Alûgorkirina gazên henasedanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Coga henasedanê

Armanca serekî ji bo henasedanê ew ko, oksîjena atmosferê bigihîjîne hemû xane û şaneyên laş û di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ji laş dûr bixe. Bi henasewergirtin û henasedayinê hewa di navbera atmosfer û sikildanokên hewayê de tê û diçe, lê divê oksîjena nav hewayê ji sikildanokan heta xaneyan bên guhaztin, ko xane jê sûd bigirin. Herwisa divê karbona dîoksîda xaneyan jî ber bi sikildanokan ve bê derkirin. Guhaztina oksîjen û karbona dîoksîdê ya ji sikildanokên hewayê heta xaneyên laş û ji xaneyên laş heta sikildanokên hewayê, bi navbeynkariya xwînê pêk tê. Xwîna mirov di nav lûleyên xwînê de diherike û têkiliya wê ya rasterast bi atmosfer û xaneyan nîn e. Loma ji bo guhaztina gazan, divê pêşî, oksîjen an jî karbona dîoksîdê bikeve nav xwînê, paşê bi herikîna xwînê xwe bigihîne xaneyan an jî pişikan. Gazên henasedanê, ango oksîjen û karbona dîoksîda nav xwînê, li du cihan de tên alûgorkirin.(ango beramber cih diguherînin). Alûgorkirina yekem di navbera sikildanokên hewayê û xwînê de rû dide. A duyem jî di navbera xwînê û xaneyên laş de pêk tê[1].

Pêkhateya hewayê atmosferê û pestoya qismî ya gazên atmosferê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya hewayê atmosferê ji Nitrocen(Azot), Oksîjen, karbona dîoksîd û hilma avê pêk tê. Di asta perava deryayê de,

%78,6ê hewayê N2,

%20,9ê hewayê O2,

%0,04ê hewayê ji CO2 ê pêk tê.

%0,5ê atmosferê jî ji hilma avê û gazên din pêk tê[1].

Giraniya gazên atmosferê dibin sedema çêbûna pestoya hewayê. Li cihên nizim ên wekî perava deryayê, pestoya hewayê atmosferê bilind e, lê li cihên bilind, wekî mînak li serê çiya, pestoya atmosferê nizm e.

Di asta perava deryayê de pestoya atmosferê 760 mm Hg ye.(mm Hg = mîlîmetir cîwe). Bilindahiya Çiyayê Agirî bi qasî 5137 metir e, ango serê Agirî ji asta perava deryayê gellek bilind e. Pestoya atmosferê li serê Agirî dadikeve hetanê 380-390 mmHg yê.

Atmosfer gîraweya gazî ye. Her gazek gîraweyê dibe sedema peydabûna pestoyê[2]. Pestoya gazek a nav gîraweya gazî de wekî pestoya qismî tê bi navkirin[3]. Pestoya atmosferê ji tevahiya pestoya qismî ya gazên atmosferê peyda dibe.

Ango pestoya atmosferê(Patm) = PO2 +PCO2 +PN2 + PH2O = 760 mm Hg ye.

Ji ber ko xestiya gazên atmosferê ne wekhev e, pestoya ji aliyê wan gazan ve tê peydakirin jî ne yeksan e. Ango her gazek li gor xestiya xwe pestoya qismî peyda dike.

Pestoya qismî ya gaza atmosferê bi vî awayê tê hesapkirin.

P = (Patm ) x (rêjeya gazê ya nav gîraweyê %)[4]

Pestoya atmosferê (Patm) ji bo perava deryayê = 760 mm Hg ye[2].

Rêjeya oksîjenê ya di nav hewayê atmosferê = % 21 e (0,21). Loma pestoya qismî ( PO2) ji bo oksîjenê= (760 mm Hg )x (0,21) = 160 mm Hg ye.

Herwisa pestoya karbona dîoksîde(Pco2) jî = (760 mm Hg) x (0,0004) = 0,3 mm Hg ye.

Pestoya qismî ya nîtrocenê (PN2) jî (760mm Hg) x (0,786) ≈ 597 mm Hg ye

Pestoya qismî ya avê (PH2O) = (760mm Hg) x (0.004) ≈ 3 mm Hg ye[4].

Gaz ji hêla pestoya bilind ber bi hêla pestoya nizm ve belav dibin[2]. Asta pestoya qismî ya gazên henasedanê li tevahiya şaneyên laş de ne yeksan e. Pestoya qismî ya oksîjenê li hinek deverên laş de bilind ê lê bi gelemperî di nav xaneyan de gellek nizm e. Cudahiya asta pestoya qismî rê li ber alûgorkirina gazan ve dike. Alûkorkirina gazan li du beşên laş de pêk tê, henasedana derve û henasedana navî. Alûgorkirina gazan a henasedana derve û a navî ji aliyê pestoya qismî ya oksîjen û karbona dîoksîdê ve tê birêvebirin. Pestoya qismî ya oksîjen û karbona dîoksîd a di nav sikildanokên hewayê û xwîna nav mûlûleyên derdora sikildanokan de ne yek e. Gazên henasedanê ji hêla pestoya qismî ya bilind, ber bi hêla pestoya qismî ya nizm ve belav dibin ev rewş wekî belavbûne (bi îngilîzî: diffusion) tê binavkirin.

Henasedana derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Henasedana derve di navbera sikildanok û mûlûleyên xwînê de rû dide.

Kiryarê alûgorkirina hewayê ya navbera laş û atmosferê, di sikildanokên hewayê de rû dide. Di navbera sikildanokên hewayê û mûlûleyên xwînê de alûgorkirina gazan wekî henasedana derve bi nav dibe. Dîwarê sikildanokên hewayê ji çînek xane pêk tê[5]. Ev çîna tenik a sikildanokên hewayê, ji aliyê derve, bi mûlûleyên xwînê ve dorgirtî ye. Dîwarê mûlûleyên xwînê jî ji çînek xane pêk tê. Ango oksîjena di nav sikildanokên hewayê ji xwînê bi qasî stûriya du xaneyan dûr e.

Pêkhateya gazên nav sikildanokên hewayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêkhate û rêjeya hewayê nav sikildanokan neguherbar e û ji ya atmosferê cuda ye. Ji ber hebûna hilma avê, di nav sikildanokên hewayê de pestoya qismî ya oksîjen û nîtrocenê dadikeve. Lê pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan ji ya nav atmosferê bilindtir e. PO2= 100 mm Hg ye û ji PO2 ya atmosferê kêmtir dibe[6]. Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav sikildanokan jî ji ya atmosferê bilindtir e. PCO2 = 40 mm Hg ye[6][7]. Pestoya qismî ya nîtrocenê ,(PN2)= 573 mm Hg ye. Pestoya qismî ya hilma avê (PH2O)= 47 mm Hg ye. Bi wî awayê pestoya tevahiya nav sikildanokan digihîje 760 mm Hg , ango bi pestoya atmosferê ve yeksan dibe. Sikildanokên hewayê tu car bi tevahî vala nabin, ango gava mirov henase dide hinek ji gazên henaseyê her tim di nav sikildanokan de dimîne[2]. Ji ber hebûna hewayê, alûgorkirina gazan a di navbera sikildanok û xwînê bêwestan didome.

Gazên nav xwîna kêmoksîjenî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwîn bi navbeynkariya xwînbera pişikan, ji dil tê şandin bo sikildanokên hewayê. Xwînberên pişikê şax didin û xwînberên hê ziravtir peyda dikin, navê van xwînberên zirav, xwînberok e. Di kotahiya xwînberokên pişikê de tora mûlûleyên xwînê heye. Derdorên sikildanokên hewayê bi mûlûleyên xwînê dorgirtî ye. Xwîna nav mûlûleya xwînê ya xwînberoka pişikê, kêmoksîjenî ye[1]. Pestoya qismî ya oksîjenê ya beşa xwînber a mûlûleyê(PO2)40 mm Hg ye. Di heman mûlûleyan da pestoya qismî ya CO2 yê 44 mm Hg, ya N2 yê jî 573 mm Hg ye. Ji ber ko nîtrocen ji aliyê xane û şaneyên laş ve raste rast nayê bi karanîn, rêjeya pestoya qismî ya nîtrocena sikildanokan û ya xwînê wekhev e.

Alûgorkirina gazan di sikildanokên hewayê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cudahiya xestiya gazên nav xwînê ji yên nav sikildanokên hewayê, dibe sedema alûgorkirina gazên henaseyê. Ango heke pestoya qismî ya her du aliyên parzûna xaneyê ne wekhew bin, gazên henasedanê ji hêla xestiya zêde ber bi aliyê xestiya kêm ve di nav parzûnê de belavbûne dibe, heta ko xestiya her du aliyên parzûnê yeksan bibe. Alûgorkirina gazên henasedanê jî di sikildanokên hewayê de li gor vî esasê rû dide. Hewayê henasewergirtinê yê nav sikildanokên hewayê, têroksîjenî ye û xestiya karbona dîoksîdê jî gellek kêm e. Lê beravajiyê wê, di nav xwîna mûlûleyên xwînê yên derdora sikildanokan de xestiya oksîjenê kêm e û xestiya karbona dîoksîdê jî zêde ye. Wek encam, pestoya qismî ya oksîjena nav sikildanokan, ji oksîjena nav xwîna mûlûleyan bilindtir e[7]. Herwisa pestoya kismî ya karbona dîoksîda sikildanokan jî ji ya xwînê nizimtir e. Rûyê navî ya sikildanokên hewayê bi çînek avê dapoşî ye, av belavbûneya (dîfuzyon) gazan hêsantir dike. Ev rûyê bi avê dapoşî wekî rûyê henasedanê an jî perdeya henasedanê tê bi navkirin[5]. Di sikoldanokan de pestoya oksîjenê 100 mm Hg ye, di nav xwînê de pestoya qismî ya oksîjenê 40 mm Hg ye. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena sikildanokê û ya xwînê, oksîjen ji sikildanokan ber bi xwînê ve belavbûne dibe[2]. Oksîjen pêşî di nav avê de dihele, paşê ji parzûna xaneya sikildanokê û xaneya lûleya xwînê derbas dibe. Belavbûneya oksîjenê didome heta ko xestiya oksîjena herdu alî bibe yeksan . Aresteya belavbuneya karbona dîoksîdê beravajiyê ya oksîjenê ye. Xwîna mûlûleyan kêmoksîjenî ye lê pestoya qismî ya karbona dîoksîdê 44-45 mm Hg ye û ji ya nav sikildanokan bilindtir e. Loma karbona dîoksîda nav xwînê ji parzûna xaneya mûlûleya xwînê û parzûna xaneya sikildanokê derbas dibe, dikeve nav hewayê sikildanokê. Belavbûneya karbona dîoksîdê didome, heta ko pestoya karbona dîoksîda xwînê dabikeve 40 mm Hg yê.

Henasedana navî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîwarê mûlûleya xwînê tenik e, hewa bi belavbûneyê(dîfuzyon) derbasê nav xwîn an jî şaneyan dibe

Alûgorkirina gazan a di navbera xwîn û şaneyan de wekî henasedana navî bi nav dibe[1]. Herwekî henasedana derve, henasedana navî jî ji ber cudahiya pestoya qismî ya gazên henasedanê rû dide. Lê arasteya alûgorkirina gazan beravajiyê henasedana derve ye. Oksîjen ji xwînê belavbûneyê xaneyên laş dibe, herwisa karbona dîoksîda nav xaneyan jî ber bi xwînê belavbûne dibe. Xwîna têroksîjenî ji pişikan bi navbeynkariya xwînhênerên pişikê ji bo guhika çepê ya dil tên guhaztin. Dil xwîna têroksîjeniyê pompe dike nav şahxwînberê(aort). Şahxwînber, xwînber û xwînberok xwînê belavê hemû xane û şaneyên laş dikin. Pestoya qismî ya oksîjena xwîna têroksîjenî 100 mm Hg ye, herwisa pestoya qismi ya karbona dîoksîda xwînê jî 40 mm Hg ye. Xane ji bo çalakiyên xwe pêdivî bi enerjîya ATP dibîne. Ji bo destxistina ATPyê, xane glukoz û oksîjenê xerc dike û karbona dîoksîdê peyda dike. Ev kiryar wekî henasedana xaneyî tê binavkirin[6]. Ji ber henasedana xaneyî, pestoya qismî ya oksîjena nav xaneyê ji oksîjena xwînê nizmtir e û 40 mm Hg ye. Herwisa pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xanayê jî 45 mm Hg ye û ji ya nav xwînê bilindtir e[3]. Ji ber cudahiya pestoya qismî ya oksîjena nav xwînê û ya nav xaneyên laş, oksîjen ji xwînê ber bi xaneyan belavbûne dibe, heta pestoya qismî ya oksîjena xwînê dabikeve 40 mm Hg yê[1]. Di heman demê de karbona dîoksîda nav xaneyan jî ber cudahiya pestoya qismî, ji hêla pestoya bilind ango ji nav xaneyan, ber bi hêla pestoya nizim, ango ber bi xwînê belavbûne dibe . Bi vî awayê pestoya qismî ya oksîjena nav xwîna mûlûleya xwînê dadikeve 40 mm Hg ye û pestoya qismî ya karbona dîoksîda nav xwînê jî zêde dibe û dibe 45 mm Hg yê. Ev xwîna kêmoksîjenî bi navbeynkariya xwînhênerok û xwînhêneran ber bi dil ve tê guhaztin. Ji dil jî ber bi pişikan ve tê pompekirin ji bo henasedana derve.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c d e OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  2. ^ a b c d e Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.
  3. ^ a b Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4
  4. ^ a b OpenStax Biology. 2013. [2]
  5. ^ a b Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology. Boston, MA: Cengage Learning.
  6. ^ a b c Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  7. ^ a b Johnson, Leland G. (1987 )Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8