala 19an de ji Îranê koçî Ermenistanê kiriye û li gundê Divîn a Yêrîwana Ermenistanê bi cih bûye. Marogûlov piştî temamkirina xwendina xwe di sala 1888an de li gundê Şaxtaxteya Nehçiwanê, dûre di sala 1893yan de li gundê Qemerlî mamostetiyê dike.
Marogûlov, dema her sal tevî malbata xwe çûye zozanên Elegezê bi zarokên kurd re jiyaye û kurdî wekî zimanê xwe yê zikmakî hîn bûye. Tayina Marogûlov di sala 1905an de derdikeve gundê Zor. Li gundê Zor ku girêdayî Surmeliyê ye, li wir bi rûsî û kurdî dersê dide û li wî gundî dest bi amadekirina pêvajoya çêkirina alfabeya latînî ya ji bo kurdî kiriye.
Çêkirina alfabeya kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di salên 1920î de li Sovyetê ji bo çêkirina alfabeyek ji kêmaran re komîsyon çêdibin. Komîsyon ji bo kêmarên weke kurd, tirk, asûrî û oset biryara alfabeya latînî dide û ji bo çêkirina xebatê elfabeyê dest bi amadekariyan dikin. Ji bo çêkirina alfabeya kurdî jî di salên 1920an de zanyar Orbeli û N. Marr xebitîn, lê temam nekirin. Di vî warî de Îsahak Marogûlov pir dixebitî. Wî li gorî dîroka nivîsandina kurdî û fonetîka kurdî alfabeyeke kurdî çêkir û pêşkêşî komîsyonê kir.
Komîsyonê di sala 1928an de alfabeya ku Marogûlov amade kiribû pejirand û di sala 1929an de jî komarên Qafkasyayê ev alfabeya Marogûlov bi awayekî fermî wekî "alfabeya kurdên Kafkasyayê" pejirand. Lê di sala 1941ê de Ermenistan vê alfabeyê betal dike û di cihê wê de bi zagona hejmara 909an alfabeya kirîlî bi cih dike.[çavkanî hewce ye]
| Ev gotara li ser nivîskar an helbestvanekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
