Ali Bayramoğlu
Ali Bayramoğlu | |
|---|---|
| Jidayikbûn | 1956 |
| Hevwelatî | Tirkiye |
| Perwerde | |
| Hevjîn | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Ali Bayramoğlu (bixwîne Alî Bayramoẍlu), (jdb. 1956 li Gelibolu, Çanakkale, Tirkiye) nivîskar û rojnamevanekî romî (tirk) ye. Di rojnameya tirkperwer-îslamperwer Yeni Şafakê (berbanga nû) de dinivîsîne.
Sala 1973'yê dibistana amadeyî Iskenderun Lisesi bidawî kiriye. 1979ê ji înstîtuta zanînên polîtîk Grenobleyê destûryar dibe. Perwerdeya bilind li zanîngeha Stembolê fakulteya aboriyê û doktorayê jî li înstîtuta zanînên civakî ya heman zanîngehê, bidawî dike.
1981 - 1999, di zanîngeha Marmarayê, beşa birêvebirina gelemperiyê de dersdariyê dike. Di rojnameyên Yeni Yüzyıl û Starê de nivîsiye.
Xwedî nêrînên lîberal e jî. Di nava tixûbên fermî yên Tirkiyeyê de, bêî statuyeke polîtîk, çareserkirina bicihanîna daxwazên kurdan, an bi gotina siyasetmedarên romî "pirsgirêka kurd", gengaz dibîne. Bo naskirina komkujiya Ermeniyan jî gelek caran nivîsiye û daxwaz kiriye ku Tirkiye lêborînê bixwaze.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bayramoğlu li ser AKPê (şîroveya bi wêne)
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |