Mêd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Med û Medya hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mêd (Mad)

Madeh (farsiya kevn)
Mad (farsiya navîn)
Μῆδοι (yewnanî)
מָדַי (îbranî)


Împeratoriya Asûr
BZ 678 — BZ 549
Împeratoriya Hexamenişî



Împeratoriya Medî di salên 600'ê BZ de
Împeratoriya Medî di salên 600'ê BZ de

Agahiyên gelemperî
 Rêveberî Keyanî - Monarşî
 Paytext Ekbatan
 Ziman Medî
 Ol Zerdeştîtî
 TBH {{{tbh}}}
 TBH/sal {{{tbh kes}}}
 Dirav {{{dirav}}}
 Dem {{{dem}}}
 Nîşana înternetê {{{nîşana înternetê}}}
 Kd. telefonê {{{koda telefonê}}}
 {{{agahîgelemp1 sernav}}} {{{agahîgelemp1}}}
 {{{agahîgelemp2 sernav}}} {{{agahîgelemp2}}}
 {{{agahîgelemp3 sernav}}} {{{agahîgelemp3}}}
 {{{agahîgelemp4 sernav}}} {{{agahîgelemp4}}}
 {{{agahîgelemp5 sernav}}} {{{agahîgelemp5}}}

Gelhe
{{{gelhe}}}
{{{gelhe2}}}
{{{gelhe3}}}
{{{gelhe4}}}
{{{gelhe5}}}

Rûerd
{{{rûerd}}}
{{{rûerd2}}}
{{{rûerd3}}}
{{{rûerd4}}}
{{{rûerd5}}}

Dîrok û bûyer
 BZ 612 Hilweşandina Nînova
 BZ 28'ê gulanê 585 Şerê Halîsê
{{{bûyer3}}}
{{{bûyer4}}}
{{{bûyer5}}}
{{{bûyer6}}}
{{{bûyer7}}}
{{{bûyer8}}}
{{{bûyer9}}}
{{{bûyer10}}}
{{{bûyer11}}}
{{{bûyer12}}}

Serwerî
   {{{sernav serokA}}}
{{{serokA1}}}
 700 - 647 Diyako
 647 - 625 Ferwertîş
 624 - 597 Xeşterîtê
 597 - 585 Keyaksar
 585 - 549 Astiyag
   {{{sernav serokB}}}
{{{serokB1}}}
{{{serokB2}}}
{{{serokB3}}}
{{{serokB4}}}
{{{serokB5}}}
   {{{sernav serokC}}}
{{{serokC1}}}
{{{serokC2}}}
{{{serokC3}}}
{{{serokC4}}}
{{{serokC5}}}
   {{{sernav serokD}}}
{{{serokD1}}}
{{{serokD2}}}
{{{serokD3}}}
{{{serokD4}}}
{{{serokD5}}}
   {{{sernav serokE}}}
{{{serokE1}}}
{{{serokE2}}}
{{{serokE3}}}
{{{serokE4}}}
{{{serokE5}}}
{{{serokE6}}}
{{{serokE7}}}
{{{serokE8}}}
{{{serokE9}}}

Karîna qanûndanînê
{{{perleman}}}
{{{perleman1}}}
{{{perleman2}}}
{{{perleman3}}}
{{{perleman4}}}
{{{perleman5}}}

Ya berê Ya paşê
Împeratoriya Asûr Împeratoriya Asûr
Urartû Urartû
Împeratoriya Hexamenişî Împeratoriya Hexamenişî
Împeratoriya Mêdî li Rojhilata navîn
Mêdî li gor wêneyekî almanî (li dora 1860-80)

Mêdî an jî Madî Ariyên berî tên nas kirin ku hezar sala berî zayînê, li rex Deryayê Xezer (Kaspî, Mazenderan) bi rojavaya Asya bar kirine. Di pirtûka pîroz a Avestayê de hatiye ku ew diyar mîna bihuştê ye.

Mêd, navê bereke dîrokî û desthilatdariya wan e. Mêdiyan li xaka ku Kurdistan, Îran û parçeyek ji Anatolî û Mezopotamyayê desthilatî kirine.

