Akîneke
Xuyakirin
Akîneke, kinik (?), şûrik (?) navê cureyeke şûran e ku ji mediyan belav bûye.
Akîneke gelo kinik e?
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê akîneke ji yewnanî ye, bi texmînî ji ber ku ev şûr kin e (kurt) mediyan kinik(e) gotibin. Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Em dizanin ku Medî pêşiyên kurdan in û bêjeya kin jî niha di zimanê kurdî de dijî.
Dîroka kinikê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berê ji mediyan belav bûye. Persiyan ji mediyan girtine û di artêşên xwe de bikaranîne. 300 sal beriya zayînê derbasê grekiyan bûye û grekiyan ew bi navê akineke binavkirine. 200 sal beriya zayînê jî dibêjin êdî nehatiye bikaranîn, an jî grekiyan bikarneanîne.
Dirêjiya wê 40-45 cm, destiyê wê dirêj heya 30 cm ye. Giran e, bo parçekirina mertalan an zirxan jî hatiye bikaranîn.
Galeriya Akînekeyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Bermahiyek ji akînekeyê îskîtiyan
-
Şervanê medî bi akîneke
-
Şervanekî partî bi şûrê akîneke
-
Şervanekî îskîtî bi şûrê akîneke
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |