Xwînhêner

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Pêkhateya xwînhênerê

Xwînhêner an ji bi ingilizî ”vein”[1], navê cureyekî lûleya xwînê ye. Xwînhêner, xwîna li derdora xane û şaneyên laş berhev dike û ber bi dil ve vediguhêzîne. Ango, xwîna ji malikên dil derdikeve û bi navbeynkariya xwînberan belavê laş dibe, îcar bi navbeynkariya xwînhêneran dizivire guhikên dil. Aresteya herika xwîna nav xwînhêneran ber bi dil ve ye. Xwînhênerên dûr ê dil, zirav in û wekî xwînhênerok bi nav dibin. Xwînhênerok xwînê ji mûlûleyên xwînê werdigire, her ku ber bi dil ve diçe, xwînhênerokên zirav, digihîjin hev. Bi tevîhevbûna xwînhênerokan, xwînhênerên hê firehtir pêk tê. Xwînhêner jî bi hin pirtir xwînhêneran ve tevî hev dibin û xwînhênerên sereke pêk tînin. Xwînhênerên sereke firehtir û gewretir lûleyên xwînê ne. Xwînhênera sereke ya jorîn(superior vena cava) û xwînhênera sereke ya jêrîn(inferior vena cava) xwînhênerên serekê ne.

Pêkhateya dîwarê xwînhêneran[biguherîne]

Dîwarê xwînber û xwînhêneran

Dîwarê xwînhêner jî wekî mîna dîwarê xwînberan, ji sê çînan pêk tê [2]. Lê dîwarê xwînhêneran ji yên xwînberan teniktir e. Bi gelemperî lumena xwînhêneran ji ya xwînberan firehtir e[3]. Rîşalên qaîşokî yên di nav dîwarê xwînhêneran, ji yên xwînberan kêmtir e. Pestoya xwîna nav xwînhêneran gelek nizim e. Loma, ji ber hêza erdkêşiyê xwîn nikare bi asayî ji jêrê laş, ber bi dil ve biherike. Bi taybetî di lumena xwînhênerên jêrê dil de derîçe hene, ev derîçe rê li ber vegera xwînê ya berjêr digirin, herika xwînê aresteyê dil dikin[2].

Cureyê xwînhêneran[biguherîne]

Xwînhênerên rûkar.

Hin xwînhêner li rûyê laş hema di bin çerm de dirêj dibin ev xwînhêner wekî xwînhênerên rûkar tê binavkirin. Xwînhênera rûkar bi çavê tazî, di bin çerm de bi rengê şîn xuya dibe. Xwînhênerên rûkar alîkariya rêkxistina pileya germahiya laş dike. Piraniya xwînhêner di kûrahiya laş de, ji çerm dûr, li rex xwînberan, di nav bestereşane û masûlkeşaneyan de dirêj dibin. Ev cure xwînhêner, wekî xwînhênerên nawkar binav dibin[3].

Erkê(Karê) Xwînhêneran[biguherîne]

Ji ber firehiya lumena xwînhêneran, %64ê xwîna laş hertim di nav xwînhêneran de ye[3]. Ji ber vî taybetmendiyê, xwînhêner wekî cihê embara xwînê jî kar dikin. Dema pêdiviya laş bi xwînê zêde dibe, îcar bi bandora sîstema demarî ya xweser, masûlkeyên li dîwarên xwînhêner girj dibin, bi vî awayê lumena xwînhêner teng dibe, xwîn ber bi dil ve diherike û belavê laş dibe. Pêkhateya xwîna nav hemû xwînhêneran ne wekhev e. Xwînhênerên gera xwînê ya pişikê, xwîna têroksîjenî ji pişikan ber bi dil dikişînîn. Herwisa xwînhênerên navikapitik(umblical cord) jî , ji laşê dayikê xwîna têroksîjenî werdigirin û didin pitikê. Xwînhênerên gera xwînê ya sîstemî, xwîna kêmoksîjenî aresteya dil dikin. Ango, xwînhênera pişikan û xwînhênera navikapitik, xwîna têroksîjenî lixwe digirin, hemû xwînhênerên din ên laş,di lumenê xwe de xwîna kêmoksîjenî vediguhazînin[3].Hinek ji xwînhêneran xwînê raste rast nagihîne dil, wekî mînak xwînhênera derî ya kezebê. Xwînhênera derî ji mûlûleyên zerevdank, spîl, pankreas û rûviyan xwînê werdigire û vediguhazine mûlûleyên kezebê.

Navkirina Xwînhêneran[biguherîne]

Xwînhêner navê xwe ji endamê tekîldar ve digire

Xwînhêner jî wek mîna xwînberan, navên xwe ji endamê(lebat) tekîldar ve digirin. Wekî mînak Xwînhênera pişikan, xwînhênera kezebe, xwînhênera gûrçikan û hvd. Wateya xwînhênerê ev e ku xwîn ji endam derketiye û ber bi dil ve diherike. Wekî mînak xwîna kezebê bi navbeynkariya xwînhênera kezebê ber bi dil diherike.

Pêkarên li ser herika xwîna xwînhêneran[biguherîne]

Girjbûna masulkeyan alîkariya herika xwînê dike.

Li gel derîçeyan, du hêzên din jî li ser herika xwîna nav xwînhênaran de bibandor e. Hêza yekem, ji henase girtin û hanese danê( bihngirtin û bihndayînê) peyda dibe. Gava mirov bêhn digire(henase girtin), qebareya singê mirov zêde dibe, ev rewş pestoya nav singê nizim dike. Guhikên dil ji ber kêmbûna pestoya singê hê pirtir xwînê ji xwinhêneran dimijîne ev rewş wekî pompeya singê (thoracic pump) tê binavkirin[3]. Heza duyemîn hê pirtir bandor li ser herika xwînê dike. Ev hêz ji girjbûn û xavbûna masûlkeyan çê dibe. Derdora xwînhênerên nawkar bi masûlkeyên peyker(peykeremasûlke) dorpeçî ye. Di nav xwînhêneran de derîçe hene .Dema masûlke girj dibin, xwînhênerê dişidînin. Bi girjbûna masûlkeyan qebareya xwînhênerê kêm dibe û pestoya xwîna nav xwînhênerê berz dibe[4]. Ji ber pestoya xwînê, derîçeya jorê masûlkeyan ve dibe. Xwîn bi yek alî, ber bi dil ve diherike. Bi taybet, masûlkeyên çîp, hêt, pişt û milan zorê didin xwîna nav xwînhêneran. Ango dema mirov dimeşe an jî milê xwe dilivîne, herika xwîna nav xwînhêneran leztir û hêsantir dibe.

Nexweşiya varîs[biguherîne]

Nexweşiya varîs

Hin caran derîçeyên xwînhêner baş nayên girtin û tewahiya xwînê aresteyê dil nakin. Ji ber hêza erdkêşiyê xwîn di nav lûleya xwînê de berhev dibe. Ev nexweşî bi taybetî di xwînhênerên çîp û hêtan de çê dibe. Navê vî nexweşiyê varîs e[5]. Xwînhênerên varîsî gelek fireh dibin û li hin beşan li ser hev ba dibin. Xwînhênerên rûkar hê pirtir bi nexweşiya varîsê dikevin. Mirov dikare bi hesanî varîsên çîp û hêtan bi çavê tazî bibîne. Bi gelemperî xwînhênerên varîsî bi rengê şîn xuya dibin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9
  2. a b Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4
  3. a b c d e OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 [1]
  4. Cullen, Katherine E.( 2009) Encyclopedia of Life Science. Facts On File.. ISBN: 0-8160-7008-3
  5. Vein health care center[2]About Venous Disease