Di demên kevn de ji rojhilat, başûrê Kurdistan û başûrê Azerbaycanê re Mêda piçûk û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî Mêda mezin dihate gotin. Paytextê Med bajêrê Ekbatana bû.

Mêdiyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a Dema xwe ya Îraniya damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniya bi têkeliya mediyan û persiyan damezirîtên. Rola Mêdan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya Îraniyan ser Rojavayê Asya bûn.

Derketin[biguherîne]

Di sala 678-549 B.Z de Mêdiyan bingeha Padişahiya Aryan damezirand,li destpêka sedsala 6 BZ padişahiya Mêdiyan paş girtina Asûr û Lîdya wek şehenşehiyek mezin xwe nişan da.

Hebûna dewleta zormend a Asûrê û êrişên wê li ser axa Mêdiyan, sebebê yekîtiya Mêdiyan û çikirêna artêş dijî Asûriyan bû.

Herodot dibêje: "Asûriyan Pênsed salan ser Asya mezinî kir,lê Mêdiyan qebul nekir,ewan bo azadiyê xebat kir û rizgar bûn."[çavkanî pêwîst e]

Dema Keyaniya Xeşterîtê Împeratoriya herî mezin di rojava Asya yan di Mêd de bû.

Peyvnasî[biguherîne]

Çavkaniya Nav ê ku gel, ziman û niştîmanê Mêdiyan nîşan dide, ji navî Erdnasiya zimanê ariya kevnê yê ye, kîjan di farsiya kevn de wek "Mada-" ye.[1] Wateya rastiya vê peyvê, ne bi cî de ye. [1][2] Zimannas Wojciech Skalmowski pêşniyar dike ku têkiliya peyva proto-Hind Ewropiyê: "mêd(h)-" bi maneya "navend, di nav de ye", bi ya Hindûwa kevn "madhya-" û ya ariya kevn "maydiya-" ê wateyên wek hevin. Di zimanên neviya wan de, latînî "mêdyum", yonanî "mêso" û cermenî "mîttel" ê de jî eynî wate tê dîtîn.[1]

Gelê Mêdî bi vê navî hatûn nîşan kirin, di nivîsên qedîm de. Gorî "Dîroka Herodot";[3]"Mêdî ji gelên qedîmên dinan de bi navê Arî dahatûn naskirin, lê dema Mêdiya, ya Kolxî, ji Atînayê hatû cem wan, wan navê xwe guherandin."

Zimanê Mêdî[biguherîne]

Gotara mezin: Zimanê Medî

Ji zimanê mêdî tenha çend peyv mane, kû ew ji di Yewnanî û Farsiya kevn de hatiye[çavkanî pêwîst e]:

Zimanzan Prof. H.W Bailey û gelek zimanzanan bawerdiké:"Zimanê Mêdiyan kurmancî ye"

  • Farnah: (înglîzî: diving glory, farsî: ferrêşahî)
  • Paridaiza: (kurdî: Buhişt,pardez (bi goranî baxçê kulîlkan) farsî: Perdîs)
  • Vazraka: (kurdî: Mezin, farsî: Bozorg)
  • Vispa:
  • Xshayathiya: (kurdî: Şeayanî)
  • Asen: (kurdî: Asên, farsî: Seng)
  • miora: (kurdî: Mêhr, farsî: Mêhr)

Bêguman zimanê mêdî, Aryayî bû û gor gotina Êstrabon: Zimanê mêdî bi farsî û soẍdî û baxterî nizîk bû[çavkanî pêwîst e].

Dînê gelê Mêdî[biguherîne]

Gotara mezin: Zerdeştîtî

Agahî li ser dînê Mêdiyan pir kême. Li gor hinek çavkaniyên kevn, vana Agirperest bûne,[çavkanî pêwîst e] Bêguman baweriyê Mêdiyan li ser Hurmezd û Ehrîman[çavkanî pêwîst e].

Welat û Cihûwarê Medan[biguherîne]

Mêd (Mad) an Mêdya an jî Mêdistan (bi Farsiya kevn: Māda, bi Farsiya navîn: Mād, bi Babîlî: Umman-Mand, bi Yonanî ya Kevn: Μηδία/Mi̱día) ji warê gelê Mêd bû.

Mêd (Media) wek parêzgeha Împeratoriya Hexamenişî

Eslê herêma Mêdayê ji Navê Çiyayên Zagrosê bû.Şehra (dewlet) Mêdî dûra berbû Anatolya, Deylem û Welatê Partan fireh bû.

Welatê Mêdiyan bi gelemperî Zozanên çiyayî bû. Ev bilindahî di navbera 900 û 1.500 m ji deryayê bilind bû. Gelek cîh û dever beyarên bê av û çiya û banî bû, ji ber ku baran hindik dibarî. Lê pir dahl û mêrgên pir biber hebûn. Piraniya rûberên mezin bi aliyê beriyê ve diçin û lîtav çêdibe bi destê germahiya havînê av dimiçiqe hişk dibe û di şûna wê de xwê dimîne.

Sînorên xwezayî bo parastina cîhûwarê Mêdiyan gelek baş bûn. Çiyayên li aliyê rojava, yanî Çiyayên Zagrosê, herî bilindin. Ew gelek caran ji çarhezar metroyan bilindin, lê tenê Demavendê ku li ser Elburzê nêzîkî Deryayê Xezerê ye, 5.771 m ji deryayê bilin e.

Kar û barê Mêdiyan[biguherîne]

Wek îro, wê demê jî bi gelemperî ew li gundên biçûk yan jî bi koçerî bi xwedîkirina pez û terşên xwe mijûl bûn. Nivîsên mixî yên ku ji êrişbûna Asûriyan li ser Mêdiyan vê gotine nîşan didin, hespên Mêdiyan pir bi nav û deng bûn. Ji vê sedemê gelek dijminên Mêdiyan êriş dikirin ser wan. Wekî din li ser zozanan û mêrgên dahlên mîh, bizin, ker, bargîr û çelek û mange ditewilîn[çavkanî pêwîst e].

Asûriyan carcaran gelê Mêdî di wêneyên kevirî de bi awayekî gîzmeyên postî ku, bo şivantiyê di holikên çiyayî, berfî û bilind de pir sûdmend e, nîşan didan. Dîtinên ku bi destê arkeolojiyê hatine peydakirin, nîşan didin ku Mêdî di karê hesinkerî, zîfkerî û gewherfiroşiyê de gelek zana bûn[çavkanî pêwîst e].

Li gor hindik kesên zana, Mêdî navê xwe ji madena ku li welatê wan pir peyda dibe, girtîne. Li gor dîrokzanan sifira ku li Erxanî - Maden tê derxistin, di dîroka mirovatiyê de kana gewheriya herî kevintir e. Heke mirov îro tenê li cîhên ku kanên gewherê welatê Kurdan binêre, rastiya vê gotinê tê ber çavan. Mesela tenê çend mînak ku, li Xulaman nezîkî Xarpêtê Krom, li Erxanî – Madenê sifir, navê Dêrsim – deriyê sim yan jî zîv, li Hezexê, Şiranê komir, li Batman heta Kerkûkê neft yanî petrol ji me re nîşan dide, li welatê Mêdiyan çi hebû û îro ji Mêdiyan kîjan gel pêk hatiye[çavkanî pêwîst e].

Cîranên Mêdiyan[biguherîne]

Li dewrûberî Mêdî de gelek xelk û netewe û hozên din hebûn. Bo nimûne li dewrûberî Gola Wirmê xelkek bi navê Skayiyan dijiyan. Hinek li rojavatir împeratoriyek bi navê împaratoriyê xaldîyan hebû. Li rojavayê, Mêdiyan împeratoriyeke mezin hebû bi navê împaratoriya Asûriyan. Paytextê wan bajarê Nînewa bû ku dikeve nêzîkî Mûsil a îro[çavkanî pêwîst e].

