Nîjadkujiya ermeniyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Komkujiya Ermeniyan hat beralîkirin)
Wêneyek ji sala 1915an

Nîjadkujiya Ermeniyan an Nîjadkujiya Hayan di destpêka sedsala 20an, di dema Şerê cîhanî yê yekem (19141918) û tevgera azadiya ermeniyan di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de pêk hat. Di wê komkujiyê de li gor agahiyên cûda di navbera 800.000 û 1,5 milyon ermenî hatin qetilkirin. Di herdû dehsalên beriya vê komkujiyê de bi dehhezaran ermenî hatin kuştin.

Nêrîna dîrokî (1894-1915)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema şerê dewleta Osmanî û Ûris di sala 1876an de Ebdulhemîd II bû Sultan. Wê demê dewleta Osmanî îdî bi nexweşiya mirinê Ketibû. Serhildana Mîr Bedirxanan di salên 1821-1847an de, dagirkirina Îraqê ji aliyê brîtanî ve, şerê Ûris û çeteyên ermeniyan û bi serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî ve dewleta Osmanî ketibû rewşek xirab.

Dewleta Ûris bi her awayî piştgiriya ermeniyan dikir û ermenî li dijî dewleta Osmanî sor dikirin. Di şerên navbera dewleta Osmanî û Ûris ya di salên 1877-1878an de, ermeniyan bi dewleta Ûris re şerê Osmaniya dike. Di navbera salên 1894-1896an de 300 hezar ermen ji aliyên artêşa Osmaniyan ve hatin kuştin [1]

Martin van Bruinessen waha dibêje; Yekîtiya Miletan ji bona rê li tevliheviya Rojhilata Navîn karibin bigirin, di sala 1878an de di Kongira Berlînê de hatin ba hev. Dewleta Brîtanî jî wek Ûris piştgiriya Ermeniyan digire. Di wê demê çeteyên ermeniyan li Kurdistan û Stembolê dest bi qetlîamê kiribûn. Her wiha armancek vê kongreyê heq û hiqûqa ermenan bû. Wî wextî Şêx Ubeydelayê Nehrî hewl dida ku li dijî Osmaniyan û Îranê şer bike. Lê dewletên Ewropayî tenê ermen didîtin ku mafên wan biparêze.

Girêdana kurdan jî bi dewleta Osmanî re di gumanandabû. Piştî şerê Ûris û Osmaniyan, bona damezirandina dewleteka kurdî, Serhiladan Şêx Ubeydullahê Nehrî di sala 1880an de dest pê kir. Ji ber van sedemana dewleta Osmanî bi zorûduberan xwe li ser piyan digirt.

Piştî şikestina şoreşa Ubeydullahê Nehrî, dewleta Osmanî ji bona ku rê li tevgera kurd bigire û carek din kurd negihên hêzeka siyasî, Lîwayên Hemîdiye ava kirin. Yek ji armancên van lîwayan ew bû ku dewleta Osmanî karibe kurdan di şerê de li dijî Ûris bikarbîne.

Ev tevlihevî hana hetanî salên 1908-1909an dewam dike û bi derketina Jon-Tirkan îdî sulatanê Osmanî bê deshilatdar dimîne û desthiladarî dikeve destê Komîte Itihad ve Teraqî. Ûris di wê emê de, gelekî erdê dewleta Osmanî dagirdike û dewleta Osmanî ditirse ku şerek nû di navebera wan Û Ûris de derkeve.

Nexşeya koçberkirina û nîjadkujiya Ermeniyan - 1915

Qirkirina ermaniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewleta Osmanî di gulana sala 1915an de fermana nefiya Ermeniyan derdixîne. Dewleta Osmanî dibêje, biryara nefiya Ermeniyan ewbûye ku wê Ermenî di şerê navbera Osmanî û Ûrisan de derkeve, piştgiriya dewleta Ûris bike. Ermanî ber bi Iraq û Suriyê koçberdibin û hinek ji karwanên Ermeniya xwe ji qirkirinê xilasdikin û hinek ji wan di rê de ji aliyê cendirmê Tirk û Alayên Hemîdiye ve tên kuştin. Ermenî di bin kontirola Ûris de li wanê dewleteka Ermenî avadike, lê umrê vê dewletê pir nakişîne, bi teqwîyekirina eskerên Osmanî, qirkirana herî mezin li Wanê pêk tê. ( Dem: hezîrana sala 1915an)

Di sala 1916an de dewleta Ûrisi dikeve erdê deleta Osmanî û herema serhedê dagirdike û sala maciriyê dest pêdike. Ermenî bi Ûrisan re bi sedhezaran miltê kurd û tirk qirdikin û tola xwe hildidin. Di wê salê de eskerên Ûris Erzincan hatanû Mûş û Bîgolê digire û bi milyonana miletê kurd ji tirsa qirkirinê ber bi aliyê başûr ve koçberdibin.

