Abraham Maslow

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Abraham Maslow
Jidayikbûn1 nîsan 1908 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin8 hezîran 1970 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Menlo Park Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêMirina masûlkeyên dil li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêMount Auburn Cemetery Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîDewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • University of Wisconsin–Madison
  • Cornell University
  • City College of New York
  • Boys High School Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Mamosteyê/ya zanîngehê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Xebat
  • Maslow's hierarchy of needs
  • A theory of human motivation Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • Serokê Weqfa Derûnnasiyê ya Amerîkî (1968–1968) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Bertha Goodman Maslow Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Humanist of the Year (1967) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Abraham Harold Maslow (jdb. 1ê nîsanê 1908 li Brooklyn, New York City; m. 8ê hezîranê 1970 li California psîkologekî navdar ê DYAyê bû. Di nava avakarên (bavên) psîkolojiya hûmanîst de tê hejmartin ku di lîteratûrê de jê re "hêza sêyemîn" tê gotin. Ji ber ku di dema wî de psîkanalîz û tevgernasî du dibistanên sereke bûn.

Di malbateke ji rêzê ya bingeh Cihû de mezin bûbû. Ew viya bi erênî dinirxîne. Ango dibêje "heger di nava hindikayiyan de mezin nebûma, ez ê jî wekî yên din bextewar bûme, pêdivî bi tenêmayînê, lixwevarqilînê, pirtûkxwendinê nedîta".

Li Zanîngeha Wisconsin perwerdeya derûnînasiyê dibîne. Sala 1928ê marî dibe (dizewice). Hevnasîna wî bi Alfred Adler re çêdibe, gelek di bin bandora wî de dimîne.

Maslow baweriya xwe bi xwezaya mirov tîne, hêza mirov bilind dinirxîne. Lê dibîne ku cîhana derûnî ya mirov jî di bin gelek bandoran de ye. Hin pêdiviyên wê hene. Maslow dûrûdirêj li van pêdiviyan dikole û wan kategorîze dike. Piştre vana di çarçoveyekê de rêz dike ku bi navê "Angaşta Maslow a hiyerarşiya pêdiviyan" binav dike.

Angaşta hiyerarşiya pêdiviyan a Maslow[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hiyerarşiya pêdiviyan a Maslow

Pêdiviya bicihanîna kesayetiyê û armancan

Pêdiviya xwenaskirindanê, pêdiviya pesindîtinê

Pêdiviya civakî, aîdiyet ûêd.

Pêdiviya hezkirin, ewlekarî û bawerîanînê

Pêdiviyên bingehîn, av, xwarin, seks ûêd.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]