Tixûbên Împeratoriya Mêdiyan[biguherîne]

Her çend sînorên kevnên herêm û cîhûwarên Mêdê hatibe guhartin jî, lê bi gelemperî di herêma rojava û başurê Deryayê Xezer û çiyayîstana Elburzê bû. Sînorê başurê rojava digihîşt jorî gola Wirmê û derbasî dahlên rûber û çemê Arasê dibû. Çiyayên Zagrosê heta rûberê Dicleyê jî di navbera Mêd û Asûran de sînorê rojava bû. Sînorên rojhilat jî heta berî û çola mezin diçû. Li aliyê başur sînorê Mêdê digihîşt heta Îlamê.

Sinorên Împaratoriya Med li bakur digihîşte rûbara Eres û li başûr, heya Xûzistan û li rojhilatê heya Belx û li rojava jî digihîşte rûbara halîs. Îro wê wekî Qizilirmax (bi romî: Kızılırmak) binavdikin[çavkanî pêwîst e].

Împeratoriya Mêdî[biguherîne]

Mêdiyan berhemên nivîsî ku wan bidin nasandin şûnda nehiştin. Agahiyên li ser wan ya ji Pirtûka Pîrozê yan jî nivîsên Asûrî û berhemên kevnên Yewnanî hatine wergirtin.

Li gor dîroknivîsê Yewnanî Herodot (Historien, I, 96), Mêdiyan yeketiyek padîşahî di bin serweriya kesê bi navê Diyako ava kirîbûn. Hindik dîrokzanên nûjen dêbêjin ku, di lewhayên ku tê gotin serwerê Diyako ew bi xwe Deyaûkû ye. Di êrişekî de Sargonê duyem wî esîr digre û sergomê Hamatê dike. Le belê zêdeyî kesên zana bawer dikin ku, padîşahên Mêdî di dema Hewxşter di bin serwerekî taybet de dest bi avakirna yeketiya xwe kirine. Her çi be jî, wekî serwerên Kenaniyan bûn, carcaran di bin destûra padîşahekî ceng dikirin, le belê ew dîsa jî ta hedekî serbixwe û azad bûn.

Hewxşter keyê heri mezinê Mêdî bû,wî arteşek bihêz çikir û karî di gel sakaya bibe hewpeyman.

Li dijî êrişên Asûriyan Mêdiyan hêza xwe parastin û ew bihêz bûn. Çaxa Nebupolaserê Babîlî bavê Nebukadnesar, li dijî Asûriyan serhilda,Hewxşter leşkerên Mêdî bi Babîliyan re kom kir.

Piştî Mêdiyan di sala 12'em de ku Nebupolase hukûmdar bû (634 B. Z.) Asûr girtin, (li gor nivîsên Babîlî ku U-ma-kîs-tar tê gotin) Hewxşter û Nebupolaser di bajarê hatibû bidestxistin û girtin de „Peymana Hevalbendî û Yeketiya Bihev“ çê krin.Berossos dibêje ku, lawê Nebukadnesar, Nebupolaser keça padîşahê Mêdê ji xwe re dike jin ku navê wê Amîtîs e (li gor Abydenos ew Amuheya ye). Lê belê dîrokzan ne bi yekdengî ne. Gelo Amîtîs keça Hewxşter(Kiyaksares) bû yan jî keça lawê wî Astiyag bû.

Bi Yeketiya Babîliyan Li Ser Asûriyan Serkevtî Dibin. Di piştî şerên li dijî Asûriyan de di dawiyê de di 14. sala padîşahiya Nebupolaser de (sala 632), leşkerên yekbûyî yên Mêdiyan û Babîliyan bajarê Nînewa digrin. „Û destê xwe ber bi bakur dirêj bike û dê Asûrê tune bike û dê Nînewa bike wêranxaneyek û mîna çolê ziwa bike .

Hêzên dijberê Asûrî nêzîkî 369 kîlometre bi aliyê rojava Haranê ve hat birin, herçend Misir hat alîkariya Asûriyan jî, Asûriyan temamê hêza xwe ya leşkerî winda kirin û împaratoriya Asûriyan di navbera Mêdiyan û Babîliyan de hat parve kirin. Mîna ku di Pirtûka Pîrozê tê gotin: „Ji şikestina te re derman nîne; birîna te ya mirinê ye!“.

