Ṣerê Stamford Bridge

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ṣerê Pira Stamfordê hat beralîkirin)
Ṣerê Stamford Bridge
  • Şer û pêkdan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
53°59′33″Bk 0°54′45″Ra / 53.9925°Bk 0.9125°Ra / 53.9925; -0.9125
DewletKeyaniya Înglistanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
  • Keyaniya Înglistanê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Şerê Stamford Bridge di sala 1066an de nêzîkî gundê bi navê Stamford Bridge, li East Riding (Yorkshire, Înglistan), di navbera hêzên îngilîz û vîkîngan de çêbûye.

Pêşveçûyîna bûyeran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî mirina keyê Înglistanê Edwardê Îtirafkar (Edward the Confessor) piraniya welatên bakurê Ewropayê ketin bandora şerê ji bo textê Înglistanê. Desthilatdarên bi hêz xwe xwediyê text dîtin û ji bo text dest bi têkoşîneke dijwar kirin.

Keyê Norwêcê Harald Hardråde jî ji bo text dest bixe bi 300 keştiyên xwe derkete girava Brîtanyayê. Heman demê de William I jî xwe amade dikir ku êrîşê Brîtanyayê bike. Di wê demê de birayê Hardrådeyî key Harold Godwinson, ji hêla meclîsa Înglistanê ve ji bo keybûnê hatibû hilbijartin. Lê Godwinson dudil bû. Ji ber ku êdî du hewldanên wî yên dagirkirina keyaniyê hebûn, nezanî pêşî ji kîjan re bikeve şer. Biçe bakurê şer bike birayê xwe re bike yan bimîne başûr, başûr jî Williama bîj biparêze. Di wan rojan de agahiyên talankirina bajarê York û Northumbriayê hat guhê Godwinsonî. Godwinson bi awayekî lez di çar rojan de ji Londonê çû Yorkê.

Şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî çar rojan de hêzên îngilîzî xwe gihand Hardrådeyî û dest bi êrîşê kirin. Vîkîng têk diçûyan û direviyan. Heta ke li Stamford Bridge vekişiyan hewldan ku xwe ji bo şer xwe milên din a rûbarê amade bikin, hêzên xwe bidin hev û dîwara mertalê çekên. Lê hêzên dijmin nedixwest wê derfetê bide wan. Wê demê de berserkerek derket ser pirê û tevera xwe li aliyê neyaran ve vewşand. Kî derket li hemberê wî pê derbê tevera wî diket. Ew berxwedana li ser pirê wisa heta du saetan domand. Îngilîz neçar man nedikariyan êrîş li ser vîkîngan bikin, vîkîng jî xwe amade dikirin. Ew berserker pê berxwedana xwe ya li ser Stamford Bridge hemû şer sekinand tenê ew şer dikir. Piştî du saetan leşkerekî ji hêzên îngilîzan di bin pirê ve çû û pê rimê lingê berserkerê birîndar kir. Piştî ketina berserker hêzên îngilîzan derbasî milên din ya rûbarê bûn. Şerekî din dest pê kir, ew şer jî sê-çar roj hêzên wan mijûl kir lê îngilîz ser ketin. Hardråde û Tostig hatin kuştin û dema ku dîwarê mertalê vîkîngê di dawiyê de şikand, artêşa dagirker hemî tune bûn.

Encama şer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjbûna şerê wextekî da William piştî sê rojên din pê hêzên xwe derket girava Brîtanyayê û Godwinsonê têk bir, bi wê awayê bû keyê nû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]