Amadeo Preziosi

Amadeo Preziosi yan Amedeo Preziosi yan jî Kont Amadeo Preziosi (z. 2'ê berfanbarê 1816 - m. 27'ê rezberê 1882) wênesazekî maltî bû. Ew di 2ê berfanbara 1816an de li bajarê Vallettayê (li girava Maltayê) hatiye dinê. Preziosi di atolyeya wênekarê maltî Giuseppe Hyzler de şagirt bûye û pişt re di École des Beaux Arts a Parîsê de xwendiye. Di sala 1842an de li Stembolê bi cih bû û heta mirina xwe li wir ma.
Ji xeynî wêneyên jiyana adetî ya gel û cih û peysajên rengareng ên Stembolê, Preziosi çend portreyên kurdan jî çêkirin. Wî nîgareyên xwe bi zirîç û hibir xêz dikirin û dû re bi rengên avî dikişandin. Du albûmên wî yên nîgareyên lîtografîk jî hene.
Preziosi wêneyên xwe li Parîs (1858, 1867), London (1863) û Stembolê (1880, 1881) pêşkêş kirin; di sala 1862an de çû Misirê, di 1868-69an de jî çû Romanyayê.
Amadeo Preziosi di encama rûdaneke nêçîrvaniyê a di 27ê rezbera 1882an de li Yeşilkoyê miriye û li goristana katolîk a Santo Stefanoyê ya Yeşilkoyê (li Stembolê) hatiye veşartin.