Wek tê zanîn Mêdiyan, bakurê wêlatê Asûriyan girtin bin destê xwe. Babîliyan jî başurê welatê Asûriyan kirin bin destê xwe, bi vî awayî Sûrî û Fîlîstîn jî ketin bin destê Babîliyan. Pîştî van bûyeran padîşahê MêdêHewxşter berê xwe da Asya Biçûk heta çemê Halîs [îro jê re Kizilirmak tê gotin) pêşve çû. Li wir Mêdiyan bi Lîdyan cengek bê encan kirin. Ji wê û pêve çem û rûberê Halîs sînorên rojava yê împaratoriya Mêdî bû. Ev împaratorî xwe dirêjî heta zozanên temamê Îranê, Mezopotamya Bakur, Ermenistan û Kapadokiyayê dikir.

Wek tê zanîn Mêdî gelek padîşahî bi destên rûspiyên êlan pêkanîne. Pesndayîn û fortên ku padîşahên Asûrî Şamşî-Adadê pêncem, Tîglatpîlezerê sêyem û Sargonê duyem didin, wusa ku xwe bi awayekî serkevtî li ser hindik serwerên bajarên dûrên Mêd nîşan didin. Piştî ku Asûriyan padîşahiya Îsrael di sala 740 an BZ. de bindest xistin û ew sergom kirin, ew Di salan nehan ya Hoşeya de qiralê Asûrê Samîriyê bi dest ve xist û Îsraelê berbi Asûrê ve ajotin û wan di Halalê de û di Habora [îro jê re Xebûr tê gotin] ku li ber çemê Gozanê de ve û di bajarên Mêdî de bi cîh kirin.

Êrişên Asûriyan ku „Mêdiyên asê“ têkin bin nîrê xwe heta dema ku padîşahê Asûr Azar-Hadon yê lawê Sanherîb ku hemdemê padîşahê Cihûda Manase salên 716 – 662 an BZ, dewam kirin. Azar-Hadon di lewhayên xwe yên nivîsî de di derbarê Mêdiyan de wusa dinivisîne: „Welatek sînorên wê heta beriya xwê diçe, di navbera welatê dûrê Mêdê de, li Bîknî li Çiyayên-Lapîslasûlî, serwerê bajarê bihêz ku tu carî stuyê xwe di bin kesî de xwar nekiriye, min ew û temamê gel, hesp, terş û pez û hiştirên wî bi xenîmetek mezin bir Asûrê“. Wekî din ew vê yekê jî dibêje ku, wî baca padîşahiya hersalî jî li wî bar kirîbû[çavkanî pêwîst e].

Konfederasyona Mêdî[biguherîne]

Li gor gotina Herodotê Halîkarnasosî û mêjozanin din konfedrasyona Mêdî bi qewmên(Eşîr) jirî hatibu çikirên:

Ti zanin ku sê qewmên berî kurd in û nawê çiyayê Zagrosê,li Yonaniya Sagartî hatiye û ew naw di yekitiya farisan ji tê dîtin, pêş koçkirina farisan bu başûr ew di naw axa medan de bûn.

Keyên Mêdî[biguherîne]

Rûla Hexamenişiyan[biguherîne]

Gotara mezin: Mezopotamya Hexamenişî

Mêdiyan Hêza Xwe Didin Farisan. Wê demê paytexta Mêdí Hêgmetane bû. Îro jê re Hemedan tê gotin. Bêjeya He-Mêdan nîşan dide ku ev bajar û şar bi Mêdê pêvendi ye (Esra 6:2). Mêd li gor Farsiyan xwedîcîhek baş bûn. Farsiyan wê çaxê herêma başurê welatê Mêdiyan kirin bin destê xwe.

