Malta

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Repubblika ta' Malta Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malta
Ala Mertal
Dirûşm: Truly Mediterranean Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sirûd: L-Innu Malti Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malta li ser nexşeyê
Map
Paytext
  • Valletta Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

35°54'Bk, 14°30'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêveberî demokrasiya parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokdewlet George William Vella (2019–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Robert Abela (2020–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 21 îlon 1964 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 316 kîlometre çargoşe Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 465.292 (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dirav
  • Euro (1 kanûna paşîn 2008)
  • Demjimêr
    Hatûçûna ajotinê
    Koda telefonê +356
    Malper
    http://www.gov.mt/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

    Malta, bi fermî Komara Maltayê (bi maltayî: Repubblika ta' Malta, bi înglîzî: Republic of Malta), dewlet giravekî li başûrê Ewropayê di deryaya navînê de ye. Welat ji komgiraveke di navbera Îtalya û Lîbyayê de pêk tê.[1] Girava Maltayê 80 kîlometre ji başûrê Sîsîlya (Îtalya), 284 kîlometre rojhilatê Tûnis,[2] û 333 kîlometre bakurê Lîbyayê e.[3] Zimanên fermî maltayî û inglîzî ne, û 66% ji nifûsê herî kêm bi îtalî dizanin.

    Bi nifûsa xwe bi qasî 516,000 (2023)[4] li ser rûberek 316 kîlometre çargoşe,[5] Malta ji hêla rûberê ve dehemîn welatê herî piçûk ê cîhanê ye[6][7] û çaremîn welatê serwerî yê herî qelebalix e. Paytexta welêt Valleta ye, ku ji hêla rûber û nifûsê ve li yekîtiya Ewropayê paytexta herî piçûk a neteweyî ye. Li gorî daneyên sala 2020an ji hêla Eurostat ve, qada bajarvanî ya fonksîyonel û herêma metropolê tevahiya giravê girtiye û nifûsa wê 480,134 e, û li gorî Neteweyên Yekbûyî, ESPON û konsera Ewropayê, "tevahiya axa Malta herêmek bajarî ya yekane pêk tîne".[8][9] Malta her ku diçe wekî dewlet-bajar tê binav kirin,[10][11] û di nav rêzên li ser bajaran[12] an deverên metropolan de jî teyê navnîş kirin.[12]

    Malta ji sala 5900 berî zayînê vir ve tê niştecîhkirin.[13] Cihê wê li navenda Deryaya Navîn di dîrokê de girîngiyek stratejîk a mezin daye wê wekî bingehek deryayî,[14] digel rêzek hêzên ku li giravan hevrikî kirine û hikûm kirine, di nav wan de wek gelên fînîk, Kartacayî, yewnan, roma, ereb, norman, aragon, frans, brîtan û hinek din.[15] Dema ku Xiristiyanî ji dema Xiristiyanên destpêkê ve heye, Malta di serdema navîn de bi giranî welatek misilman di bin serweriya Ereban de bû. Desthilatdariya misilmanan bi îşgala Normanan li ser Maltayê ji hêla Roger I ve di sala 1091an de bi dawî bû. Malta di sala 1813an de bû koloniyekî brîtanî, wekî navenda fîloya Deryaya navîn a Brîtanî bû. Ev di dema şerê cîhanî yê yekem de ji hêla hêzên Eksê ve hate dorpêç kirin û bingehek girîng a Hevalbendan ji bo operasyonên li bakurê Afrîkayê û Deryaya navîn bû.[16][17] Parlemenê Brîtanyayê di sala 1964an de qanûna serxwebûna Maltayê pejirand û serxwebûna Maltayê da û Elizabeth II wekî keyîtîyê wê bû.[15] Welat di sala 1974an de bû sîstemekî komarî. Ji dema serxwebûnê û vir ve welat endamê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û Hevkariya Gelan ye û di sala 2004an de tevlî yekîtiya Ewropayê bû; di sala 2008 de diravê welêt bi Ewro bû.

    Katolîkî ola dewletê ye, lê destûra bingehîn a Maltayê bi azadiya wijdan û îbadeta olî garantî dike.[18] Aboriya Malta bi giranî bi geştyariyan ve girêdayî ye, ku bi avhewaya xwe ya germtir li gorî welatên din yên Ewropayê, gelek deverên werzîşê, û abîdeyên avahîsazî û dîrokî, di nav de sê cihên mîrateya cîhanê ya UNESCOyê: Ħal Saflieni,[19] Valletta,[20] û heft perestgehên megalîtîk ku yek ji kevintirîn avahiyên serbixwe yên cîhanê ne.[21][22]

    Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

    1. ^ Chapman, David; Cassar, Godwin (1 çiriya pêşîn 2004). "Valletta". Cities. 21 (5): 451–463. doi:10.1016/j.cities.2004.07.001. ISSN 0264-2751.
    2. ^ Ashby, Thomas (1 çiriya paşîn 1915). "Roman Malta". doi:10.2307/296290. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
    3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 gulan 2012. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    4. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 9 tebax 2022 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    5. ^ Zammit, Andre (1986). "Valletta and the system of human settlements in the Maltese Islands". Ekistics. 53 (316/317): 89–95. ISSN 0013-2942.
    6. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 2 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    7. ^ "The Microstate Environmental World Cup: Malta vs. San Marino". web.archive.org. 25 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    8. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 gulan 2017. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    9. ^ "Interim Territoral Cohesion Report" (PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 nîsan 2013. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    10. ^ "A Creative City-State — Creative Malta". web.archive.org. 28 tîrmeh 2013. Ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    11. ^ "Flags, Symbols and their uses". web.archive.org. 29 hezîran 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 29 hezîran 2015. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    12. ^ a b "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 27 sibat 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    13. ^ "700 years added to Malta's history". web.archive.org. 23 adar 2022. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 adar 2022. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    14. ^ Wolf, Eric R. (1984). Religion, Power and Protest in Local Communities: The Northern Shore of the Mediterranean (bi îngilîzî). Walter de Gruyter. ISBN 978-3-11-009777-1.
    15. ^ a b Rudolf, Uwe Jens; Berg, Warren G. (27 nîsan 2010). Historical Dictionary of Malta (bi îngilîzî). Scarecrow Press. ISBN 978-0-8108-7390-2.
    16. ^ "GEORGE CROSS AWARD COMMEMORATION - Visitmalta - The official tourism website for Malta, Gozo and Comino". web.archive.org. 3 nîsan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 nîsan 2015. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    17. ^ "Should the George Cross still be on Malta's flag?". Times of Malta (bi îngilîziya brîtanî). 29 nîsan 2012. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    18. ^ "Malta". The World Factbook (bi îngilîzî). Central Intelligence Agency. 25 îlon 2023.
    19. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Ħal Saflieni Hypogeum". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    20. ^ "City of Valletta - UNESCO World Heritage Centre". web.archive.org. 25 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 adar 2016. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
    21. ^ Centre, UNESCO World Heritage. "Megalithic Temples of Malta". UNESCO World Heritage Centre (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
    22. ^ Studies, The OTS Foundation for Neolithic. "The OTS Foundation for Neolithic Studies". The OTS Foundation for Neolithic Studies (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 29 îlon 2023.

    Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]