Here naverokê

Asîda rîbonukleyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji ARN hat beralîkirin)

Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e.

Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne.

ARN (bi înglîzî: ribonucleic acid (RNA)) di xaneyê de ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Herwiha hin vîrus li dewsa ADN, ARN-yê wekî depoya zanyariyên bomaweyî bî kar tînîn, ji van vîrusan re vîrusên ARN-yî tê gotîn. [1] Hin corên ARN-yê jî wekî enzîm kar dikin.

Pêkhateya ARN-yê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ARN ji zincîrek nukleotîdan pêk tê.Nukleotîd bi bendê fosfodîesterê bi hev girêdayî ne. Ango nukleotîd yekeyên asîda rîbonukleyî ne. Nukleotîd ji sê beşên sereke pêk tê, koma fosfatî, şekirê pênckarbonî û baza nîtrojenî.[2] ARN bi gelemperî ji tek şerîdek pêk tê, lê hin corên vîrusên ko li dewsa ADN-yê, ARN-yê wekî molekula embara zanyariyên bomaweyî bi kar tînin de, ARN ji du şerîdan pêk tê.[3].

Di xaneyek asayî de heşt cor nukleotîd heye. ADN û ARN her yek çar cor nukleotîd lixwe digirin. Nukleotîdên ARN-yê Adenîn, Guanîn, Sîtozîn û Urasîl in. Nukleotîdên ADN-yê Adenîn, Tîmîn, Guanîn û Sîtozîn in. Di şekirê pênckarbonî yê nuklotîdên ADN-yê de di karbona duyemîn de oksîjenek kêm e loma ev şekir wekî şekirê kêmoksîjenî (deoksîrîboz) tê navkirin.[4] Şekirê ARN-yê wekî rîboz tê navkirin.

Di hin beşên ARN-yê de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Di navbera bazên nîtrojenî de avakirina bendên hîdrojenê dibe sedema çêbûna pekhateya duyemî ya ARN-yê, badanên zincîra ARN-yê pêkhateya seyemî ya ARN-yê pêk tîne.

Çêbûna ARN-yê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ARN molekulek firenukleotîdî (polînukleotîdî) ye. Di ARN-yê de nukleotîd bi bendên hevbeş (kovalent) bi hev re girê dibin. Girêdan di navbera rîboza nukleotîdek û fosfata nukleotîda din ve ava dibe. Bi vî awayî stûna zincîra ARN-yê ji dubarebûna girêdana şekir û fosfatan pêk tê.[5] Di Zincîra ARN-yê de di navbera nukleotîdên li pêyhev de bendê hevbeş (kovelendî) ê bi navê bendê fosfodîester ava dibe. Di bendê fosfodîester de, koma fosfata serê 5ê (5’) ya nukletîdek bi koma hîdroksîl a karbona seyemîna rîboza nukleotîda pêş xwe ve tê girêdan.

Nukleotîd yekeya asîdên nukleyî ne.

Zanyariyên bomaweyî yên zîndeweran li asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) ya zîndeweran de bi şêweyê gen cih digirin. Bi qonaxa libergirtinê (kopîkirin), zanyariyên ADN-yê wekî ARN tê kopîkirin.[6]

Ji ber ko ADN du şerîd e û ARN jî tek şerîd e, ARN tenê yek ji du şerîdên ADN-yê tê kopîkirin. Şerîda ko ARN jê tê kopîkirin wekî zincîra qalib (bi înglîzî: template strand) tê navkirin. Şerîda ko di çêbûna ARN-yê de cih nagire, wekî zincîra kodkirinê (bi înglîzî: coding strand) tê navkirin.[7]

Hemû corên ARN-yê bi navbeynkariya enzîma ARN-polîmeraz, ji aliyê ADN-yê ve tê çêkirin, ev kar wekî libergirtin (kopîkirin) tê navkirin. Di xaneyên navikseretayî (prokaryot) de corek ARN-polîmeraz kar dike ji bo çêkirina hemû corên ARN-yan. Di xaneyên navikrasteqîn (êkaryot) de ji bo çêkirina her corek ARN, corek ARN-polîmeraz kar dike. ARN-polîmeraz I ji bo çêbûna ARN ya rîbozomî kar dike. Bi çalakiya ARN-polîmeraz II, ARN ya peyamber tê çêkirin. ARN ya guhêzer jî bi navbeynkariya ARN-polîmeraz III ve tê çêkirin.[8]

Ji bo destpêkirina libergirtinê, enzîma ARN-polîmeraz bi beşa promotor a ADN-yê ve dibeste, ADN-ya lûlpeça hevcot vedibe û du zincîr ji hev cihê dibin, zincîra ko nukleotîdên wê temamkerên nukleotîdên ARN-yê ye û ji bo çêkirina ARN-yê kar dike, wekî zîncîra qalip tê navkirin. Zincîra (şerîd) qalip şîfre nade ARN-yê loma hin caran wekî zîncîra nekodkirinê jî tê navkirin.