Pîrika min yanî Diya bavê min ji me re behsa sala maciriyê dikir û di wê demê de bûkbûye, digot: eskerên Ûris em hemî li nava gund komkirin û paşê jin û mêr û zarok jihevdû qetandin ku her gurubek bixin xaniyekî û bişewutîne. Di nava eskerên Ûris de Ermenî hebûn bi Kurd dizanîbun ew Ermeniyana ji ber qetlîmê reviyabûn û paşê bi eskerên Ûris ve para hatibûn. Paşê me dît qefelkî eskerên din hatin yekê navsal navê wî Xapo bû û xelkê gundî Dadîna girêdayê Qezaya Gimgim (Varto) yê bû û Xapo xelkê gundê me nasdikir û wî nehîşt ku eskerê Ûris me bişewutîne. Piştî esker ji gund derketin, me bişev gud li cî hişt û em berbi başûr birêketin û piştî pênc salan em vegeriyan gundê xwe.

Bi Gorî Martin van Bruinessen, dewletên Ûris û Brîtanî li hev kiribûn ku heryek ji alîyekî de êrişî Osmaniyan bike ku ji hola rakin. Îngilîz di kavin Iraqê û Ûris ji ji hêlê xwe de herema serhedê dagirdike, lê pîlanên wan lê nayên û bi înqilaba bolşevîkan ve dewleta Ûris ji heremên ku dagirkiribû şûnde dikşe û silehên xwe jî didin Ermeniyan.

Ji Ermeniyan hinekên wan bi eskerên Ûris ve paşvedikişin û hinek ji Ermeniyan jî li Antolayayê belv dibin û dest bi qetlîamê dikin û tola xwe hildidin. Dewleta Osmanî ji salên 1918an hetanî 1920/21ê carekî din dest bi qirkirina Ermeniyan dike. En tên kuştin ji xwe tên kuştin yên mayîn jî xwe disipêrin Komara Başûrê Qafqasyayê. Ev Komar ji aliyê Ermenî, Azerî û Gurcîna ve hatibû avakirin, navê wê jî; " Komara Başûrê Qafqasyayê bû"

Îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar, navçe, bajerok, gund û mezrayên ermenî lê dijiyan, vegerandin gola xwînê. Ev komkujî, wekî komkujiya yekemîn a sed-sala 20'mîn di rûpelên dîrokê de cih digirt.

Li ser komkujiya bi mirina bi sedhezaran kesan re, 90 sal derbas bû, lê, hê jî rêveberiya Tirkiyê, komkujiyê înkar dike.

Armanca û hedefa sultanê sor Abdullahamîd ji sazkirina Lîwayên Hemîdiye ew bû ku dijminahiyê têxe nava gelê Kurd û Ermeniyan, wan bi hev bide birrîn, Kurdistan û Erministanê têxe Tirk. Vê pîlana xayîn û pîs, di navbera sala 1915 - 1919 an de di binê perdeya dîn da, anî cih. Nêzîkî du milyon û nîv Ermeni (zar û zêc mêr u jin pî u kal) bi hovîtîkî gelek mezin hatin kustin. Mal û serwetên wan hatin talan kirin. Zanî û eraziyên wan jî, li kesên din hatin belav kirin, bi hazaran Ermenî reviyan derveyî welat (Iran û Sûriye ü Urdunê).

Tirkan bi vi rengî hovîtiyek pir mezin di dîrokê de nivîsandin. li aliyên din jî, ji gelê Kurd re wiha digotin "Rûsdê werin wê zar û zêçên we bikujin" ew bi vî seklî ditirsandin û dixapandin. Li ser vê derewa wan bi sed hezaran gelê Kurd di sirr û serma û berfa zivistanê de bi çola ketin û perîsan bûn. Bi vê pîlanê, valakirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd bi cih anîn. Eger Kurdistan wê rojê di binê istila Rûsa de bima îro wê weke komarên Qafqas yên dinê gihîstibûya azadiye xwe. Ev zilm û zordestiya Tirka dom nedikir.

Nêrînên kurdan li ser nijadkujiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wê demê gelekî alimên Îslamê yên kurd ên weke Şêx Seîd li dijî qetlîama Ermeniya derketîye, û zilmê şermezar kirine.[2]

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:161
  2. ^ 1900'den 2000'e Kürtler, SES Basın ve Yayıncılık, Ocak 2000, İstanbul, s. 26.