Şorbeya lazûta kutayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şorbeya lazûta kutayî ji lazûtê (li hin deveran garis, zalût dibêjin) tê çêkirin. Ji danê lazûtê ne tenê cureyek, gelek cureyên şorbeyê tên çêkirin. Bi taybetî li herêma Serhedê tê zanîn.

Ferhengoka lazûtê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek binavkirinên lazûtê hene di kurdî de, zimanzanan standard nekirine.

  • Baçik: Lazûtên gelek hûrik in. Ji lazûtên negihîştî yên xav ên ku bo kelandinê tên veqetandin re jî dibêjin (navekê din jî bîcik e)
  • Lazût: Li Serhedê û gelek deveran ji lazûtên bo hêranê, ardê wê tên çandin re dibêjin.
  • Zalût: Li herêma Tolhildanê û gelek deveran tê bikaranîn
  • Garis: Li Mêrdîn û gelek devaran tê bikaranîn. Bi îngilîzî: Panicum e, bi texmînî ji ber ku pirr berê di demên antîk de gelên îranî (kurd, faris ûêd) çandiniya wê kirine û dişibe gufikên lazûtê wisa gotine.
  • Gilgil: Panicum milliaceum e bi latînî. Ne lazût e.
  • Lazûk: Kêm be ev jî tê bikaranîn, ji bêjeya lazûtik, lazûtokê.

Ji vê şorbeyê re, şorbeya gurcikî (gurciyan) jî dibêjin.

Berkeliya terifeyeka wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 stekan (qedeh) danê genimê
  • 1 stekan loviya hebî
  • 1 stekan nok
  • Nîv stekan lazûta kutayî
  • 1 kg şîr
  • 1 serî pîvaz

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Lazûtê xwe di nava avê de bihêlin, nermijî bikin. Bikelînin. 1 kg şîr tevlî bikin, bikelînin.
  2. Pîvazekê di nava rûnê nivîşkî de biqijilînin, îsota tûj (îsota pûlpelî) berdin ser û bi hev re berdin nava quşxaneyê.