Dema libergirtinê de ARN-polîmeraz zincîra qalib bi aresteya serê 3 ber bi serê 5 ve (3’-5’) bi kar tîne û şerîdek ARN-ya ko nukleotîdên wê temamkerên nûkleotîdên ADN-ya qalip e çêdike. Rêza nukleotîdên ARN-ya nûçêbûyî û ya zincîra kodkirinê heman in. Loma ev zincîra ADN-yê wekî zincîra kodkirinê tê navkirin. Lê li dewsa Tîmîn, li zincîra ARN-yê de Urasîl heye.[8]

Gelek corên ARN-yê hene, lê ji vana sê corên sereke, di xaneyên hemû zindewerên de cih digirin û kar dikin ji bo çêkirina proteînan[2]. Di xaneyên navikrasteqîn de hemû corên ARN-yê di navika xaneyê de bi rêberiya zanyariyên ADN-yê tên çêkirin.[9]

Rêza nukleotîdên ARN-ya nûçêbûyî û ya zincîra kodkirinê heman in. Loma ev zincîra ADN-yê wekî zincîra kodkirinê tê navkirin. Lê li dewsa Tîmîn, li zincîra ARN-yê de Urasîl heye

ARN-peyamber

ARN-guhêzer

ARN- rîbozomî

Ji bilî van ARN-yan di xaneyên navikrasteqîn de du cor ARN-yê din jî kar dikin ji bo rêkxistina zincîra ARN-yan.

ARN-ya piçûk a navikê (bi înglîzî: small nuclear RNA (snRNA)) zincîra pêşîn a ARN-ya peyamberê rêk dixe[10].

ARN-ya piçûk a navikokê (bi înglîzî: small nucleolar RNA (snoRNA)) kar dikin ji bo rêkxistina rêza zincîra ARN-ya rîbozomî.[11]

Di xaneyek memikdar de %80yê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya rîbozomî pêk tê. Bi qasî %4ê ARN-ya xaneyê ji ARN-ya peyamber pêk tê.%15-16 yê ARN-ya xaneyê jî ARN-ya guhêzer e.[12]

ARN-peyamber (ARN-p)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ARN-peyamber (bi înglîzî: messenger RNA (mRNA) ) tek şerîd e, ji bo çêkirina proteînan, zanyariyên bomaweyî ji ADN-yê kopî dike û dibe rîbozomê, di rîbozomê de li gor zanyariyên ji ADN yê hatinê şandin, proteîn tê çêkirin. Di xaneyê de bi qasî corên proteînan, corên ARN-peyamber tê çêkirin.[2]

Di xaneyên bakteriyan de, ARN-peyamber a nûçebûyî rasterast ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Di xaneyên navikrasteqînan (êkaryot) de ARN-ya nûçêbûyî wekî ARN-peyamber a destpêk (bi înglîzî: pre-mRNA) tê navkirin. Di zincîra ARN-ya destpêk de beşên nekodkirinê heye ji van beşan re tê gotin întron (bi înglîzî: introns), beşên kodkirinê yên ARN-ya despêk jî wekî egzon (bi înglîzî: exons) tê navkirin. Ji ARN-ya destpêk beşên întron bi alîkariya ARN-ya piçûk a navikê (snRNA) tên jêkirin û beşên kodkirinê (egzon) bi hevre tên girêdan, bi vî awayî ARN-peyamber peyda dibe. ARN-peyamber ji navikê derbasî nav sîtoplazmayê dibe û xwe digihîne rîbozomê.[3]

Koma nukleotîdên sêyanî yên ARN-peyamber wekî kodon tê navkirin. Her kodonek (ji bilî kodonên westanê) ango her sê nukleotîdek, şîfre ye ji bo asîdek amînî. Di rîbozomê de kodonên ARN-peyamber tê xwendin, li gor rêza kodonan, asîdên amînî tên rêzkirin û poroteîn tê çêkirin.[13]

ARN-guhêzer (ARN-g)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ARN-guhêzer (bi înglîzî: transfer RNA (tRNA)) jî pêkhateyek tek şerîdî ye û bi qasî 80 nûkleotîdan lixwe digire.[14] Di hin beşên ARN-guhêzer de di navbera bazên heman zincîrê de bendên hîdrojenê tên avakirin. Di navbera Adenîn û Urasîlê de bendên duyanî, di navbera Guanîn û Sîtozînê de bendên seyanî çêdibe. Ji ber avabûna bendên hîdrojenê, zincîra nûkletîdên şerîda ARN-yê di hin beşan de çêminî ye û sê badokên xelekî pêk aniye. Bi vî awayî şêweyê taybet ê ARN-guhêzer peyda dibe. Pêkhateya duyemî ya ARN-guhêzer dişibe pelê nefelê[15], pêkhateya seyemî ya wê dişibe “L” ya serberjêr.

