Sîtoplazma

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Di nav sîtoplazmayê de gelek lebatok hene.

Li gel sîtoplazma, tegîna protoplazma jî ji boy vî pêkhateyê tê bi kar anîn. Sîtoplazma dişibe spîka hêkê, nîvherikoyî û nîvruhnik e. Ji ber ku di nava wê de molekulên hûrik û gir hene û bi hev re tevdigerin, sîtoplazma madeyek kolloîdal e û hundirê xaneyê de, navbera lebatok, dendik û parzûnê tijî dike. Sîtoplazma bi parzûna xaneyê dorpêçî ye.

Di nav sîtoplazmaya xaneya prokaryotî de tenê lebatoka rîbozom heye.

Xaneyên prokaryotî di nav sîtoplazmayê de ji bilî rîbozom, tu lebatok nahewînin. Pekhateyên ku di nav sîtoplazmayê de cih digirin û ji bo xaneyê hin karên taybet dikin, wekî lebatok tên bi nav kirin. Beşa sîtoplazmaya bêlebatok wekî sîtozol tê bi nav kirin. Sîtoplazma ji %80ê ji avê pêk te. Ji bilî avê, gelek molekulên organîk û înorganîk ên wekî glukoz, asîdên amînî, asîdên nukleî, asîdên rûnê, sodyûm, kalsîyûm hwd.jî di nav sîtozolê de cih digirin. Ji xeynî vana, rîşalkên proteîn jî wekî torek di nav sîtoplazmayê de belav dibin û kakûtê xaneyê (cytoskeleton) pêk tînin.

Piraniya karûbarên xaneyê di nav sîtoplazmayê de pêk tê. Bi gelemperî, xaneyên ciwan, ên ku metabolîzmayê wan bi lez û bez in, sîtoplazmaya wan jî pir e.

Girêdanên derve[biguherîne]