Dîroknivîsê Yewnanî Herodot û Ksenofon[4] dibêjin ku, Kiyaksares ku dundarê Astiyag ( di nivîsên mixî „Ištumegu“ de) keça xwe Mandanê bi jintî dide serwerê Kambîzes, ji vî çiftî Kûruş yê duyem tê dunya yê. Piştî ku Kûruş dibe padîşahê Anşanê, ku deverek ji Farsan bû, ew leşkerên Farsiyan li hev kom dike, ku xwe ji bin nîrê mêdiyan rizgar bikin. Di Dîroknameya – Nabonîd weha tê gotin: „Li dijî Astiyag leşkerên wî serî hildan, û wan jî jî Kûruş re “girtî” şandin, li ser vê jî şûnda Kûruş paytextê mêdî girt, Di vê demê de Mêd û Fars yek bûn ku, ji vir û şûnda împeratoriya Mêdî – û – Farsî avakirin.

Bi vî awayî pêxembertiya Danîêl li ser duhêziya Mêd – û – Fars ku, bi beranekî bi du qiloç tê nîşan dayîn, „yê ku bilind e dawiyê derket“ yanî di cîhangiriyê de bihêzbûyîn û pêşdeçûyîna farsiyan li vir tê nîşan dayîn[5].

Lê belê rastî ev e ku, Kûruş ji Mêdiyan re hêz û memûriyetên mezin daye, û Mêdiyam jî di hukûmdariya împaratoriya Mêdî – û – Farsî de gelek girîngya xwe anîne holê. Mîna ku pêxember danîêl ji padîşahê Belşatsar re sira nivîsa li ser rûyê dîwar wekir, weha bû: Wê imperatoriya cîhaniya babîliyan parçe bibûya û „ji Mêdî û Farsiyan re“ bihatibûya dayîn. Di pirtûka Danîêl di cîhên din de bi gotina „zagona Mêdiyan û Farisan“ pir caran Mêd bi gotina pêşîn tê dîsakirin.

Di sedsalên şûnda dora gotinan tê guhartin, lê tenê bi yek carekî derveyî qayde[6]. Nîşandayîn vê dorê zelal dike ku, ji aliyê dîrokê de Mêdiyan berî Farsiyan li ser rûyê dika dîroka dunya desthilatdar bûn

Rûla Seleukidan[biguherîne]

Serkeftina Îskenderê Mezin. Di dema Aheşveroşê padîşah de, herhal ew Kserksesê yekem bû, dîsa jî bi „leşkerên Med û Farisan“ tê îşaretkirin. ‚Heft serokên Fars û Mêdê ên ku herî nêzîkî Padîşah bûn’ û hê jî behsa „Zagonên Farisiyan û Mêdiyan“ dihat kirin (Ester 1:3, 14, 19).

Di sala 334 de B. Z. Îskenderê Mezin bi zelalî serkevtinek mezin li ser leşkerên Mêdî û Farisan bidest xist, û di sala 330 an de B. Z. Mediya xist bin destê xwe.

Piştî mirina wî başurê Mêdê ket destê împeratoriya Seleukidan, lê parçê bakur padîşahiya azad ma. Her çiqas Mêd ket bin destê Partan û Seleukidan jî, lê zanyarê cîhûwaran Strabo destnîşan kir ku, di sedsala yekem de D. Z. hê jî dundana padîşahiya medan hebû . Di sala 33 an de D. Z. di roja Pentîkostê de bi Mêdiyan re Part û Îlamî jî di nav neteweyên din hebûn ku, ew bo perestinê hatibûn Orşelîmê. Ji ber ku ew bi gotina „Cihûyên xwedêtirs ji hemû miletên ser rûyê erdê“ tên binavkirin, bi îhtîmalek pir mezin ew dundar û neviyên Cihû bûn ku, Asûriyan ew ji Îsraelê sergom kirîbûn. Asûriyan ew Cihû bi esîrtî biribûn bajarên Mêdî, yan jî hindik ji wan baweriya xwe bi olê Cihûyan anîbûn.

Çend nimûnên li ser Mêd û Mêdî ji çîroka Pirtûka Pîrozê[biguherîne]

Gelê Mêdê ji nijada ariyan bûn û ji ber vê yekê hîmê wan ji Yafet e. bi zelalî dikare bê gotin ku, ew ji lawê Yafet Maday¹ tên .