Di kotahiya serê 3 (3’) yê zîncîra ARN-guhêzer de ji bo girêdana asîda amînî beşek heye, bi vî awayê ji sîtoplazmayê asîda amînî hildigire û diguhazîne rîbozomê.

Kotahiyek ARN-guhêzer dijekodon (bi înglîzî: anticodon) lixwe digire. Dijekodon ji sê nukleotîdan pêk tê û tevavkerê kodona ARN-peyamberê ye.[16] Heke dema dirustkirina proteînê de dijekodon û kodon lihev biguncin, asîda amînî ya li ser ARN-guhêzer bi bendê peptîdê, di zîncîra polîpeptîdê de tê zêdekirin.[15]

Her corek ARN-ya guhêzer tenê bi corek asîda amînî ve girê dibe û wê diguhazîne rîbozomê. Ji ber ko hêjmara corên ARN-guhêzer ji hêjmara corên asîdên amînî zêdetir e, gelek asîdên amînî ji aliyê du an jî zêdetir corên ARN-guhêzer ve tê guhaztin.[2]

Di xaneyek de herî zêde 61 cor ARN-guhêzer cih digire.[17]

ARN-rîbozomî (ARN-r)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

ARN-rîbozomî (bi înglîzî: ribosomal RNA(rRNA)) bi şêweyî gogî ye û di pêkhateya rîbozomê de cih digire. Herwisa dema çêkirina proteînê de wekî enzîm kar dike.[2]

Molekulên ARN-rîbozomî di navikoka xaneyê de tên çêkirin. Li gor qebareya xwe du cor ARN-rîbozomî tê çêkirin, ARN-ya gir û ARN-ya piçûk. Di navikokê de ev herdû beş bi proteînên rîbozomê ve yek dibin û binebeşa piçûk û binebeşa gewre ya rîbozomê pêk tînin. ARN-rîbozomî kar dike ji bo nasîna RNA-peyamber û ARN-guhêzer.[18]

  1. ^ Wan, Yao and Chatterjee, Kunal. "RNA". Encyclopedia Britannica, 19 Sep. 2023, [1]. Accessed 19 September 2023.
  2. ^ a b c d e Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ a b Wang D, Farhana A. Biochemistry, RNA Structure. [Updated 2023 Jul 29]. In: StatPearls [Internet]. Treasure Island (FL): StatPearls Publishing; 2023 Jan-. Available from: [2]
  4. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  5. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  6. ^ Berk, A., Kaiser, C. A., Lodish, H., Amon, A., Ploegh, H., Bretscher, A., & Krieger, M. (2005). Molecular Cell Biology (5th ed.). CA.
  7. ^ Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  8. ^ a b Clancy, S. (2008) DNA transcription. Nature Education 1(1):41
  9. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  10. ^ Allison, L. (2007). Fundamental Molecular Biology. Blackwell Publishing Limited.
  11. ^ Kiss, T. (2001), Small nucleolar RNA-guided post-transcriptional modification of cellular RNAs. The EMBO Journal, 20: 3617-3622. [3]
  12. ^ Jiayan Wu, Jingfa Xiao, Zhang Zhang, Xumin Wang, Songnian Hu, Jun Yu,Ribogenomics: the Science and Knowledge of RNA,Genomics, Proteomics & Bioinformatics,Volume 12, Issue 2, 2014, ISSN 1672-0229, [4].
  13. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  14. ^ Clark, D. P. (2005). Molecular biology. Elsevier Academic Press.ISBN: 0-12-175551-7
  15. ^ a b Cell biology and histology / Leslie P. Gartner, James L. Hiatt, Judy M. Strum. — 6th ed.
  16. ^ Johnson, L. G. (1987). Biology. Dubuque, Iowa: Wm. C. Brown.
  17. ^ Ganesh RB, Maerkl SJ. Biochemistry of Aminoacyl tRNA Synthetase and tRNAs and Their Engineering for Cell-Free and Synthetic Cell Applications. Front Bioeng Biotechnol. 2022 Jul 1;10:918659. doi: 10.3389/fbioe.2022.918659. PMID: 35845409; PMCID: PMC9283866.
  18. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "ribosomal RNA". Encyclopedia Britannica, 20 Mar. 2023, [5]. Accessed 25 September 2023.