  1. Adem, Şît, Enoş,
  2. Kẹnan, Mahalạlel, Yared,
  3. Hẹnox, Methûşaleh, Lạmex,
  4. Nûh, Sem, Ham û Yạfet.
  5. Lawên Yafet: Gọmer û Mecuc û Mạday û Yạvan û Tûbal û Meşek û Tîras.
  • Nûh Li gor 1. Mûsa [Destpêkirin] 5:32 „Û Nûh pênc sed sal buhurand pêv, bi navê Sem, Ham û Yafet sê lawên wî hatin dinê.“

Nijad, ziman û dînê Mêdî pir nêzîkî malbatekî Farsiyan bû.

Mêdî bi şêweyekî gel di dîroka Pirtûka Pîrozê de di sedsala 8 an de Berî Zayînê derdikeve meydanê. Lê belê di dîroka dunyayê de cara yekem ew di dema padîşahê Asûr Salmanasarê sêyem de, ku hemdemê padîşahê Îsrael yê Yehû ye, yanî kêmzêde B. Z. di salên 904 – 877 an de tên îşaretkirin. Li gor bidestxistinên arkeolojî û vekolandinên din, tê gotin ku, gelê Mêdê di navîna hezarsaliya duyem de B. Z. li ser zozanên Rojavaya Îranê niştecîh û cîhwar bûne.

Maday[biguherîne]

Lawê sêyemê Yafet e, ku ew jî lawê Nûh yê sêyem bû, Ew bapîrê Medan tê hasibandin. Li gor vê gihîştinê ye ku, bêjeya Îbranî ya Maday di Pirtûka Pîrozê de bi gotina „Medan“ yan jî „Medya“ tê wergerandin, bo mînak di ayetên mîna. Gelê Mêdê di zimanê Asûr û Babîlî de (Akadî) Madaya û di zimanê farsiya kevn de jî Mada tê naskirin. Di demekî derbasbûyî de ew li çiya û zozanen Îranê, taybetî di navbera herêma çiyayîstana Elburzê yanî başurê deryayê Xezerê û çiyayistana Zagrosê rojhilata Asûrê şûnwar û cîhwar bûnin. Bêje û gotina ku îro bo Îranê tê gotin, ji bêjeya Arî pêk tê, ku bo dundan û neviyên Yafet tê bikar anîn[çavkanî pêwîst e].

Îro gelê Kurd dibêje ku, ew dundan û neviyên Mêdiyan in. Eger mirov ziman, dîrok, cîh û war û civaka Kurdan binêre, em pir nêzîkiyan di navbera Mêdiyan û Kurdan de dibîne[çavkanî pêwîst e].

Bide ber[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c Şablon:Harv
  2. Şablon:Harv
  3. (Herodotus 7.62.1)
  4. Historien, I, 107, 108 Cyropädie, I, ii, 1
  5. Danîêl 8:3, 20
  6. Ester 1:3, 14, 18, 19; Ester 10:2
  • Diakonoff, I. M. "Media". In Ilia Gershevitch ed. Cambridge History of Iran, Vol. II. CUP, Cambridge, 1985
  • - Dr.Xencî PDF
  • - Dr.Xencî PDF
  • Watch Tower Bible And Tract. Insight On The Scriptures, Vol.1,2: Jehovah - Zuzim (1988)
  • Altorientalische Texte zum Alten Testament, H. Greßmann, Berlin und Leipzig 1926, S. 363
  • Eusebius, Chronicorum liber prior, A. Schoene, Berlin 1875, Sp. 29, Z. 16—19, Sp. 37, Z. 5—7
  • R. Borger. di Archiv für Orientforschung. Graz 1956,
  • Strabos Erdbeschreibung, 11, XIII, 1
  • Pirtuka Pîroz: 1.(Mûsa 10:2) 2.(Mûsa - Destpêkirin 10:2; 1Ch 1:5) 3.(Qiralan 17:6; 18:11; Ester 1:3; Îşaya 13:17 û 21:2) 4.(Karên Şandiyan 2:1, 5, 9) 5.(ayetên Danîêl 5:28; 6:8, 12, 15)
  • Ayhanê Bêrtî, "Împeretoriya Med", 2008, Berlîn. ISBN: 978-3-940997-08-1